10 Mayıs 2023 Çarşamba

Kezebter

..liviyam lê nereviyam. 

Serê min li ser laşê hênik, bêhna xwêdanê tê ji hêwanê. Eger karibim çavên xwe vekim, ezê bibînim dilopên şor-tirş çawa ji çênîkan diherikin. Çend tayên konika pîrê, xwe ji qoziya herdu dîwarên li jor digihên hev, berdidin, li ser mijangên min dadikevin. Dixwirim. Ditevizin çend hucreyên çermê min û pê re wê ricifîna teze dihêlin li şûna xwe. Piff dikim jora bêvilê bi vacî-macî kirina herdu lêvên kezebter. Bi kêr nayêm. Eger karibim çavên xwe vekim, ezê bibînim xwediyê wê xirîna xewa mirinê. Venakim. Li tirse-xewn a şêrîn-şevan vedigerim. Dilivim, di pişta situyê xwe re li reşika çavên tirsê dinêrim. Min dil heye bazdim. Nadim. Ew bi xezebeke ne dinyayî û nebînayî dirêjî min dikin. Di dest wan de das û bivir, li hev didin. Şerqîn e, çiprîzkan didin. Şewq ji hovaniya wan diçe, ew şewqa li dû xwe tarîyê dihewîne. Çav li min dibin qelûna guran. Li zexmiya serê hesin dinerim. Bi şîqa şewqê re dibiriqim. Berî rohnî biguhere tariyê, li rûyê wan dinerim. Serên wan dişibin serê sitrîmişkan, di çavên wan de xwîn, diherike nava diranan. Dûxaneke reş berdidin ji bêvilê. Reş dibe rohnî. Dîlaneke dinyayî datînin paşre, mil di milan. Dihejin seriyên sitrîmişk. Dirêjî min dibin tiliyên bê laş. Dilivim, xwe dikişînim qalikê tirsê. Lê narevim. 

Serê min li ser laşê hênik, guhê min li xwediyê xirîna mirinê. Kê kuşt? Min kuşt. Bi çi? Bi xwe. Bi tena serê xwe û bi xêra va tiliyên bi laş. Çavên xwe vedikim. Li konika pîrê dinêrim. Guh didim dengê serê sibeha bajêr. Rohniyeke zelûl dide hundir. Hê nûka çav çavan dibînin. Dengê çivîkan bi ser dengên dinyayê dikevin. Wê bîstek din çivîk li rastiya xwe hayê bibin. Ezê jî li mirina xwe.