15 Ocak 2022 Cumartesi

Qesr

Mihemed Elî yê Ser Zîzik bi siya ber êvarê re, li ser pişta ew qantirê tenê hestî û çerm mayî, gihêşt ber deriyê qesrê. Derî ji dara gûzê ye, peyarêk ji ferşikên arbeşk. Ne ji hênikahiya aniha bûya, kelekela nîvro wê agir ji erdê biçûya. Axir ne ji çerxa dinyê bûya ezê biheliyama got Ser Zîzo. Ji kêfa siyê re dilîzo. 

Deriyê qesrê bi xwe vebû. Li hewşika berfireh du jin sîxwurekî diguron. (Ne li bendî bin ev tifing nateqe.) Ji lingê wî yê di çongê re şikestî xwiyanî ye ketiye feqê. Mirûzê xwe tirş dike Zîzo, rast di wan re derbas dibe ber bi mitbexê. Qedexeke şerab vedixwe têhna wî naşikê, yek din bi ser dadike na, û yek din nebû, û yek din.  Zimanê xwe li ser lêvên xwe dibe û tîne, carekê li jêr û yek li jor, simbêlên xwe dimêje, Paşe jî wiha dikir got, meriv Paşe be başqe ye helbet lê xulamtiyeke baş jî bi herkesî nabe. Wext ne wextê fikara ye xulamtî li benda me ye. 

Em vegerin serî cardin. Zîziko vê ber êvarê ji ku vedigere? Ne dûr û dirêj -Ji xwekuştinê. Îro jî bi kêrî xwe nehat . Em ji ku zanin? Çimkî niha sîxwur dibirêje û çavê xwe li kûzê şeraba nevekirî digerîne. Kûzik hertim amade dixwaze, Paşe jî wiha dikir dibêje. Wiha dikir û bi kêrî xwe hat. Xwe dibeecîne Zîzikê me. Çima ew bi kêr nayê? Ji ber go serê wî zîz e, dilîze. Ev serî hingê dilîze ji kuştinê re jî nabe dibêje. Tu dibê qey şeytên ketiyê çawa çav wê kindirê dikeve dizigzig e, laş laşê berê ye lê serî ne eynî serî ye. Weke çiprîzkan di cihê xwe de nasekine. Ji xeleka kindirê dişeqite. 

Derdikeve hewşikê. Bi serê sîxwur yê bê laş re ser bi ser dimîne. (Nebêjin qey tifing li vir diteqe.) Tê bîra wî çaxa Paşe kuçikê qesrê kuştibû. Çima go carekê ber derîyê wî lewitandibû. Kevirek weke lapanekî bi herdu lingên wî yên paşî girêdabû bo biçe binê avê. Çima tenê lingên wî girênedabû nizanim. Paşe ye te dît qene bi tiştekî zane. Ez nizanim dibêje Zîziko, min zanibûya qene ezê jî bi kêrî xwe hatibûma. Tişta zanim, ew ro û ev ro di dîwarê qesrê de kevir li ser kevir siwar nebûye. Ev jî wiha bobelateke bi serê qesrika me de hatiye. Li dîwarên hewşê dinêre Ser Zîzo, li gor xwe tiştekî newaze tê hişê wî. Ezê du keviran bi serê xwe ve girêdim dibêje bo qet nelive. Qedeheke din vedixwe. 

Bi berbangê re bi serê qantirê xwe digire, ber bi peyarêka ji kevirê arbeşk ji deriyê qesrê derdikeve. Zû-dereng xwe digihîne qonaxa xwe. Kindirekê bi guliyê darê ve dadigerîne. Du lapanê keviran bi serê xwe ve girêdide. Hildikişe ser pişta qantir. Serî di'engire lê kevir nahêlin bilive. Xelekê dike sitûyê xwe. Çongên wî dire'elin. Tê ber çavê wî wexta beranê wî yê qemer xwedê dabû. Mîha devreş di ber de can dabû wê gavê. Hêsir ji çavan hatibûn xwarê. Bi ser qemerê xwe yî enîbeş xoxelî bû bi dilbavî. Di guhê wî de gotibû; berxo! wê êdî kîjan mîhê li ser te bibane lo berxikê mino, biçûkê berxawo. Diricife. Ji cihê xwe dipengize. Dengê Paşe tê guhê wî "lo Zîzo, Ser Pîvazoo tu ji xewa mirinê şiyar nebûyî hê qey?"

7 Ocak 2022 Cuma

piff..


Emê perîşan bibin îşev. Sirra bê tune. Pel nalive. Ebeden. Ger em xwe nexwin wê mêş me bixwin. Birînên me teze ne. Mêşên ti carî bi biçûkiya wan dilê min nexeliya ye li ser birînên min dixilmişin. Dimêjin. Xwirîka min tînin. Axir destên min dixebitin. Li hevalê xwe dinêrim. Şikiriya xwe tînim. Ne dest jî bûna, min ê çawa ev tişt ji we re binivîsiya? Nizanim. Dest muhîmin. Tilî muhîmtir. Amûrên herî bikêrhatî. Ji hiş wêdetir. Ji navê ber bi jêrtir û jortir. Ji her tiştî re dibin. Tişta tê hişê we û nayê. Wextekê min li derekê xwendibû; zewqa tilî didin mirov tu tişt nikare bide gotibû zamotayekî. Min wê gavê henekên xwe pê kiribû. Niha bi derewan be jî fahm dikim. Ma ne me çi fahm kiribe jî bi derewan bû heta îro? Ne bi derewan be jî bi tilîyan bû. Naxêr. Nizanim. Belkî li derekê hinek zanibin. Belkî li kolanekê? Belkî li çiyayekî? Li ber siya l'atekê? Li dor hênkahiya delavekî? Li ber bayê zozanekî? Li binê konekî wî zozanî bûn em. Me dil dabû hev. Ez û wê sîng qemerê. (Ne penêrê koçerê). Me hevdu bi dest û tiliyan miz dabû cara ewil. Destên wê weke perîdankan bûn. Wiha sivik û nazik. Ez dibûm ba. Te pifkiribûya bi piffa ewil na, lê bi ya duda ez li hewa bûm. Hildikişiyam 'erş. Nedigiham ferş. Dibûm merş, dibûm merş. (Naxêr ne hewcî ye ta û derzî)

Li hevalê xwe dinêrim. Rimilkê girtiye ser bêvilê. Reş-xeniqî ye destên wî. Mûyên min şûjin. Wecê min zer û ji xwe ne bawer. Piff dikim rûyê wî, li ba dibe ew nihîtê xortan. Digihêje qatê heftan rimilka li ser bêvilê. Diçe ber bi 'erş. Ez tikîtenê dimînim li ser vî mîratê ferş. Di dest min de qetek nan û serîyek penêrê koçerê. Dikojim hestîyên xwe, dimêjim mejiyê xwe. Piff bibêjin piff, wext berî wextekê bila ev kirtekirt derkeve ji serîyên me.