21 Temmuz 2022 Perşembe

Şîrkuştî

Min zû wî ji şîr birî. Nege min birî, naxêr, ew qut bû. Şîr yanî. Wê havîna çem bi carekê miçiqî, min jî bi xwe re kir dareke hişkîhola. Av xeyidî ji me. Nema herikî di newalan, ji qelşên ta'tan, li beyaran. Wiha ez jî dareke li rex wî çemî. Min şaxek ji xwe berdabû. Navê wî şaxî danîn Beyto. Weke beytikekî bû, ne bi qeysa lepekî. Bi wê sivikahiya xwe -eybe mere bêje- herikî ji nava paqên min. Ez bûm çem bi nîv henekekê. Min nizanîbû qedera mirovekî dibe yek bi ya çemekî re. Hîn nûka fam dikim. Jixwe her çi be ez vê kêliyê têgihêştime. Vê kêliyê, yanî dereng. Ne bawerim ti tişt ji vê kêliyê derengtir be. Çiqa nêz be ewqa jî dûr. Çiqa zû ewqa dereng. Çiqa kin ewqa dirêj û çiqa reş ewqa sipî. Negihêştim derengiya xwe. Nebawerim hûnê jî bigihêjinê. Çimkî em ne sêvekin, dibêjim, ne jî zeytûnekin di wextê xwe de ji darê bêne xwarê, li serê mêr û jinekê bikevin bi ser de jî bibin sebeba zir-trajedîyên benîademî. Nebawerim em bi qeysa fêkiyeke ji kulîlkê pekiyayî mezlûm bin. Min serî li we gerand biborin. Vê carê jî negihêştim derengiya xwe. Gere zû bi dawîya wê bigihînim vê meselê. Ger nekim xwira min tê. Di dexlê we de me nehêlin şaş bibim ji vê xetê. Hişê min carina diçe û nayê. Vê carê hat, xwe dibexşînim. Henekên xwe bi min nekin lê bask ji hişê min re çêdibin derna, ji perûzankên Beytokê min. Çiqa sîxikên ziravikin hûn nizanin. Her bi ezmanan re digerim, ha li wî zozanî ha li vê çolistanê. Hişê min beytikeke bi per e. Min dibe. Dilê min jî bi xwe re. Bi ya min bûya minê ji we re bêhtir behsa hin xweşiyên firîna hişê xwe bikira, lê nahêle zilêmdarê min. Naxêr nivîskarê min. Her min asteng dike, lê dîsa jî hûn wî bidin xatirê min. Emê rojekê ji vê zilmê bifilitin helbet. Vê hevoka dawî tune bihesibînin ji kerema xwe. Nafilitin. 


Li ku mabûm? Beytokê min bi destê sibehê herikî ji nava paqên min. Der bûm. Çendakî herikîm. Qedera min bi qedera çem ve girêdayî. Paşre di cîh de miçiqîm. Min mêtin. Şîrkuştiyê min wek lepekî ma li rastê. Bû beytik paşre. Dilûsiya di paxila min de. Firiya axir, li dor çemeke din danî. Li ser çeqeliyê dareke benavê lûsîya. Ger ji xezeba nivîskar bifilite ewê her bijî. Qelse lawê min. Çenikek e. Dûr ket ji ciwaniyê. Ew jî weke min negiha derengiya xwe. Nagihe. Nafilite. Difire.  


Min xwe berda ji serê qotê dilrehmiya wan. Çiqa bilind bû! Dûr ketim. Ketim bergîya awirê bavan. Çiqa tûj bû! Hişk dibim. Ne ba dikare min hilîne ne jî baran dikare min bajo. Disekinim. Li ser têgihiştinên xwe vedizelim, zanim dereng e. Digevizim. Xwe berdidim. Bi bask dibe hişê min careke din. Difirim, li wî beytikê li ser çeqeliyê dareke benavê lûsîya ye digerim. Ji xwe û pêde nagihêm derekê. Bêhn dikim laşê xwe. Bêhna zilmê ji min tê. Xwe berdidim. Li civînên pircivakên ji xwe ewle rast têm, bi kevirekî wan ji hev belawela dikim. Roj dibe êvar li min. Ji xwe re li çeqeliyê dareke benavê digerim. 


Sihara serê sibehê ye. Xwe hiltînim bo careke din xwe daneynim. Yan jî bo heta hetayê xwe deynim, çi ferq heye nizanim. Çifte li hember min dardakiriye. Ez li wê dinêrim ew jî li min. We fam kir dibêjim. Ji vir û wêde ne hewceye bibêjim lê ezê dîsa jî ta bi derzî vekim. Belbî hûn weke gelek carên din xelet bin. Dilerizim. Dirêjî wî hesinê sar dibim. Tiliyên xwe sivik sivik li ser dibim û tînim. Ji singilk dikişînim. Dicemidim. Dengê dîkê sibehê bi ser gurpegurpa dengê dilê min dikeve. Ditirsim. Vedikişim ji wê xemsarîya spîbûna dîwêr, li reşbîniya xwe vedigerim careke din. Xwe datînim û çiftê jî bi xwe re. Bi dengê girîyê şîrkuştiyê wî Beytikî li xwe hayê dibim. Xwe hiltînim. Bi ser de diçim. Dilûse li ser çeqeliyê herdu pêsîrên ez a hişkîhola. Xwe li wir ji bîr dikim. Çifte bi singilk ve diçe û tê. Eynî weke min. Bêhtir weke xwe. 

18 Nisan 2022 Pazartesi

dengnekir

Bo dengnekira diya xwe.

darê zorê hişk nabe, kê ji wan re nekir xulamî di tevahiya salên dinyayê, dil jî dimire mirin namire, qoqelê serîyên hespan dimînin li meydanokê û pêdepêde edab û adetên qentirîn li me rast dikin, bişkoka derîyê navranan vebûne wê careke din neyên nixumîn, heft hûtgirserîyên kalane dipengizin ji binê axê wê kî ji wan re mazûvaniyê neke, cegerpolayên qedirzane careke din venagerin li şûnewarê mirîyan, kî yê bizane xeleka vê garanê li ku derê diqete, her li cihê ga lê dibetile konên qesrawî vedane - rê her di wir re digihên qonaxê, rêzên reşêleyan diçin ber bi zozanan, bablîsok dimeşin di şûna lîstikên zarokan re ber bi qûleya babîlê, eşqên mem û zînewî li delingê mirîvonên karîkaturîk gerîyane, li hinîn deveranên mûjangî - nuqsan û mêqijilokî ye awirên ji dûr ve pêşîyane ji nêz ve ehmeqane, darê terelialî di qorika nihîta pişt û palgêhê malxwêwêranî ya xwedaparêzên heman malbatî ditewe, çi tîr e li bejnê tê, dengnekir e, radimûse ji eniya darê zorê bi herdu lêvên nermebayî, radike û hiltîne, şevçirakên bi agirê qewmîyane diçiprîskin ji nava ranên jineke dişibÎnkayî, dibiriqe şûna darê zorê, geh sor e geh mor, difelişin ew bejnên jinane ne ji ber têrebihara miştebaran, çi bejne li şevê tê, şeng e ew bêdengiya reşbiriqînên derbên darê zorê li newqa dengnekirên jinebiyan, hişk dikin guliyên situmûyên hespan li ser şekiroka her havîn serîdidanên stirîmişkan, xwîn dibe jinebîyek û pahn dibe li newalê, dide ber xwe bêhna xofê hêlîna teyrûtilûrên di quleşikêran, ho venedaye hê laşê jina şev li xwe û newalê qulipand, ne diqare ne digazine, dengnekir e 

16 Nisan 2022 Cumartesi

Beq-belalûk II

Rojbûna min pîroz be. Ya te jî Yadê Siltan û Mele Birahîm, bira û bavo, beqê kesk rojbûna we jî pîroz be. 

Şingeşinga baranê ye dibare vê êvarê. (Çima baran?) Nû ji xew şiyar bû me, xilmaşim. Ta'jan dibim çend caran. Kujê lihêfê bilind dikim hê tiştek neguheriye. Şewqa tavê ya dawî deh deqe berê hilat. Siya bajêr hê qalind nebûye weke ya şeva doh. Belkî vê carê nebe! Qudûmê min jê dişkê. Cardin ta'jan dibim, vê carê baştir. Laşê min hino hino dijidê. Çermê min dikişe. Gewriya min bi min ve dadigere. Lingên min dirêj, pîyên min kinik dibin, ziravik. Şil dibim, şayîk. Dibiriqînim. "Wîqwîq" dibêjim bi du dengên nizmik. Ji binê lihêfê dişeqitim. Bi tirs lingên xwe dirêjî erda betonî dikim. Cemidî ye. Vedigerim binê lihêfê cardin. Li dîwaran dimêyzînim. Xanî dibe weke birkeke avê. Şewqa çavikê erebeyên di rê de derbas dibin û hemî şewqa lempeyên vî bajarî didin tawanê odeya min. Yek zer, yek sor. Yek kesk, yek mor. Yek ji xewnên zaroktiya min. Yek ji bêhtengiya bavê min. Ya din ji kenê diya min. Yên din hemî ji hebên tizbiya Mele Birahîm. Netirsin ezê vê carê ji we re behsa zaroktiya xwe nekim. Heqet çi ji we re heyata min? Bo netirsim behs dikim. Belbî hûn min bigihînin dawiya tirsa min. Biborin cardin cin hatin min. Xwedê ji we û wan razî be min ti carî bi tenê nahêlin. Na, hûn carina dihêlin lê ew qet min bernadin. Li qusura min nenêrin bêhtir ji wan hezdikim. Jixwe hûn kî ne ji we hezbikim? Bi qasî hûn min nas dikin ez we nakim. Ez we nabînim hûn min dibînin. Xurexura zikê min e. Xwe hildikişînim bo rabim. Li ser navcihê xwe noq dibim. "Wîqq" dibêjim vê carê bi dengekî bilintir. Çêtir bû ev ji ya yekem, qesta min ji 'bilintir'ê ev e esil. Carina difikirim zimanê min ne ev ziman bûya lê tiştekî din bûya minê xwe çêtir û bêhtir îfade nekira gelo? (Ev mesela 'gelo' jî tişteke din e.) Mîsal dibêjim; zimanê min ev bedilê li hember min bi dardakirî bûya? Wê reş bûya weke rengê xwe? Wê şeng bûya weke timtêla xwe? Baweriyê bi zimanê hertiştî bînin. Eger sakoyê min niha bi zimanekî weke yê min ji sewtên li ber ba, gotinên lihevnekir, mantiqê bi kêrî xwe nehatî ve pêkhatî biaxivîya dibû ji çavê min biketa. Sakoyê min aniha 'xwe' ye, bi zimanê xwe diavive, xwe li min tîne û min li xwe. Ger biaxiviya wê biba tişteke din. Baweriyê tînim bi zimanê alavan. 


Xurexura zikê min e, birçî me. Cinên min dibêjin jahrê bixwe. Bi ya wan nakim. Bavê min jî bûya wê wanî bigota dibêjim. Ji lewma bedilê reş dikişînim xwe, şalê çenika qermîçokan lê tune dikşînim navê, papyona kesk dikim xengiloka qirikê, misk û ember bi ser de, xwe ditivtivînim derdikevim ji malê. Rast berê xwe didim qeraxa çem. Min go rast lê hûn bawer nekin, xwar dimeşim. Biçûkên beqan wiqewîqe govendê digerînin. Serê min diêşe. Di nigê nig de vedigerim. Min neyt heye herim cem rûcemala xwe. Erd şil e, şayîk. Ji çend gavan carekê dişemitim lê nakevim. Bûme pisporê meşa beqikî. Min nizanî bû yekî rojekê ev nav li meşa min kir. Jixwe hew nav li vêya nekiribûn, wekî din ti tiştek ji destên wan nefilitî ye, çi dîtine mirandine, çi nedîtine tirsîne heta navekî nedîtî lêkirine, wiha roj bi roj dinyaya min pûç dikin, ava heyata min zuha dikin, xwînê ji mejiyê min dikişînin. Digihêjim qesra berdilka xwe. Çend sûte li ber devê derî cixarê dikişînin. Dixwazim yekê bidin min. Didin. Dikşînim kezeba xwe. Di camê re çavê xwe li rûcemalê digerînim, ne li cihê xwe yê her car e. Cixareyek din dixwazim ji birçîyên xezalan. Min ev nav li wan kiriye. Kengî hatime yek dudu ji wan li vir in. Li bendî ne parîyek ranekî bibînin. Jê wêdetir ger xwedê li wan bê rehmê belbî serê pêsîrekê. Xwedayo tu xwedayê hemû evdan î. Bi vê minasebetê carek din Mele Birahîm bi bîr tînim. Papyona xwe dijidînim. Keçik xwiya dibe li ber camê, xwe weke pêlên bahrê dihejîne, ji biniya çongan zirav hingê berjor diçe pêlên wê bilind dibin heta digihên qirikê me tev de şil dike em ên li peravê camê. Dicemidim. Bi qomçeyekê sako li xwe dicivînim. Çawa derbasî hundir bûme nizanim. Li ser kursiyê rûdinêm, keçik li ser dîwanê dirêj bûyî ye. Li min dinêre, dikene. 

- Tu qet naguherî qey? 

- Ez? Ez ê êvaran dibim beq û sibehan belalûk? 

- Behsa wê nakim. Ez jî dikarim evarekê bibim Medusa sibehekê bibim marê bi tenê. 

- Naxwe behsa çi dikî? 

- Rûniştin û nêrîna te. 

- Dişibim çi bi te? 

- Kevirekî bi papyoneke kesk. 

- Li binê vî kevirî binêre hela bê çi heye? 

- Çi?

- Beq. 

Bi kenekî ciwanok dikene. Pêsîrên wê dihejin. Pêleke nazik li bedena min dikeve. Yarebî dibêjim ji te bawer dikim bo te min ji dîtina vî kenî bêpar nehiştiye. Sayil dibe. Bi dilrehmî dinêre. Naxwazim ti kes bi va awiran li min binêre. 

- Rehmê li min neke. Dibêjim. 

- Naxwe tu çi dixwazî? 

- Min bike kevir.

- Tê wiha pak bibe qey ? 

- Na.

- Lêw..

- Nizanim. Hema wanî dixwazim bibim kevirekî li ber qeraxan. Ew nebe jî êzingek, belbî kitêbek, şûşeyek araqê, destîbivirek, fîncaneke qehwê, qûnikeke cixarê, seriyek pîvaz, gustîlek, firaqeke ber destê diya xwe, destmaleke serê govendê, perîkeke mirîşkê, têleke tembûrê, dengê Ciwan Haco, kofîya Omar Silêman..

Dikene. Pêleke din li min dixe. Min carekê di romanekê de xwendibû niha tê bîra min, yek diçû kerxaneyekê, weke min bi keçikekê re hevaltî dikir, di rewşeke wiha de dîsa rûniştibûn, mêrik bi carekê dest xistibû qirika keçikê wê kuştibû. Gelo çi min heye ji wî kêmtir. Dikarim aniha xwe ji mijûlîyeke dinyayê pak bikim. Nakim. Çima mere nake, nizanim. Ditirsim ji xwe. Naxwe gere mere bi dawî bike. Nabe. Radibim. 

- Papyona kesk li te hatiye, ne ji wê be jî mere nizane tu beqî.  

- Rojbûna min e îro.

- Rojbûna te pîroz be beqê tazî.

Dikenim. Rast û çep dimeşim. Derdikevim ber baranê. Li ezmanan dinerim. Çend dilopên baranê li lêvên min dikevin. Kuçikeke gurî tê kêleka min. Em bi ber halana bajêr ve dimeşin. Na. Em nameşin. Diwîqînim bi du dengan. 

Rojbûna te pîroz be sakoyê reş, ya te jî somiyê li hêwanê, papyon, lempeyên bajêr, dilopên baranê rojbûna we jî pîroz be.  




29 Mart 2022 Salı

Şev li min bû roj a reş.

Wexta digihêjim kaniya bûkan roj dageriyaye pişta çiyan. Vê şevê siya çiyayên welatê min wê reştir be ji çengek qetran.

Rojeke payîzê ye. Ji nav mij a zelûl du siwar bi ber min ve tên. Wek peykereke li ser xweşikiya wî çend guleyên tomatîkê derb lê çêkirine disekinim. Bi hêlekê ve me, wiha ji piyê rastê ve rakişandî. Milê min ê çepê pûç e. Ne ji mine hêla min ya çepê. Ne jî ji ti kesê din e. Vala ye wî aliyê bedena min, newqa min bi ser wê valahiyê ve xûz e. Bi xwe re digerînim valahiya xwe, di çeman re derbas dikim, di newalan re kaş dikim, di kaşan re digindirînim. Hûn qet nizanin çiqas girane valahiya newqa min. Dûxana germa axê bi bedena min re hildikişe.  (Kê gotiye ax sar e?) Wê qir a ji sibehê bariya ye şil kiriye axa germ. Payîz e. Ji xwedê ve eyan e. Cûmaq e ax. Heriyê girtiye binê herdu lapanên lingên min. Ne ji xwe ve ne jî ji herîya bi bin lingên xwe ve, ji hebûna vê valahiya newqa xwe de giranim. Bi çelpeçelpa simên hespên xwe digihêjin min herdu siwar. Hespek jê mehînî ye. Di situyê wê de xengilokeke bi morîk heye. Li çavên min dinêre. 


- Tê me di ku re bibe?
- Di bergiya vî çemî re.
- Çiqas bû ye tu li bendî me ye?
- Ji nîvro de ye.
- Baş e Qulingo. Ka bide pêşiya me.

Çend xweziyên min hene ji vê dinyayê. Yek jê weke navê xwe sivik bûma. Ya duyem berî bimirim bifiriyama. Û sêyem piştî firiyam bimirama. Yek jî nabe zanim. Jixwe dara xweziyan ji kokê de qelihandine li vî warî. Kalkê min bû wiha digot, "vê axa can tu xwê biavêjê wê şên bibe." Çima bavo min digot çima dara xweziyê?  Di ber xwe de dikeniya "bibe jî fêkiyan nade" digot. Zaro bûm hişê min nedigirt. Jixwe hişê min heta aniha çi girt? Bi qasî newqa min vala ye serê min, ti tiştek xwe lê nagire. Şematok e. Dişemite sewt û xemla dinyayê di textikê eniya min re. Digihêje qirika min, ger bibe girêz dadiqurtînim xwezya xwe, ger bibe girêk lê diheyirim. Virde diqulipînim, wê de digindirînim, talîya talî di cîh de datînim. Ji lewma ye min pirêzeyeke girêkên gewriyê li pişt xwe hiştine. Weke axkolkên xiltan rêz bûne li dû şopa min.

Li pêşiya siwara me ew li pişta valahiya newqa min. Wan digihêjînim deqeba teng. Bêhna mirinê tê ji vê neqebê. Hilma min diçike. Bê hemdê xwe zû dilezînim hinekî. Bêdengiyeke kûr kişiyaye ser newalê. Çelpeçelpa simên mehîniyê li mejiyê min dixe. Wîqîna wî qulingê ti carî di mijê de derneketiye neçîrê dikeve kerika guhê min. Dibe şîrqîna tomatîkan. Bêhtir dilezînim lê nahêle birevim newqa min. Dev û rû dikevim erdê, xwe diqelizînim. Mehîniya bê siwar bi hîrehîr ber min ve tê. Xwîn herikî ye bi ser rengên xengiloka wê. Li min disekine. Dûxaneke şerpezeyî ji bêvila xwe diavêje. Bi destê xwe yî sivik dirêjî wê dibim, xwe ji min dûr dixe. Xwe weke hebek morîkeke gerdenê di çavên wê de dibînim. Bazdide, ji çavan dişemitim.


Tenê vedigerim heta kaniya bûkan.


28 Mart 2022 Pazartesi

Nêr

 Bo Şahê

Roj li min bû şev a reş.


Gavên kerê dijmêrim. Çilê havînê ye, agir ji ezmanan dibare. Bêhn dikim, bêhna axê tê ji destmalê. Niqeniqa dilopên xwêdana eniya min e li şûna şopên kerê dikevin. Naxêr carina şop li şûna dilopê, pirrî caran dilop li şûna şopê. Lawê min Kamil xwêdana li ser rûyê min dimale. Bayê cihenemî porê min dialêse. Lawê min Kamil yê nûkamil, derengbiaqil, çîzewîzkan dide li dora min. Bi herdu sîngên xwe hestiyên kerê dijmêrim. Cik bûne çiçik li ser pişta kera bêcil. Pênçsedûheftêûyek, pênçsedûheftêûdudu, pênçsedûheftêûsisê... hezarûsêsedûsîhûneh. Hew. Betilîm. Hesabê gava nayê kirin. Bi çend gavan hatim heta vê derê? Bi çend misqalan min hêviyên xwe gihandin pala vî gundî? Jiyana min çend gavên kerê dike? Zayînek min çend gulîyên diya min? Ramûsanek min çend tayên simbêlên Kamil? Dijmêrim. Kêlî bi kêlî dihûnim. Gav li dewsa gavan rûdinên, berx li dewsa beranan, şev li dewsa rojan, dê li dewsa ewladan. Wiha ye dibêjim, roj jixwe xalî şev jixwe tarî ye. Şoşş dikim kerê, li biniya wê dara berûyê. Aş dibim hinekî. Nema dijmêrim. Em huşş dibin. Ez û vê rebena heywanê, ne ker û ne lalê. Çîzewîza lawikê min e hê di hundirê min de. Xizîna qirika min e ji ber vê nalenalê. Fizîna pûş û palaxê, kirtekirta qaşilê di nava diranên kerê, niqeniqa silêmanê dunikil e. Dirêj dibim kaniya avê. 

Bi rê de diçim. Rêzikek xwîn e ew li dû şopa min. Ji vir û ber bi koka darê, bi min re tê. Ji hev qut nabe. Benikek e di navbera min û lawikê min de. Tenik e. Ziravik e. Ji xwe de şaxan berdide, bo bigihê vê makê. Dinalim têra xwe û vê xakê. Dijmêrim. Çend gav. Çend bav. Çend kêlî. Çend xatir. Çend mîrat. Lawikê xwe dihêlim li binê gewda wê darê. Kamil e navê wî. Niha hebûya nûkamil û derengbiaqil bû. Çoo dibêjim. Dihejim. Sîngên min xwe berdidin bi ser paxila kerê. Lê pahn dibin. Şîr dipijiqin. Tevlî şopa xwînê diherike ber bi malê. 


15 Ocak 2022 Cumartesi

Qesr

Mihemed Elî yê Ser Zîzik bi siya ber êvarê re, li ser pişta ew qantirê tenê hestî û çerm mayî, gihêşt ber deriyê qesrê. Derî ji dara gûzê ye, peyarêk ji ferşikên arbeşk. Ne ji hênikahiya aniha bûya, kelekela nîvro wê agir ji erdê biçûya. Axir ne ji çerxa dinyê bûya ezê biheliyama got Ser Zîzo. Ji kêfa siyê re dilîzo. 

Deriyê qesrê bi xwe vebû. Li hewşika berfireh du jin sîxwurekî diguron. (Ne li bendî bin ev tifing nateqe.) Ji lingê wî yê di çongê re şikestî xwiyanî ye ketiye feqê. Mirûzê xwe tirş dike Zîzo, rast di wan re derbas dibe ber bi mitbexê. Qedexeke şerab vedixwe têhna wî naşikê, yek din bi ser dadike na, û yek din nebû, û yek din.  Zimanê xwe li ser lêvên xwe dibe û tîne, carekê li jêr û yek li jor, simbêlên xwe dimêje, Paşe jî wiha dikir got, meriv Paşe be başqe ye helbet lê xulamtiyeke baş jî bi herkesî nabe. Wext ne wextê fikara ye xulamtî li benda me ye. 

Em vegerin serî cardin. Zîziko vê ber êvarê ji ku vedigere? Ne dûr û dirêj -Ji xwekuştinê. Îro jî bi kêrî xwe nehat . Em ji ku zanin? Çimkî niha sîxwur dibirêje û çavê xwe li kûzê şeraba nevekirî digerîne. Kûzik hertim amade dixwaze, Paşe jî wiha dikir dibêje. Wiha dikir û bi kêrî xwe hat. Xwe dibeecîne Zîzikê me. Çima ew bi kêr nayê? Ji ber go serê wî zîz e, dilîze. Ev serî hingê dilîze ji kuştinê re jî nabe dibêje. Tu dibê qey şeytên ketiyê çawa çav wê kindirê dikeve dizigzig e, laş laşê berê ye lê serî ne eynî serî ye. Weke çiprîzkan di cihê xwe de nasekine. Ji xeleka kindirê dişeqite. 

Derdikeve hewşikê. Bi serê sîxwur yê bê laş re ser bi ser dimîne. (Nebêjin qey tifing li vir diteqe.) Tê bîra wî çaxa Paşe kuçikê qesrê kuştibû. Çima go carekê ber derîyê wî lewitandibû. Kevirek weke lapanekî bi herdu lingên wî yên paşî girêdabû bo biçe binê avê. Çima tenê lingên wî girênedabû nizanim. Paşe ye te dît qene bi tiştekî zane. Ez nizanim dibêje Zîziko, min zanibûya qene ezê jî bi kêrî xwe hatibûma. Tişta zanim, ew ro û ev ro di dîwarê qesrê de kevir li ser kevir siwar nebûye. Ev jî wiha bobelateke bi serê qesrika me de hatiye. Li dîwarên hewşê dinêre Ser Zîzo, li gor xwe tiştekî newaze tê hişê wî. Ezê du keviran bi serê xwe ve girêdim dibêje bo qet nelive. Qedeheke din vedixwe. 

Bi berbangê re bi serê qantirê xwe digire, ber bi peyarêka ji kevirê arbeşk ji deriyê qesrê derdikeve. Zû-dereng xwe digihîne qonaxa xwe. Kindirekê bi guliyê darê ve dadigerîne. Du lapanê keviran bi serê xwe ve girêdide. Hildikişe ser pişta qantir. Serî di'engire lê kevir nahêlin bilive. Xelekê dike sitûyê xwe. Çongên wî dire'elin. Tê ber çavê wî wexta beranê wî yê qemer xwedê dabû. Mîha devreş di ber de can dabû wê gavê. Hêsir ji çavan hatibûn xwarê. Bi ser qemerê xwe yî enîbeş xoxelî bû bi dilbavî. Di guhê wî de gotibû; berxo! wê êdî kîjan mîhê li ser te bibane lo berxikê mino, biçûkê berxawo. Diricife. Ji cihê xwe dipengize. Dengê Paşe tê guhê wî "lo Zîzo, Ser Pîvazoo tu ji xewa mirinê şiyar nebûyî hê qey?"

7 Ocak 2022 Cuma

piff..


Emê perîşan bibin îşev. Sirra bê tune. Pel nalive. Ebeden. Ger em xwe nexwin wê mêş me bixwin. Birînên me teze ne. Mêşên ti carî bi biçûkiya wan dilê min nexeliya ye li ser birînên min dixilmişin. Dimêjin. Xwirîka min tînin. Axir destên min dixebitin. Li hevalê xwe dinêrim. Şikiriya xwe tînim. Ne dest jî bûna, min ê çawa ev tişt ji we re binivîsiya? Nizanim. Dest muhîmin. Tilî muhîmtir. Amûrên herî bikêrhatî. Ji hiş wêdetir. Ji navê ber bi jêrtir û jortir. Ji her tiştî re dibin. Tişta tê hişê we û nayê. Wextekê min li derekê xwendibû; zewqa tilî didin mirov tu tişt nikare bide gotibû zamotayekî. Min wê gavê henekên xwe pê kiribû. Niha bi derewan be jî fahm dikim. Ma ne me çi fahm kiribe jî bi derewan bû heta îro? Ne bi derewan be jî bi tilîyan bû. Naxêr. Nizanim. Belkî li derekê hinek zanibin. Belkî li kolanekê? Belkî li çiyayekî? Li ber siya l'atekê? Li dor hênkahiya delavekî? Li ber bayê zozanekî? Li binê konekî wî zozanî bûn em. Me dil dabû hev. Ez û wê sîng qemerê. (Ne penêrê koçerê). Me hevdu bi dest û tiliyan miz dabû cara ewil. Destên wê weke perîdankan bûn. Wiha sivik û nazik. Ez dibûm ba. Te pifkiribûya bi piffa ewil na, lê bi ya duda ez li hewa bûm. Hildikişiyam 'erş. Nedigiham ferş. Dibûm merş, dibûm merş. (Naxêr ne hewcî ye ta û derzî)

Li hevalê xwe dinêrim. Rimilkê girtiye ser bêvilê. Reş-xeniqî ye destên wî. Mûyên min şûjin. Wecê min zer û ji xwe ne bawer. Piff dikim rûyê wî, li ba dibe ew nihîtê xortan. Digihêje qatê heftan rimilka li ser bêvilê. Diçe ber bi 'erş. Ez tikîtenê dimînim li ser vî mîratê ferş. Di dest min de qetek nan û serîyek penêrê koçerê. Dikojim hestîyên xwe, dimêjim mejiyê xwe. Piff bibêjin piff, wext berî wextekê bila ev kirtekirt derkeve ji serîyên me.