27 Mayıs 2018 Pazar

Dargerînk


Birayê min wê payîzê ji derd û kulan şitleke dargerînkê çand. Sala ewil xwe gihand ser xênî. Me hin caxên ji darên hewra kir binî, sala duyem lê pahn bû. Te digo qe rojê şaxek lê zêde dibe, hingê dişuxilî. Sal li dû salê êdî tav di siya wê re xwiya nedikir. Cîh têrê nedikir. Li ser xênî tev de geriya. Edî bi dîwaran re jî berjêr dibû. Weke berê avahiyek wiha li wê rastê tune be der û dora mala me tevde girt, hew texma pencereyên me vekirî bûn. Karê min î her sibehê ev bû: birîna şaxên dor  pencereyê. Nizam birayê min çend keç bi wêneyên xaniyê me xapandin. Keçê vî zemanî ji xwe kerin, ya li du peyvên xweş ya jî li çend qurişên belaş dinêrin. Min nedî kesî gotiye ez dilketim diranên te yî ketî. Dilketîne ew. Ez, diran ketî. Her yek û dilê xwe li derekê wenda kiriye. Çi hetîketî!

Wext bi wext dargerînkê bêhtir xwe bi ser me de dicivand. Her roj şer bû li mala me. Xweha min bi yekî xeyrî xerîb re reviyabû. Bavê min her go dihat bîrê perçe perçe dibû, paşre em bi perçê wî diketin me berhev dikir, ji xwe re bavekî bi dilê xwe çêdikir. Me niha bavê xwe weke çîçegekê daniye cîhekî li pêş çav. Em ava wî bi dilê wî didinê û ji toz û dûmana cixarê diparêzin. Çi xweşik dixwiye bavê me. Êvaran piştî herkes radizê ji xwe re dipeyive, hemû wextê din min nedîtiye deng jê derketiye. Min çend caran ji diya xwe re got bavê min dipeyive. Go huş be guriyê heram bavê te dê çawa bipeyive, min di devê wî de rît dê çawa bipeyive? Diya min xurifî ye. Kêfa wê pir ji kulîlkan re tê. Her roj yek bi yek pelên dargerînkê dijmêre. Ti carî bi temamî nejimartiye, ha hevîr hiltê ha jî xwarina li ser êgir dişewite. Li dora xênî virvirê wê ye hey dizivire. Me gelek şevan paşîva xwe bi pelên dargerînkê kiriye. Ditirsim em rojekê bibin çêlek bikin 'orînî. Kêfa diya min ti carî ji bavê min re nehat. Bûye çîçeg jî me ti xêr jê nedî, kulîlkan venake malkemot dibêje. Diya min bi qasî ji kulîlkan hezkir ji me heznekir. Dibe xweha min ji lema reviyabe ne go ji qewlê bavê min digot kêfa wê ji kîrê xerîb re hatiye. Xweha min kitan li diya min qetand û çû. Dibe kitanek ji ya diya min xweşiktir li xwe kiribe niha.

Dargerînk mezrîba xênî xetimandiye, ro bi ro bêhtir li me dicive. Xênî dilopan dike. Ez di ber vekirina mezrîbê nagihêjim êdî. Deng dikeve guhên min cîran dibêjin dargerînka tedeya wê negihê me dixwazî bila sed salî li wêde hanê be. Heqet dargerînk çima ji sînorê mala me dernayê? Ezê dîn bibim. Birayê min berî min dîn bû. Şaxên dargerînkê li sitûyê xwe digerîne. Heta ez digihêjimê ziman ji dev dikişe. Min meytê wî bi pelê daran nixumand, di ber serê wî kulîlkek ji kulîlkên diya  xwe çikand, sibehê yek êvarî dudu avreşandî dikim. Birayê min şîn hat pel vekir. Şaxên wî bi şaxên dargerînkê re gihêştine niha.

Dinya ro bi ro bêhtir li min dicive. Xênî li min teng dibe. Dargerînk li zimanê min digere, lal dibim. Li çavê min digere, kor dibim. Diya min hê li dor xênî dizivire. Hevîr li mal nema hilê, xwarin nema bişewite. Dinya li min teng dibe. Ezê bifetisim. Ezê bimrim. Ger bavê min kulîlk veneke, diya min kitanek nû li xwe neke. Ezê bimrim. Ezê bifetisim ji derd û kulên dinyayê.

25 Mayıs 2018 Cuma

Tirsa Qûnê


"Xwedê, dibêjin, ji dilopek av heyatek û ji her heyatekê dinyayek ava kiriye. Belkî jî xwedê dibêje ew nabêjin. Nabêjin kê gotiye dibêjin xwedê kiriye."

Ev weke dengekî xeybanî ji maseya li wê qoziyê hat ket kerrika guhê ez ê li vê qorziyê. Ez bi derbekê girnijîm. Bûm perwane. Min dûmana cixarê li xwe gerand, piffî hewa kir. Di nav de wenda nebûm. Çimkî hê ciwan im, li ser xwe me. Dûxana meyxaneyan çiqas pir be jî meriv li gor wê xwe bêhtir dibîne. Bila kes derewan li bedena xwe neke û nebêje "wenda dibim di dûyê cixarê" û 'hesret kêm nabe' nizam çi. Min heta vê roja 'emrê xwe bi çar keçan re da û sitend, navê her çaran jî Hesret bû. Tenê bi vî awayî ti carî kêm nebû hesret. 'Hesret(a)ên min mezin bûne' niha, bûne xwedî zarok. Pir şikir dikim ew zarok ne ji min in. Ne min ava xwe ti carî bi ser laşên wan de berda û ne wan ji çavan dilopek hêsir bo min rijand. Tirs pere dike carna. Ez ditirsiyam. Ne ji xwedê û ne ji 'evdan. Tenê ji dilopek baran. Na ne baran. Av. Yanî avik. Hesreta min î duyem ew hesret e go tenê carekê çi ye carekê jî Hesretekê prezervatîfek bi destê xwe li min bar nekir. Ditirsiyam. Ya qul bike? Ezê çi xweliyê li serê xwe bikim? "Netirse lawo" digotin Hesretan "tiştê ji te tê tenê dilopek e, ma qe tu xwedê yî ji dilopekê heyatekê bixuliqînî?" Rast bû. Min di heyata xwe de nedîtiye dilopa duyem ji min ketiye. Ev jî bila hesreta sêyem be, yanî dilopa duyem. Nizanim min çima ev serpêhatiya xwe ji we re got, yanî 'sertê'dhatî'. Heqet min çima got? Min negota jî dibû lê tir ne wek tirsê ye carekê ji qûnê derdikeve. Tirs her tê de ye.

Dilopa avê bo te çi îfade dike? -Pozê kaniyê, çip, çip, çip. Bo te? -Serê kîr,  tirsa qûnê, tirsa qûnê, tirsa qûnê. Xwedê ji her qûnekê re tirsek, ji her çongekê re qudûmek çêkiriye û gewdeyê însên li ser edilandiye dibêjim. Hevalê min dikene" "me li ser kiriye dêmeg" dibêje. Ez di xwe de digrim, nakenim.

10 Mayıs 2018 Perşembe

Şer


Zimanê wî wek marek saf ji hestî li zimanê min digeriya, yê min wek şivek ji dara kenêrê. Ber destê sibê kurm ket darê, mar kir û nekir li xwe nefitilî. Du çûkan bi pozê şeveqê re dest bi şerê berojkê avê kirin. Av mirin hewand. Xwîn neherikî. Perîk ji ber bê firîn. Zimanên me bi du gotinên şerûz li hev gerîn, bêyî şer biqewime em li xwe girîn.

Laşê'm dicemide. Laşê'm ta digre. Rojekê marekî xwe li çîpa min gerandibû, çermê maran di germa havînê de jî eyn wek ji cemedê be sar e te gotibû. Bi min pir ecêb nehatibû. Çima were? Ez ji marekî bêhtir dicemidim û ne tenê havînan min gotibû. Belê, di çavên te de germahiyê nabînim te gotibû. Çav meriv dixapînin tu were ser sîngên min germ li wir e min gotibû. Memik naxapînin, memik naxapînin te gotibû.

Wê rojê li pêş çavên me du meytê çûkan bi avê re diherikîn. Çiqas bêhn nedidan jî te bi bêvila xwe girtibû. Û min bi dilê xwe. Te negot "ma qe tu bi dilê xwe bêhnê distînî? " Lê ez li bendî bûm.

Du laşan ji êvar de hevdû di xwêdanê de hiştibûn. Per li hev nexistibûn lê firîbûn. Min dixwest şer bikim bi te re.  Min dixwest te biêşînim. Tu wekî her caran ji pevçûnan reviyabû. Te gotibû, her pevşabûnek me wek şerekî cîhanê ye. Kenê min hatibû. Marê di navbera me de çav li min qirpandibû. Tu hay ji wî marî tune bû.

Wê rojê du ziman li hev geriyabûn, yek marek saf ji hestî û yek şivek ji dara kenêrê. Piştî şerê cîhanê nizanim yê çendemîn min du qehwe çekiribûn. Te vexwar. Rûyê te dikeniya. Tu bextewar bû. Te vexwar û li te nebû sibe. Min tu kes nedî wek te qehwa bi jehr wiha bi kêf vexwariye. Sê rojan meytê te li şûna xwe ma. Min bi bevila xwe digirt ne bi dilê xwe. Li bendî ava baranan bûm bo vê bêhnê ji dinyaya min bibin.

25 Mart 2018 Pazar

Qirpik

Du nivîskar bi awayeke ji derî adetê hevdu nasdikin, qurt û qurt bîrayan diqurtînin, qirp û qirp qirpikan dertînin, yekî gotiye; ez Beckett bûma min nedivîsand, yê din; tu ne Beckett ba? - Min dîsa nedivîsand, qirpik li herduyan dikevin, du bîrayên din li xwe dikin zirar, çav li xanima maseya kêlekê diqirpînin, jinik dikene, du qirpik li herduyan dikeve, du nîvîskar bi awayeke ji derî adetê xatir ji hev dixwazin, qirpikek li jinikê dikeve, "tu weke berê ji min heznakî" dibêje, bêhna araqê tê ji hilma wê, dikenim, ji êvar de ev qirpika ewil e li min dikeve.

3 Mart 2018 Cumartesi

...hew*


Qudûm şikestî me. Ji her tiştî. Ji nig ketime. Di xwe'r nabînim. Ditirsim. Ezê çawa, ezê çawa gavek din bi pêş ve biçim? Nizanim. Diçim. Nîvgavek, gavek, du gav. Ezê çawa biçim? Nizanim. Diçim.

Her roja xwedê diwelidin. Her roja xwedê dimrin. Ezê bimrim. Nawelidim. Berê. Berî pel ji darê bê xwarê welidîme. Pel çawa di xwe'r nedîtiye were xwarê ez jî wiha. Pel mir, ez welidîm. Êdî carek din ezê çawa taqet bikim biwelidim? Nawelidim. Ezê bimrim. Çawa dimrin?  Çawa ji wî serê dinyayê têne vî serê dinyayê? Ezê çawa bimrim? Di xwe'r nabînim. Dibêjin wê  mirin were tu naçe. Lingên mirinê hene? -dibêjim. Baskên wê hene dibêjin. Difire. Baş e naxwe ji barekî giran xelas bûm -dibêjim. Ezê neçim, ewê were. Ji xwedê re şikir dikim. Baskên nedaye min daye mirinê axir. Rojekê min çavê xwe girtibûn. Hema wanî. Min çavên xwe girtin û hew. Baskên min çêbibûn. Di ser genimê têr simbil, garisên li du qamê - ber li çinînê derbas dibûm. Tûtûta tîtiyan, qebqiba kewê, pirpira kulîyan bû, bi min re nedigihêştin. Bilbilan deng li min dikirin. Çavê xwe veke! Çavê xwe veke! Digotin. Da tu vê xweşikiyê bibînî. Ez ne gulim! Ez ne gulim! Ne gul! Min digot. Xweşikiya we ji gulê re ye ne ji min re. Tu li ezmanan wek bilbilekî ye digotin, em li dû te gul. Çavê xwe veke me bibîne, da em bi te re bigihêjin. Ez ne bilbilim, ne bilbilim min got. Tu ne bilbil be em çi ne? Gotin. Ez ne bilbil bim hûn jî ne gulin min got. Dest bi girî kirin li dû min. Di ser bajaran re, nav dûmana teyaran re derbas dibûm. Dest li min bilind dikirin melayketên ti carî nedigihêştim wan. Rojekê min çavên xwe girtibûn. Hema wanî. Min çavên xwe girtin û hew.

Ezê bimrim. Ezê çawa di xwe'r bibînim bimrim? Nizanim. Nawelidim. Ezê bimrim û ne hew.

*Bo ew xanima rojekê çavên xwe girt û ez kor kirim.

3 Ocak 2018 Çarşamba

Beq-belalûk


..êvaran beqim, sibehan belalûk, ji ew rojê de. Ew roja min û birayê xwe li ser birkikê beq bi lûlikên qamiran dinepixandin. Diya min gotibû "berxê'm gunehin piff qûna wan nekin û bi ser avê de bernedin, wê xwedê li cem we nehêle, berî xwedê jî beq nahêlin, wê bibin belalûk li tilî û canê we, heyf e berxê'm, heyfa we." Me xwedê nedî ger em jê bitirsin, lê em ji beqên kesk ditirsiyan. "Ewên kesk yên avî û talûke ne" digotin. Wek marên kor bi jehrin tu nebê, ger dev li goşt bikin meriv beqa nake di cîhê cîh de dikeve, diperpite, hestiyên laşê wî dihelin, bêlome be! Lewma me ji dûr de ew bi keviran dikuştin, dipelçiqîn. Xwedê me ji xezeba jehra wan biparêze, amîn yarebbila'lemîn. Yê birayê min tişt nebû. Çimkî ew ji wan neditirsiya. Lê ez? Her şev dihatin xewna min. Ji destên min belalûk derdiketin, çermê min dijidiya, yek di ber yekê şîn dihatin. Min laşê xwe dixwirand dixwirand dixwirand, jê nediçûn. Sibehê şiyar dibûm hemî laşê min sor dibû qat diavêt. Min nediwêrîbû ji ti kesî re bigota. Roja ewil diya min pêhesiya, min got di xewnê de beq tên min. Keniya, bawer nekir. Min birin nexweşxanê. Bi rojan di destê tixtoran de  mam, nebûn derman. Xewên şevan li min heram bûn êdî da nebînim xewnan. Sibehekê li ser tiliya destekî bi du heb belalûk re şiyar bûm. Diya min êdî bawer dikir, birayê min jî, bavê min, hevalên min, mehel, bajar û hemî dinya bawer dikir êdî di xewnan de beq têne min. Êdî min xewn nedidîtin, lê li ser tiliyek destê min du heb belalûk. Diya min got "tişt nabe kurê min, emê te bibin cem mele Birahîm bila bibire wê belalûkên te jê herin, xwe netirsîne." Ez ne ditirsiyam. Lê zêde dibûn, bûn şeş heb. Bavê min digot; "ka yek di qûna te de jî derketiba!" Pir zora min çûbû lê min deng nekir. Bav wanî ne pir zora mere dibin lê axir tenê zora mere dibin, wekî din zirar ji wan nayê. Lê zora min çûbû. Sibehê ez û diya xwe çûn ber deriyê mele Birahîm. Min got "mele ez ketime bextê te de tu di bextê xwedê de" di hundir xwe de. Ez neaxivîm. Diya min got "ka destê xwe derxe jê cêba xwe." Min derxist. Mele hertişt fêhm kir. "Dêmeg belesebep jê re nabêjin 'alim" min got, mele û diya min keniyan. Bavê  min axirê ne li wir bû. Cîhê bavê min ne lê be ew der ji min re govend û dîlane. Mele belalûkên min jimartin, serê hemûyan çenikekî birrî, du sê caran li ser xwend, şeş hebikên ceh da destê diya min û got "va hebikan gereke hûn di nava çiravê de biçikînin, ger ev hebikên ceh şîn bibin bi êzna xwedê wê belabûkên lêwik jî vemirin." Em vegeriyan malê. Min bi destê xwe yî bi belalûk, ew şeş hebikên ceh, bi bisimilla bisimilla bisimillayan re di nav çiravê de çikand. Rojek, du roj, sê roj, heftiyek,  mehek derbas bû cehê me şîn hat, simbil girt, qimil ketê, em çûn ser bênderê, me ceh û ka ji hev derxist, me ceh bir aş û hêra, danî ber golikê, golik kir boraq, danî ser sêlê û têra xêr û xêratan jî me li cîranan belav kir lê belalûk zêde bûn û kêm nebûn. Gihêştin heta ser sînga min, yek di ber yekê. Ditirsiyam bigihêjin qûna min û bavê min bi min bikene. Axir neçûn ber bi wir. Li dor zivirîn û neçûn. Hemû laşê min girtin. Edî ji wan aciz nedibûm. Ne hewceye bêjim hûn zanin, 'elimandî ji cehimandî xerabtirin. Hêstên min jî diguherîn. Min xwe wek beqekî hîs dikir. Wek beqekî avjenî dikir, wek beqekî dipekiyam ji ser t'at û telîşan, wek beqekî radizam, wek beqekî dijiyam êvaran, sibehan bi belalûkan re tenê dimam. Diya min digo: "mere aniha bi lûlikekê piff qûna te bikira." Dibû hîkehîka birayê min dikeniya. Dibû wîqewîqe min dixeyidîm. Zora min diçû.

Aniha ne li wî bajarî, li bajarekî dûrtirî zaroktiya xwe me. Êvaran dibim beqekî girs û bi tirs, dadigerim qeraxa çem û golan, heta destê sibehan diwîqînim. Sibehan dikişim odeya xwe heta êvaran dernayêm. Naxwazim însan min bibînin. Fedî dikim. Ditirsim.