12 Aralık 2017 Salı

Mêş


Li perrê çûyînê. 

Germ e. Dengê cîranan tê. Jinik digrî ji qirikê. Mêrik diqîre bi ser sikakê. Giriyê jinikê li kuçê belav dibe. Vê carê bêhtir. Her diçe bilintir. Xwêdan ji stû diherike ser pêsîrê. Mêrik bazdide hundir. Çûyîn û hatina wî yek e. Çifte di dest de derdikeve. "Ezê bikujim!" dibêje. Ez berê xwe diguherim. Germ e. Xwêdan didim. Xanima min nîv seeteke di serşokê de ye. Piştî wê ezê derbas bibim. Li derve dengê jinikê kêmtir dibe. Bêhnfetiskî, dike îskeîsk êdî. Mêşek xwe li ser  sûretê bavê min yê bi dîwar ve mîxkirî datîne. Ji arûşkê hildikişe ser poz. Hat texma çav. Dadigere ser lêvê dîsa. Xanim ji derî dikeve hundir. Porê wê hê baş zûha nebûye. Çend dilop av jê diniqute. "Ew dengê çiye gelo?"dibêje. "Cîran" dibêjim. Bêdeng dibe. Mêş hê digere li ser sûret. Av diniqute ji por. Xwêdan diherike ji eniya min. Li derve êdî hew digrî jinik. "Hew dikarim bi te re  biqedînim" dibêje xanima min. "Ez baş fikirîm, serê mehekê ye dikim û nakim tu tişt ber bi başbûnê ve naçe. Ez jî hew taqet dikim. Hal di min de nema êdî. Bi vî awayî em ji zirarê bêhtir tiştekî nadin hevdu. Naxwazim bi te re di nav eynî cîhî de razêm. Zanim ne xema te ye jî. Zêde tiştekî me di ber hevde tune ye jixwe. Ti guliyên em ji hevdu re bihûnin jî nemaye. Pir zehmet e wiha. Bi min pir zor tê. Qe tu jî tiştekî nabêjî?  Nebêje, baş e, min jî ev hêvî dikir. Niha ezê xwe girêbidim. Ji xwe alavên min serhevdayî ne. Û tu yê tu carê din, tu, carê, rûyê, min, û, tu... " Bêdengim. Guhên min dengên dinyayê nabihîzin. Xanim bê navber diaxive. Deng weke xuşînê hino-hino tê min. Dixwazim guhê xwe ji hemû dengên dinyayê re bigrim. Tenê xwêdana ji laşê min diherike hîs dikim û mêş a li ser sûretê bi simbêl dibînim. Siya 'esirkî ji serê kûçê dadikeve. Germ e. Xanim, di dest de çente û bahol ji derî derdikeve. Bi şirqîna girtina derî henkahiyekê hîs dikim. Mêş difire. Vingîne li perrê mêşê, li dor peravê çûyînê. Radibim paceyan digrim. Dengê cîranan nema tê.

Li qeraxa devê beratê. 

Ez û ew li binê siya dara tûyê rûniştî bûn. Digot: "va çend meh e xanima min rû nade min, wê rojekê here, ne dixwazim here ne jî bimîne (...) xwe weke firaqeke neşûştî hîs dikim." Min guh nedidayê. Wî jî guhnedida min. "Dora te ye, de bilîze destê xwe" min got. Li min nenêrî û kevirek bi pêşve gêr kir. Çend zarok di kuçê re bi bazdan derbas bûn. Heta ji çav wenda bûn me li wan nerî. Ji destê yekî tiştek ketibû erdê, ji dûr ve wek mirîşkekê bû. "Pir germ e" got. "Erê, xwêdan di qûna meriv re diavêje" min got. "Pînika mirîşkan wê ji derve hêniktir be" got. "Çima?" dibêjim. "Çimkî" dibêje "wextê canê min zêde germ dibe xwe di pînika mirîşkan de hîs dikim, bêhna zilq û xwêdana mirîşkan, germa pûş û palaxa havînê, vingîna mêşan, gûyê li ber tavê hişk bûyî.." Dilê min lihevketi bû. Pîsê heram hertim li min wiha dike. "De temam lo! Te xwelî li serê min kiro!" dibêjim. Di nîvî de qut dike, huş dibe. Çêtir e, xwezî qe neaxiviya, timî wiha bê sewt bûya. Ji cihê zarok qasek berê pêde reviyabûn tûleyekî kuçikan tê. Ji germa teliqî ye. Ji birçîna noqa wî bi hev ve zeliqî ye. Hemû parxên wî têne jimartin. Pirç bi ser piştê ve nemaye keçelê heram. Digihêje ew tiştê ji destê zarokan ketî. Li gor qenyata min berateya mirîşkê bû. Noq dibe bi ser de, bêhn dike, hildigire devê xwe. Ber bi siya me de tê. "Kuçik be jî li ber vê germê nikare goştê berateyekê bixwe, te dît" dibêje. Tûleyê heram hat li binê siya darê mexel bû. Ne mîrîşk e ya di deva de. Başîqek e. Hê bêhn pê neketibû. Kuçik carcaran çavê wî li ser me bû. Yê me ziq li ser wî û li berata di nav diranên wî de bû. Mêş xwe li beratê digrin. Vingîne li dor devê kuçik. Hew xwe digrim, hoşşt dikim. Kuçik ji nişka radibe, berate jî pê re, diçe. "Tu zanî" dibêje birakê min; "diya min digot, wextê bavê min hatiye kuştin a wiha havîneke weke agir germ bûye. Heta wê havînê, ji germê agir bi çend perçeyên zadan ketiye. Hin jî dibêjin na dewletê ew şewitandine, lê tu pê qîm neke. Diya min dibêje, rojekê ji sibê heta êvarê meytê bavê te li nav pirêzeyan ma. Ti kes newêrîbû bi ser de biçûya. Zeman pir nexweş bû ye tu zanî? Heta xwe gihandine meyt bi çi zor zehmetê. Vêca diya min digo kula min ne meyt, ne xwîna li ser pûş belav bûyî bû lo. Kula min ew kul e vingîna mêşan bû li ser ew rijxwînê. Ji lewma hiletê diya min diçe ji mêşan ew ro û ev ro." Bêdeng bûm.

Li ser gewmika xwînê. 

Kûçik li ber siya dîwarekî mexel hatibû. Berate tevde rûçikandibû. Zimanê xwe cara dawî li dor devê xwe dixe. Mêşeke li ser bêvila wî danîye bi derbekê gez dike, hemû mêşên din divingînin, difirin, qasekê şûnde xwe li ser gewmika xwînê datînin.


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder