28 Mayıs 2020 Perşembe

Qehr


Çîroka min zarok e hê, wê mezin bibe. Ev çend 'emir e xwedî dikim. Ger nebêjim wê bibe zirecêba çîrokan. Bajêr bi ser min de tê. Çîrok nema di min de hiltê. 

Zemanekî pişta me di binê piştiyên hejan de xilûs bû. Zeman jî xilûs bû. Hefsar di destê mere de bû. Te berê zemên bida ku derê diçû wir. Niha em ji ber pişta xwe piştrastin, ji ber nexilûsbûna vî zemanî riprastin. Wî zemanî zilamê min berê xwe dabû memikên min. Ew dest hêdî hêdî nema ev memik dîtin. Jixwe ev memik êdî nema ew destan bibînin. Neman. Du memik ji çar destan re nabin, ne jî ji çar dest û têrkirina çar zarokan. Wî zemanî milên wî li bedena min dihatin hevdû. Nizanim mil dirêj bûn an ez tenik bûm, ev hertim meraq e ji min re. Ez di nava destên wî de li hev digeriyam, zîvalzîvalî dibûm. Bîr bûm. Bi binî bûm. Di bîra xwe de werdibûm. Difitilîm, difitilîm, difitilîm  li binê xwe asê dibûm. Dikişiyam, dikişiyam, dikişiyam jor, li qirika xwe diwarqilîm. Diqirqilîm. Çendakî dibûm girêk di cihê xwe de divizvizîm. Çendakî digiriyam, çendayek din nedikeniyam, çendek din dijiyam. Min wiha çîroka xwe mezin kir. Wiha roj bi roj biçûk bûm. Wiha ji nav milên wî zilamî reviyam. Li xwe vegeriyam, li hewş û sikaka xwe. Bişirîm li xwe, li memikên tune, li kenê sê zarokan, li rengê çar(yek)welatan.

Wî zemanî keçika min di bîra hewşê de werbû. Bîr bi binî bû. Ketina wê deqayekê derketina wê seetekê ajot. Piştî li pişta min bû, pişt xilûs bûm. Zeman bi pişta min re ditewîya. Zilam bi diranên xwe yî zengarî dikeniya. Ne ji qehra, ji kêfa.

Keçika min zarok e hê, wê mezin bibe. Ev çend 'emir e xwedî dikim.