28 Aralık 2017 Perşembe

Çarmêr(an)kî


Ketin. Kurm. Dar. Fêrbûn. Zeman. Vezeliya. Pel. Hişk. Av. Xumxum. Diherike. Barûd. Zeman. Çilmisîn. Çar. Mêr. Bêhn. Xwîn. Xwê. Birîn. Sikak. Şilav. Gulşîlav. Maçîzerk. Xwêdan. Dilop. Niqut. Niqut. Masî. Çem. Ax. Kevz. Girêz. Herikî. Dinya. Tarî. Herî. Çirav. Xwîn. Qaşil. Dev. Birîn. Birin. Leşker. Mêrxas. Çûn. Zivirîn. Sitû. Ketin. Rabûn. Nebe. Nabe. Hatibûn. Sibê. Berî. Rojê. Danîn. Hilanîn. Nexwarin. Nevexwarin. Mêtin. Dimêtin. Hecûc. Mecûc. Hûn. Ji darê. Nîrê biharê. Bayê kulîlkê. Bêhna axê. Ber êvarê. Ketin. Ber bi çem ketin. Şop gerandin. Li ser qaşilê daran dilopên xwînê. Niqut. Niqut. Kurm dimêtin. Çelpçelpa dengê lingan maçîzerk dibizdandin. Rengê şola avê masî direvandin. Pel diketin bi ser çiravê. Xwîn avê şor dike dibêjin, xwê birînê kor. Bi ser çem de xoxelî bû siya darê hewran. Tarî bi ser sikakan. Leşker digeriyan li xaçerêkên di nav guliyên gulşîlavan. Xumîna avê ye li kevir dide. Deng bi çem ket. Fêrbûn bêhna barûdê zarokên li ser çarpiyan. Sor bû keskê kevkezka li rû avê. Gemorî diherikî çem, çar roj û sê şevan. Çilmîsîn dargerînkên li dor delavan. Xwîn ji çem û zeman dimêjin dibêjin, hecûc û mecûcên wî zemanî. Kurm ji ava qaşilê daran dikevin, li ser keviran vedizelin, têrnavzikî, nedixwin - nevedixwin. Meyt mîna kurmên navzik gepûz, nepixîn di nav çirava avê.

Ketin nebe rabûn nabe gotibûn çar mêran bi çilmêrankî. Ketin hebû, rabûn nebû.

26 Aralık 2017 Salı

Xefk

Dibêjin;  xwedê li ber şeytên xefk daniye, şeytên jî li ber însên. Sebeba însan nabîne dinya çawa teqil dibe ev e. 

Zivistan e. Ji ew zivistanên berf heta ber bi navê. Zivistanên berê hertim wiha ne; berf ji zivistanên aniha bêhtir û heyat ji zemanên aniha bi zehmettir. Pîrka min her cara qal dihat ser zemên digot; "we zivistanên berê nedîtin lo law, şikiriyê li xwedê bînin." Me nedigot şikir. Şikir,  ji rehm û dana wî re, ji baranên payîzê re, bêhna biharan, aqilê vî zemanî, gelî û çiya, kulîlk û beybûn, ji germa havînan û serma zivistanan re, ji zikê têr û laşê bi sihhet re me negot şikir. Me negot û em bêdeng bûn. Wek sewdaliyên li bendî germa himbêzê, mehkûmên li hêviya qirara dewletê. Em bêdeng û li bendî bûn. Li bendî û bêdeng. Weke li hêviya ew kewên bi ber dehfikê ve tên. Em di kozikê de û bêdeng bûn. Ez û xwişka xwe.

Berfa ji êvar de bi ser berfa çend roj berê bariyabû, vê sibê vekiribû. Bayê kurr bi wîzewîz çilprîzkên berfê ji berberojkan li ba dikir, dibir li nezaran datanî. "Ne aniha lê ber êvarî nêzî bavê we were wê berojk ji berfê t'azî bibe" digot pîrka min. "Çima yadê?" digot xwişka min. "Çimkî" digot pîrka min "ba dixwaze bi berfê re bilîze berf jî dixwaze bi ba re. Çawa heywanet ji hevdû hezdikin û bi hevre dilîzin, weke ew çûkên di nav guliyên darê de didin ser pişta hev û xwe ji qotên darê ber bi jêr ve gêr dikin,  çawa wextê du însan dil didin hevdû û li qewdê bedenên xwe zîz dibin dizîvirin, ba û berf jî wanî ne. Li berberojkan, cîhê bê dar û devî digihêjine hev dilîzin û hevdû diajon nezaran. Ba bi vî hawî berfê tîne xefkê. Berf hay ji xwe tunîne lewma bi kêf dilîzê di nav pêlên ba re. Ger haya berfê ji xefkê heba wê bi ya ba nekiribûya digotin berê. Nizanim êdî çiqas rast çiqas derew e."

Me jî nizanî bû û em bêdeng bûn. Çûkên ji ber sermê perîkên xwe gij dikirin û xwe bi ser hev de diqijilandin di nav loda êzingên li hewşê kom dibûn. Carcaran hemû bi hevre  difiriyan wek haya wan ji tiştekî nû çêbibe û bidin dû wî tiştî. "Ew beytikê ji birçîbûna zivistanê nemire dêmeg qe ti carî nemire" digot diya min. Em bêdeng bûn, ez û xwişka min. Me xwe kişand kozika xwe dîsa.  Bi hêviya zevtkirina beytikekî. "Çûk wiha nayên zevtkirin" got diya min "gerek e hûn hinek genim an hûrikên nan li binê leganê bireşînin." Em bêdeng nebûn. Me bazda ber kîsê genim. Min çenga xwe tije kir. Em derketin derve, ez û xwişka xwe.  Me leganek bernixwûm danîbû ser berfê, aliyek leganê  bi pîjikekî bilind kiribû, benikek bi pîjik girêdabû û dirêjî heta şibakê kiribû. Ev aqilê bavê min bû ji me re gotibû; ger hûn dixwazin çûkan bi saxî zevt bikin wiha bikin. Ji sibehê de me ev dehfik li ber çûkan vedabû û em bêdeng di kozikê de bûn.

Min genimê di çenga xwe de valayî binê leganê kir. Nizanim çûkan dît nedît? "Lê divê çûk bibînin tu genim direşîne" gotibû diya min. Ez û xwişka xwe bi heyecan vegeriyan ber şibakê. Serê benikê bi darikê dehfikê ve girêdayî di destê min deye. "Bes e lawo" dibêje diya min "we hundir cemidand." Em bêdeng bûn lê me şibake negirt. Qeflek çûk ji nav loda êzingan firrek li xwe dan.  Xwe danîn dor dehfikê. Li genim peledar bû qeflê çûkên birçî. "Bikşîne! Bikşîne!" got xwişka min. Min kişand. Legan bernixwûm di berfê de çikiya. Qeflê çûkan veciniqîn. Firrek li xwe dan dîsa danîn li ser loda êzingan. "Yek ketê! Yek ketê!" got xwişka min. Me bazda derve.  Çûk di destê min de em vegeriyan hundir. Diya min şibake girtibû. Xwişka min qartonek anî, me çûk xist hundir qartonê û bo hewa bistîne du qul tê de vekir. "Wax wax" digot pîrka min "haya çûkê ji xefkê hebûya wê gûyê xwe yî ji havînê de  hişk kiribû bixwara û dîsa nediket xefkê." Em bêdeng bûn. Çûk û pisîka li tenişta pixêriyê mexel hatî jî bêdeng bû. Bavê min wê rojê heta tarî ket erdê venegeriya malê. Diya min çiqas li nav gund geriya û derî bi derî pirsî jî ti salox jê hilneanî. Wê şevê taveheyv bû. Em bêdeng bûn. Ez, xwişka min, diya min, pîrka min, çûk û pisîka li dor pixêriyê.

Sibehê bi giriyê xwişka xwe şiyar bûm. Çend perîkên çûkê di destê wê de bûn. "Pisikê xwariye" digot. Me li pisîkê nerî, pisîk weke haya wê ji tiştekî tune be li me nenerî. Xwişka min hê digrî, di dest de çengek perîk. Wê rojê jî bavê min venegeriya, dîtira roja din jî û heftira din, mehtira din jî venegeriya. Bavê min ew roj venegeriya. "Esker li newala çolo  xwe li xefkê danîne" digotin hin kesan "du-sê kes bi ser xefkê de çûne esker bi ser wan de reşandiye." Gund tevde bêdeng bû. Pîrka min her roja xwedê dia dikir bo yek ji wa kesan ne bavê min be. Ji wê rojê de îmana xwişka min ji pisîkan diçe, ya diya min ji bendemayînê, ya min ji eskeran.

21 Aralık 2017 Perşembe

Guhmertal


- Guhên te çima wiha mezin dibin?
- Guhê çi.
- Guhê quzê wê.
- Ya te!
- Qe tu serxoş î.
- Ez quzê diya te me.
- Naxwe bavê min her êvar dikute te.
- Dikute ca te! Binê ezê dilê te bihêlim ha!
- Temam. Min negot. Min tişt negot. Ka noş.
- Noşş.
- Guhên te çima wiha mezin dibin lo?
- Guhên çi? Tu xeyalan dibînî.
- Ezê xeyalên çi bibînim, ahaa bi şeref, guh li te dibin merş.
- De here lo.
- Mere nikare bi te re şoran jî bike.
- Kî? Ez?
- Erê bi şeref.
- Tu quzê wê dixwe.
- Hişş. Polês hatin.
- Va ca xwe gayan nizam her şev tên çi.
- Qe ew jî li quzê ca xwe digerin.
- Ka em ji wan bipirsin.
- Na kuro xwe ker bike. Lê bi ev guhên weke ala welatekî nizanim tê çawa bike.
- Çi bikim?
- Xwe ker bike.
- Temam lo. Bes e. Bela xwe ji min veke.
- Binêr ezê niha çi meselê ji te re bêjim. Hemma meseleye ha. Çîrokeke hêjayî nobelê jê derdikeve.
- Nobel çi ye?
- Quzê wê ye. Ma wê jî ji te re bêjim. Ez ancax çîrokê bêjim, nikarim ta bi derzî vekim.
- Temam. Temam lo. Tu bi ta bigre ezê jî bi derziyê vekim.
- Tu pê bigre çima ez pê digrim?
- Min go tê baştir pê bigre. Ez ji pêgirtinê re tune me. Lê ji pêvekirinê re heme. Çîrok çi bû îja?
- Min hê destpênekir te li me kir ziqûm.
- Na lo. Ka bêje bêje. Welleh min mereq kir.
- Temam ezê bêjim. Baş guh bidê ha.
- Erê. Guhê min li ser te ne.
- Dibêjin li gundekî va doran wextekî tiştên pir ecêb qewimîne. Binê min jî ji kal û pîran bihîstiye ha. Paşre nebê tu derewan dikî. Ew tiştê wiha ecêp hê ti kes nizane çi ye. Lê piştî ev hewalê dibêjin; hemû gundî kişiyane qalikê xwe. Ti kes ji malê dernakeve. Carcaran ji mecbûrî di dizî derdikevin. Çav bi çav nakeve. Derî li derî  venabe. Rû bi rû naşeqite. Dîsa jî dibêjin di nava malîyan de her û her tevgerek heye. Di hundiran de haya her kesî ji her tiştî heye,  kê îro ji jina xwe re çi gotiye, xwarina kê îro çi ye, xeyba kê hatiye kirin, mîha kê za ye, berxê kê miriye û heta kê îro di çi wextî de muyên xwe mûçikandiye. Lê axir li derve her der çol û beyar e. Çûkek ji çiyê bifire nav gund, dengê baskên wê li kuçê belav dibe. Ewqas bêdeng, ewqas sayîl,  ewqas çol û beyar.. Îja dibêjin li derveyî gund darek bilind hebûye. Tu nebêjî êvaran ji her malekê kesek diçe dor wê darê û guh dide ser. Di çîrokan de dar diştexilin, lê guh, bi qasî kevirên arbeşk kerrin, tu zanî? Tingîîn jê nayê, ebeden. Vêca, dibejin; ew dar wê rojê li gund çi bû ye çi nebû ye, dibêje. Yê diçe guhdariya darê weke gurê li dû colên pez, bi dizîka û pê li serê tilîkan dike. Ev bi salan dom kiriye, dibêjin.  Haya her kesî ji her kesî heye, lê haya ti kesî jê tune her kes hay li xwe ye. Wext derbas bûye epêce. Ê tabî dar pîr bû ye, ro bi ro deng lê nizmiktir dibe. Loma, gundî jî êdî bêhtir guh li darê bel dikin. Ji ber vê ro bi ro gundî jî guh li wan dirêjtir dibe, hingê diçe firehtir. Ti hed û hesêb ji vê re tune. Çawa guhê însên wext bi wext mezin bibe. Lê gundî ji xwe naqerin. Dixwazin heta mirinê bi hertiştî zanebin. Kurmê darê ye ketiye însên, wê çawa jê bigere. Axir, dar lal bû ye êdî riziya ye. Lê navê wî gundî wek  'Guhbelkê', ma ye û ma ye. Vêca dibêjim tu jî bi va guhên xwe yî mertal ancax ji wî gundî be.
- Min di çîrokê kiro! Çi çîrok - çi çîrok mala min, tew lêlê, pifff.
- Çi? Quzê wê, ev e? Ma te hêviya çi dikir?
- Min heviya serê  te yî xwar dikir. Ser kartolê ser kartol. Bisene ezê jî yekê bêjim.
- Na lo! Navê ca te çi ye?
- Ewka wê ye.

19 Aralık 2017 Salı

Perde

Perde dageriya.

-Fermo.
-Nizanim ez çewa bêjim. Hê ew saw ji min neçûye. Ji xwe ditirsim. Di dehsaliya xwe de ji vî tiştê li ser xwe hayê bûm. Bavê min ez biribûm berber. Şeqşeqa meqesê û pinpina mekîneya traşê bû li ser serê min. Pilçîna mûyan bû dipilçimîn dihatin di çavên min de diçikiyan. Min nikaribû destê xwe biavêta xîlika ji pozê min diniqûtî. Car caran çav ji mecbûrî vedibûn. Ew çewa be jî divê di nav re çav vebin. Her carê rûyên di neynikê de xuya dibûn, bi çirpîna mûyekî, cardin wenda dibûn. Her carê hin rûyên din, rûyên din, neynikek din. Neynikên berberan çiqas jî pirrin weke rûyên li ser rûkê dinyayê. Naletê li wan dibarînim. Li berberan. Li bavê xwe. Yên dibêjin em li vê dinê tenê bi rûyekî dijîn, naleta herî mezin li wan dibarînim. Bila kes nebêje; em di destê berberan û li hemberî wan neynikên wan ê bi tirsnak nabin keseke din. Ji kerema xwe nebêjin, na, nebêjin. Erê, ew neynikên tirsnak. Ji wan ditirsim. Paş û pêş li însên dikin yek. Hemû cihê xwe yî tu jê ditirse dibînin. Dihêle xelk jî bibînin. Bêhtir tu dibînî. Lê tu hê jî nizanî çi ne ew. Yên dibêjin dîtin û gotin nabe yek, nalet li wan jî were. Gotin tûjtir e. Dibe gûzan carina, bi çavê meriv re diçe. Dibirre. Xwîn jê nayê. Weke muyên diçilmikin çavan. Av û êlem jê tê. Diherike. Dibe ferat. Ji newalan berjêr dibe. Kîsoyên wextê baranan rev bi dest wan nakeve  di nav de difetisin. Difetisîm. Dibeecîm li ser kursiyê. Xîlik ji bêvila'm diniqutî. "Bes serê xwe virde wêde bike lo, welleh ma tu bûyî zilam êdî" got qesasê 'emrê min. Alîgirê qesas, bavê min, hat bi serê min girt. Bêhtir cîh li min teng bû. Min çav bêhtir li xwe şidandin. Lê divê di nav re vebin. Xwezî wê carê min venekiriba. Weke perdeyek dageriya navbêna min û dinyayê.  Hew min dît ne ez ezê berê û ne berber ne jî bavê'm yên berê ne. Ez xwe nasnakim. Wan nasdikim lê ne bi wa rûyan. Dinya li min guherî. Xwe nasnakim. Ew min nasdikin. Ez wan nasdikim. Xwe nasnakim. Qe hema cîh li min teng dibe, eynî weke wê rojê perdeyek dadigere, xwe wenda dikim. Dinya dibe dûxana mehserê. Difire. Li ba dibe. Dihele.

Perdeya li rû. 

- Tê ji me re çi bêje?
- Ma çi bêjim, ez jî nizanim. Me ji hevdû hezkiribû. Niha jî hezdikim. Çima heznekim? Ji rûyekî wî bi tenê heznakim. Hemû rûyên wî bo min yek ji yekî xweşiktir e. Lê wextê ew perde dikeve navbêna min û wî, wî û dinyayê.. Hertişt li ber çavê min jî reş dibe. Hingê ew diguhere ez jî pê re diguherim. Hingê perde dadigere em bêhtir xwe wenda dikin. Ji wextekî şûnde êdî dikarim bişopînim. Ew hertim bêhtir xwe winda dike. "Çawa go ew perde dadigere" dibêje "xwe nasnakim êdî. Dinya dibe mij û moran. Rû hemû wenda dibin ji ber çavên min, diguherin hin rûyên din. Dinya dibe dinyayek din. Wê dinê nasnakim." Ewil têdigihêştim kîjan rûyên wî wê kîjan wextî çi bike. Edî pênagihêjim. Ez jî pê re wenda dibim, heta go ew perde hildikişe ji ser rû. Hê jî hezdikim. Erê, nalet li wan ê dibêjin em bi rûyekî tenê ji hevdû hez dikin were. Tênagihêjim çawa dijîn bi rûyekî. Xwe dixapînin. Bê rû ne. Dixwazin dinyê di yek rûyî de bibînin. Nikarin. Dinya du rû ye, hezkirin heft rû. Ji wî hezdikim. Nizanim bi kîjan rûyî lê ew jî ji min hezdike, zanim. Wê rojê nizanim çi pê hat. Min zanîbû cîh lê teng bû. Lê nizanim çima. Ji min re got; tu kî ye? Min nizanî bû bêjim çi. Min texmîn nekir bi kîjan rûyî min dibîne, hûn fêm dikin? Cîh li min jî teng bû. Min xwest birevim. Bû qajewaja min. Min xwest birevim. Destekî bi serê min girt. Nikarim birevim. Perde girt ser rûyê min. Dinya guherî. Tav çû. Heyv nehat. Kulîlk venebûn. Rû guherî. Dinya guherî.

Perde hilkişiya.

- Pir kişand ji ber min û bêrûtiya min. Nizanim bi kîjan rûyî, lê ji wê hezdikim. Ne bi rûyekî, bi heftê û heft reng û rûyan.  Perde.. perdeya li pencerê wê rojê li ba bû, me neda dû.  Dîwar xalî ye, em bê rû,  şilpî tazî.

13 Aralık 2017 Çarşamba

Orgazm

Orgazmeke bi dilê xwe, xweştir e ji hezar pevşabûnan.
Gotina Jinpêşkokan

Ji ber, bi şevaqê, hertim xwêdanek min bêhnfetiskî dike xwe digire ser laşê min, bi dengê sibê re xweşûştinên hênik êdî ji min re bûne adet. Tu karê min tune be jî, her sibeh zû ji xew şiyar dibim û avek hênik bi ser laşê xwe’d berdidim.. bihar, havîn, payîz.. ferq nake.

Niha ber êvarî ye vê dinivîsîm, ro çû.. çû, neçû ava.. çênik ma ye, wê weke her rojan biçe ava.

Vê sibê jî sibehek wek her sibehên ji xweşûştinên min î hênik e. Bi xwêdana bi her serê sibehan min bêhhfetiskî dike re şiyarbûm.. Ya rebbî, çi xwêdan-çi xwêdan.. ne hûn behsbikin, ne ez bêjim, hema wilo xwêdan û ji min diniqûtî. Naa, nediniqûtî.. Hin ji serê çîpên min û ber bi sîngên min ve dihat, hin jî ji nav porê min î gûrr re dadiwerivî ber bi stûyê min, herdu feratên xwêdanê di navbêna sîngên min û rûyê min (wek hûn jî zanin stûyê min e ew der) dibûn yek, û yekî vêde, yekê wêde dikişkişand, axx ya rebbî ew çi şikence bû.. qey xwêdana hemû dinê, hew ma para min!

Bi hilozbûna ji nav cîh re, min ancax xwe di serşokê de zevt kir. Bi hênkahiya ava cemidî hê nû li xwe hayê bûm. Ma mumkin bû li xwe hayê nebim? Oxxx çi hênkahiyek xweş! Mêr be wê kîrsorkî bibe, jin be wê biazire; jin be wê xeyalên bi xortekî nûkamilbûyî re bibîne, mêr be wê xeyalên bi qîzek çardehsalî re biafirîne.

Hê av ji min nedawerivî bû, min piyên xwe di piyên bornozê xwe’y sipîbozî hê ji nûciwaniya min mabû rakir. Bornozê xwe’y sipîbozî hê ji nûciwaniya min mabû hilkişand ser pişta xwe. Bornozê xwe’y sipîbozî hê ji nûciwaniya xwe min nehiştibû piçek qilêr xwe li ser bigre li bejna xwe pêça. Bi pêçandina bornozê xwe’y sipîbozî hê ji nûciwaniya xwe min nehiştitibû piçek qilêr xwe li ser bigire min xwe kir wek gulokek berfê. Wek ew guloka serê salan ji ezmanan çawa hatibû xwarê, min jî xwe ji serşokê avêt derve.

Xwe gihandim mitbexê, ketil tije av kirim, da wek her sibehên berê, piştî ji xelasbûna xwêdaneke min bêhnfetiskî kiribû û jibo şerefa xweşûştineke hênikî-qerrisî qehweyeke tînxweş î-hêlawgerm ji xwe re amade bikim.

Heya ava min bikele min xwest du-sê deqeyan jibo bi qasî xweşûştina min î hênik, hewayek hênik di laşê xwe de hîsbikim, derkevim balkonê. Hê min ev ji xwe’r gotibû-negotibû, ber bi balkonê ve çûm jî. Wilo bi nazikî deriyê balkonê vekirim. Bayekî hênik î pêjn geş xwe li nava rûyê min da. (Divê ez lixwemikur bêm; her wexta sibê bi şevaqê re derdikevim balkonê û wiha vê hewayê hîsdikim, xwe wilo weke xanimeke ewropayî ko bi derketina ser balkonê re, bi caxên li dor balkonê digire û bi dirêjkirina serê xwe yî ber bi ezman re, porên wê û etegê wê yî heta li ber çogên wê li ber ba dikeve, dibînim.. Nizam ma wanî bû? Dibe tenê di fîlman de jî wanî be, nizam êdî, xwe ha’lo dibînim).

Ew bayê hênik î pêjn geş, bi dîtina min dît, hîskirina min hîskir, bi derbekê (yanî wilo ne bi derbekê, axir bibêjim bi nazikiyekê jî dibe) bi hewldanek ne xwe biêşîne û ne min, bi lêxistina li ser çîpên min î li derveyî bornoz re, weke marekî hurik-hurik bikişe nava hêlîneke çûkekê, weke xortekî nûkamilbûyî  bi fediyok daxilî nava himbêza fahîşeyekê bibe, kişaya, ber bi nava herdu paqên vê guloka berfê yî di nava bornozê xwe’y sipîbozî hê ji nûciwaniya wê maye.. Bi ricifîneke xwirîka meriv tîne re veciniqîm. Wek jilêtekî hê binçeng û berzik û serzik û.. nedîtibe, hema wanî tûûjj û zirav, piştî gerandina li dor çîpên min, li dor laşê min bi fetlonekên xwe’y hênik, ber bi movika herdu paqên min û ji wirde’w ber sîng-morîk û bersîngên min ve kişiya. Hê fetloka talî li dor stûyê min nexistibû û ji min neçibû, yanê, min û tesîra xwe bi min û halê min î ez xistibûmê tenê nehiştibû, avake tîn-ger û zer-mezeloqî niqut niqut ji nava movika paqê min de, ber bi jêr ve, bi çîpa min î çepê ve herikî.

12 Aralık 2017 Salı

Mêş


Li perrê çûyînê. 

Germ e. Dengê cîranan tê. Jinik digrî ji qirikê. Mêrik diqîre bi ser sikakê. Giriyê jinikê li kuçê belav dibe. Vê carê bêhtir. Her diçe bilintir. Xwêdan ji stû diherike ser pêsîrê. Mêrik bazdide hundir. Çûyîn û hatina wî yek e. Çifte di dest de derdikeve. "Ezê bikujim!" dibêje. Ez berê xwe diguherim. Germ e. Xwêdan didim. Xanima min nîv seeteke di serşokê de ye. Piştî wê ezê derbas bibim. Li derve dengê jinikê kêmtir dibe. Bêhnfetiskî, dike îskeîsk êdî. Mêşek xwe li ser  sûretê bavê min yê bi dîwar ve mîxkirî datîne. Ji arûşkê hildikişe ser poz. Hat texma çav. Dadigere ser lêvê dîsa. Xanim ji derî dikeve hundir. Porê wê hê baş zûha nebûye. Çend dilop av jê diniqute. "Ew dengê çiye gelo?"dibêje. "Cîran" dibêjim. Bêdeng dibe. Mêş hê digere li ser sûret. Av diniqute ji por. Xwêdan diherike ji eniya min. Li derve êdî hew digrî jinik. "Hew dikarim bi te re  biqedînim" dibêje xanima min. "Ez baş fikirîm, serê mehekê ye dikim û nakim tu tişt ber bi başbûnê ve naçe. Ez jî hew taqet dikim. Hal di min de nema êdî. Bi vî awayî em ji zirarê bêhtir tiştekî nadin hevdu. Naxwazim bi te re di nav eynî cîhî de razêm. Zanim ne xema te ye jî. Zêde tiştekî me di ber hevde tune ye jixwe. Ti guliyên em ji hevdu re bihûnin jî nemaye. Pir zehmet e wiha. Bi min pir zor tê. Qe tu jî tiştekî nabêjî?  Nebêje, baş e, min jî ev hêvî dikir. Niha ezê xwe girêbidim. Ji xwe alavên min serhevdayî ne. Û tu yê tu carê din, tu, carê, rûyê, min, û, tu... " Bêdengim. Guhên min dengên dinyayê nabihîzin. Xanim bê navber diaxive. Deng weke xuşînê hino-hino tê min. Dixwazim guhê xwe ji hemû dengên dinyayê re bigrim. Tenê xwêdana ji laşê min diherike hîs dikim û mêş a li ser sûretê bi simbêl dibînim. Siya 'esirkî ji serê kûçê dadikeve. Germ e. Xanim, di dest de çente û bahol ji derî derdikeve. Bi şirqîna girtina derî henkahiyekê hîs dikim. Mêş difire. Vingîne li perrê mêşê, li dor peravê çûyînê. Radibim paceyan digrim. Dengê cîranan nema tê.

Li qeraxa devê beratê. 

Ez û ew li binê siya dara tûyê rûniştî bûn. Digot: "va çend meh e xanima min rû nade min, wê rojekê here, ne dixwazim here ne jî bimîne (...) xwe weke firaqeke neşûştî hîs dikim." Min guh nedidayê. Wî jî guhnedida min. "Dora te ye, de bilîze destê xwe" min got. Li min nenêrî û kevirek bi pêşve gêr kir. Çend zarok di kuçê re bi bazdan derbas bûn. Heta ji çav wenda bûn me li wan nerî. Ji destê yekî tiştek ketibû erdê, ji dûr ve wek mirîşkekê bû. "Pir germ e" got. "Erê, xwêdan di qûna meriv re diavêje" min got. "Pînika mirîşkan wê ji derve hêniktir be" got. "Çima?" dibêjim. "Çimkî" dibêje "wextê canê min zêde germ dibe xwe di pînika mirîşkan de hîs dikim, bêhna zilq û xwêdana mirîşkan, germa pûş û palaxa havînê, vingîna mêşan, gûyê li ber tavê hişk bûyî.." Dilê min lihevketi bû. Pîsê heram hertim li min wiha dike. "De temam lo! Te xwelî li serê min kiro!" dibêjim. Di nîvî de qut dike, huş dibe. Çêtir e, xwezî qe neaxiviya, timî wiha bê sewt bûya. Ji cihê zarok qasek berê pêde reviyabûn tûleyekî kuçikan tê. Ji germa teliqî ye. Ji birçîna noqa wî bi hev ve zeliqî ye. Hemû parxên wî têne jimartin. Pirç bi ser piştê ve nemaye keçelê heram. Digihêje ew tiştê ji destê zarokan ketî. Li gor qenyata min berateya mirîşkê bû. Noq dibe bi ser de, bêhn dike, hildigire devê xwe. Ber bi siya me de tê. "Kuçik be jî li ber vê germê nikare goştê berateyekê bixwe, te dît" dibêje. Tûleyê heram hat li binê siya darê mexel bû. Ne mîrîşk e ya di deva de. Başîqek e. Hê bêhn pê neketibû. Kuçik carcaran çavê wî li ser me bû. Yê me ziq li ser wî û li berata di nav diranên wî de bû. Mêş xwe li beratê digrin. Vingîne li dor devê kuçik. Hew xwe digrim, hoşşt dikim. Kuçik ji nişka radibe, berate jî pê re, diçe. "Tu zanî" dibêje birakê min; "diya min digot, wextê bavê min hatiye kuştin a wiha havîneke weke agir germ bûye. Heta wê havînê, ji germê agir bi çend perçeyên zadan ketiye. Hin jî dibêjin na dewletê ew şewitandine, lê tu pê qîm neke. Diya min dibêje, rojekê ji sibê heta êvarê meytê bavê te li nav pirêzeyan ma. Ti kes newêrîbû bi ser de biçûya. Zeman pir nexweş bû ye tu zanî? Heta xwe gihandine meyt bi çi zor zehmetê. Vêca diya min digo kula min ne meyt, ne xwîna li ser pûş belav bûyî bû lo. Kula min ew kul e vingîna mêşan bû li ser ew rijxwînê. Ji lewma hiletê diya min diçe ji mêşan ew ro û ev ro." Bêdeng bûm.

Li ser gewmika xwînê. 

Kûçik li ber siya dîwarekî mexel hatibû. Berate tevde rûçikandibû. Zimanê xwe cara dawî li dor devê xwe dixe. Mêşeke li ser bêvila wî danîye bi derbekê gez dike, hemû mêşên din divingînin, difirin, qasekê şûnde xwe li ser gewmika xwînê datînin.


7 Aralık 2017 Perşembe

Xof


Ji guhê gê deng li we dikim.

- Hişş be guriyê heram, wê me bibihîzin. Qe tu sirguna me dixwazî?
- Dixwazim zû bibe sibe.
- Tu du peyvên din bikî qe li me nabe sibe.
- Çima? Wê tavê vemirînin?
- Na. Wê me ji guhê gê derînin.
- Guhê gê pir xweş e qe?
- Ji derve çêtir e.
- Derve serma ye.
- Ee, serma û talûke. Tu wê tivingê ji dest xwe bernedî.
- Bi destên min ve zeliqiye ji qeşê.
- Tiliya te li ser tetigê ye?
- Ee.
- Hişş be, bi vir de tên.

Ji hundir defê bang li we dikim. 

   Beriya çend salan bû min ji wê keçikê hez kiribû, wê gulîmorê, lêv neynikê, çav qendîlê, rû şemamokê.. Ew wext zeman xweş dihat û geş diçû. Dinya li ser qiloçên gê bû, dest û tilî li ser morî - memikan. Wext hat, moza bi wî ga yî vedan. Hiloz bû. Serî li xwe bir û anî. Zîtok li cotkarê xwe dan. Halet li xwe xera kir. Ji xeta cot derket. Qet li xwe qetand. Qudûm li me şikand. Dinya bû topek agir bi ser me de hat. Me xwe di binê berfê de veşart.
   Dinya hê gindir dibû. Em şiyar bûn ji xewa sermê. Ker bibû guhê gê. Min xeber şand ji gulîmorê, bila xwe girêbide da vê şevereşê em hevdû hildin ser pişta qantirê bavê. Birevin. Birevînin. Biçin. Dûr welatan. Xweş çiyayan.
   Em ketin rê. Rê ket bergiya çiyê. Bû xof ji min re dengê rovî û pelisîrkan, bû sitare bejna gulîmora li pişta qantirê. Lê xof e mîratê ya talî, bi ser dil ve tê.  Çav li çar çavan ketim, li pişta l'atê, derdora deviyê. Min şoş kir li qantirê bavê, hilgirt qewza tivingê. Kişand dêv mîrata guleyê. Ket hişê min carekê rîhspiyekî gotibû li serê civatê " di çîrokan de tiving bê hemdê xwe diteqin gelî cim'etê." Min guh neda tirs û xofê, xwe ker kir, ketim şopa rê. Xweş tê ji xweşwelatan dengê defê.

Ji sînga mirîşkan, baskên çivîkan, vingîna mêşan û fişîna maran deng li we dikim. 

   Wê şevê guh li gê ker bû. Xofek bi ser maliyan vebû. Pistepista cinan, çirçira çîrçirkan bû. Guh li gê fireh bibû, temamê seriyan di hundir debû. Wê îşev xwîn birijê digotin, xwe hemed bikin. Xof bêhtir dibû, tevlî zûrîna guran, fişîna maran dibû. Em di guhê gê de, guh li teqîna dengê tivingê. Xof bêhtir dibû, tevlî şelpeşelpa lingên qantirê, pistepista binê lihêfan dibû. Dinya di guhê gê debû, guh li gê firehtir dibû.

3 Aralık 2017 Pazar

Şilope

Dibêjin; kîso gotiye, ne ji ev qalikê li ser pişta min bûya min ê rojê heft qîz ji qîzanî bixista. 

Li vê dinê ji min bêhtir dixwe'r nedîtî kesek tune. Hûn nabînin. Ger hûn lê rast hatin jî texsîr nekin bikujin, qet'la wî ji terefê min helal e. Yan jî guh nedinê bila ew xwe bikuje, çêtir e.

Şeveke payîzê ye xwedê min daye. Li gor saloxên dêya min dibêje, ez wî wextî jî bêyî dilê xwe bûme. Hingê wan bi serê min girtiye û ji nava paqên gulîsora dêya min kaş kirine, min bêhtir xwe bi hundir ve kişandiye. Dîtine yek tenê ji heq nayê der, rabûne ji gund gazî du qeraseyên zilaman kirine. Ew jî gelkî di ber xwe dane, pîra min î perda rûyê xwe çend carên din jî qetandiye digot; "xwîndanê di qûna wan re avêtiyê" lê dîsa ez ji ser 'eksa xwe venegeriya me. Gund tevde bi ser me de hatiye. Hinan gotiye "em wî perçe perçe bikin wiha derxin." Hinan "na" gotiye "tevr û biviran bînin em cîh lê fireh bikin." Yek heye hê jî tê bîra min dibe hîkehîka min dikenim "jê bigerin, çawa ketiyê bila wiha jî derkeve" gotiye. Welhasil her seriyek sewtek jê derketiye. Axir yekî gotiye emê kindiran pêve girêbidin û bi qantiran bikşînin. Ev fikir ketiye serê hemûyan. Du qantir peyda kirine û du kindir. Qantiran jî gelkî zor daye xwe lê min hew taqet kiriye, derketime. Lê dêya min hê jî ji ber ew jan û zehmetiyê bi ser hêlekê ve dikule.

"Kîsoyê kîso ye" dibêje dêya min, hertim "ger pêjna baranê bi ser deştê bikeve car berî carê hewl dide xwe li cîhekî bilind bigire, lê tu, hin şîşên sor jî bi qûna te ve deynin tu nalivî ji cîhê xwe."

Niha dîsa rojeke payîzê ye. Li ber şibakê me. Ezman bi ser deştê dibare. Şalûl û bilbil vekişiyane ser hêk û hêlînên xwe. Gur û rovî kişiyana qul û terkan, nav zar û zêçên xwe. Leglega ji qeflê wê bîskê derbas bibû dûr ketiye, çawa jî dibezîne. Dêya min ev serê nîv seetê ye bi hêlehêl çawa jî weke leglegê li dora xwe peledar bûye. "Min cil avêtibûn ser têlê" dibêje "wê tevde şil bibin li ber baranê, wê biherimin, ew çarên bastêqê jî mane li ber şilopê, lawkê min de rabe tu jî wan biavêje hundir." Ez ji cihê xwe nalivim. Qet tiştek ne li ser bala min e. Dinya xera dibe? Bila bibe. Ba tê, baran tê, firtone tê? Bila bê. Birûsk vedidin, yek li dû yekê. Ez di pencerê re li derve seyr dikim û qet nalivim. Dêya min herhal cil berhev kirine. Derketiye li çarên bastêqa ji êvar de li der raxistiye beledar bûye. Virde û wêde dikule, dikulkule. Carcaran kofî - kitan jê difire. Guliyên wê li ber baranê şil dibin, rûkê wê ji ber firtonê sor. Ez nalivim. Dibînim kîsoyek li rasta hewşê xwe li nava gewmên avê dixe, da xwe li cîhekî zûha bigre. Dike nake sitareyekê ji xwe'r nabîne. Carekê dêya min lê dihulkime, kîso li ser pişt diqelibe û weha dimîne. Ez bêyî tiştekî biavêjim ser milên xwe bazdidim derve. Xwe bi ser kîso de xwar dikim. Baran ne xema min e. Meriv carekê xwe li ber baranê şil dike. Ya xwe bi xwe û ya bi kîso re, dibêjim di dilê xwe. Kîso dilive bo xwe ji ser piştê biqelibîne, ez digrîm. Ew dilive, ez nalivim. Ew dilive ez digrîm. Ez digrîm ew dilive.

Dêya min tê, bi milê min digre, min kaş dike. "Tu yê nexweş bikevî lawkê min têkeve hundir" dibêje. Ez nalivim.
"Ne ji ew qalikê li ser pişta te bûya kîsoko" dibêjim "û ne ji ev baranên vê dinyayê."
Dêya min dikene.