26 Temmuz 2020 Pazar

Huşş


Jinikê kitêb di cîh de bernixwûm danî ser çonga xwe. Li çavê Mêrik nerî. Mêrik huş bû. "Tu tiştekî nabêjî qey?" got Mêrik. "Tu têra me herduyan axivî jixwe" got Jinikê. Lê weke zanibe ne tenê têra herduyan, têra cîran, gund û bajaran tev de axivî be berê xwe guherand hêla şibakê Jinikê. Serê xwe bilind kir. Bi serê xwe re jî pozê xwe. -Ji xwe re fikirî Jinik; ji hev qut nabin mîratan. Serî ne eynî serî be jî poz eynî poz e. Mîsal serê wê yê vê sibehê û yê berêvara aniha ne yekserî ne. Sayîl bû. Fireh bû. Dinya di nava xwe de dihewand. Niha biçûk e. Hişk e. Nikare heba nîskekê jî bihewîne. Dicive ser hev. Deng bi ser de tê. Bêhtir dikişe xwe. Serê xwe yê vê sibehê ji bîr dike. Radihêje serê xwe yê nikîtop. Dike bin çengê xwe. Sivik dibe. Jê bê wê bifire. Pozê xwe datîne şûna serê xwe. Hilmekê jê distîne. Hilhhmm. Şewqa tavê dide derveyî firnikên wê. Siya kejiyê dadigere ser herdu qulan. Lêvên wê nayên bîra wê. Lê bêriya guhên xwe dike. Ne ji vî dengî re. Ji dengê avê re. Têla sazê re. Qebqeba kewê re. Ji sûsirka sûsikan re bêrî dike. Ne ji vî dengî re. Bêriya çavên xwe dike. Lê ne ji vî rengî re. Destê xwe datîne ser serê xwe. Yanî seriyê di bin çengê xwe. Hêdîka miz dide.- Hilmeke din distîne. Radihêje kitêbê. Dixwaze bixwîne. Nikare. Serî jê re lazim e. Bi destekî hewl dide seriyê xwe deyne ser sitûyê xwe. Serî ji nav dest dikeve. Digindire. Jinik li teqlên seriyê xwe dinêre. "Seriyê bê poz çi xweş dizivire" dibêje. Li lingê mêrik disekine. Mêrik nabîne. Diaxive. Deng nayê jinikê. Guh jê re lazim e. Kitêb cardin bernixwûm li ser çonga ye. Jinik dixwaze rahêje serê xwe dîsa. Lê qudûm jê re lazim e. Li kitêbê difikire. Dixwaze ew keçika bîst û çar salî be. Ew a rahişt serê xwe û çû. Ew a bû xewn û xeyal ji gund û maliyan re. Û ew a bi gur re gur, bi şivên re şivên. Dixwaze bi ya xwe bike. Bi serê xwe bike dixwaze. Neg ew bi serê wê bikin. Ne jî serê wê bi ya wan bike. "Ev serê min ê bi ya min nake, çawa ewqas sal bi ya wan kir?" dibêje. "Temam" dibêje Mêrik, "min fahm kir, tu êdî min naxwazî!" Dikene Jinik. Mêrik nabîne. Huş dibe. Radibe diçe. Gumîna derî tê guhê Jinikê. Serê wê li rastê ye hê. Dilê wê diçe qehweyekê wê êvarê. Radibe. Kitêb ji ser çongê dikeve. Daqûlî serê xwe dibe. Serî giran e, pê re nayê. Bêyî wî diçe mitbexê. Bi destpelînkê qehweyekê dikelîne. Vedigere. Li serê xwe dihulkime. Bê dev û rû dikeve erdê. Bi dev û rû radibe ser xwe. Kitêb li ser çongê. Dengê çirçirkên êvarê di guh. Devê fîncanê li ser lêvê. Qehweya ewilîn ya jiyana xwe yî duyemîn vedixwe.


11 Temmuz 2020 Cumartesi

Toq

Me hişt zemên çîrokên me nehêle.

Heyata min li ber serê min e. Ya hinan li dû wan e. Ew kore rê ne. Hinîn din li pêş wan e, ew heyata badilhewa. Ew dibînin lê kortir in. Ya min di sitûyê min de ye. Qinhetê tînin wê vê havînê bi dawî bibe. Ew dibên, ez nizanim. Dibên ev pergendel wê xwe negihîne payizê. Kurm û nexweşiyên havînê bêhtirin, loma. Payîz baran e. Zivistan sipî ye, berf e, cemed e, pûk û paqijî ye. Bihar ji xwe hûn zanin ne ti demsal e, xav e, kêm xwê ye, ne germ û ne sar e, ba ye - tav e - baran e. Carna ji xwe re difikirim; ewqa berf bi ser min de biheliya, ewqa ba li nav pirça min xista û ewqa baran bi laşê min de biherikiya minê jî weke biharê kulîlk vekira. Lê ka? Naa. Ne ti merîfet e vekirina kulîlkan bi min. Dîsa jî hûn ji xwe re zanin. Helbet hûn zanin. Vê jî zanibin; ez kerengek bûma ti carî li beyarên we şên nedihatim. Ji xwe li beyaran kereng kêm şên tên hûnê bibêjin ne? Nebêjin, ez zanim. Ne ji xwe, ji we zanim. Hûn, yanî yên pel û kulîlkxwir, hûn bi xwe zanin, lê va ye min dîsa jî a xwe got. We dît belkî neyê hesabê we lê sûncê we ye ev bobelat. Hûn, yanî yên zivira çerxê bi saya serê xwe dihesibînin, we kuta çerxan (yaniş fêm nekin, na wele bikin). Yanî qe nebe ya min. Dawiya biharê nêz e. Serê havînê jî anegore. Qirik li min dijidê. Jan jê dihere carna. Derna jî çend dilopên xwînê. Vê toqa di sitûyê min de çikiyayî kê kir sitûyê min çawa kir nizanim. Zemên hişt ez çîroka xwe ji bîra bikim. Lê toqa heyata min her li qirika min dijidê.

Ez ne ji ewên li ser serga me. Lê çi bikim ji her derê hatim qewirandin. Digerim, dibînim, direvim. Hoşto me. Bi pirranî xwedê nehişto. Min carekê neyt lê xera kir xwe bikujim. Derketim serê zînê herî bilind. Bayekî li sînga min da. Gavên min sist bûn. Bo gava dawî min lingê xwe bilind kir. Ricifî. Ricifîm. Nava min re'ilî. Xwêdan bi dora guhê min ket. Firnikên bêvila min fireh bûn. Bêhna min neçikiya, çû û hat - çû û hat. Wê rojê ji min re bû meraq,  hilma ewilî mere dide an distîne? Tu nedî nikarî bistînî. Nestînî nikarî bidî. Serê min giran bû. Lingê min ma li hewa. Weke hestî pêve tunebe bi min ve daliqiya. "Kuzzz" min go. Kazz min zanî bû lê kuzzz cara ewilîn bû. Wek têla tembûrê di hundirê min de be çizzînî ji nava min hat. Merheba tecrûbeya yekem. Min wê rojê xwe nekuşt. Lê tiştekî muhîm elimîm; mere carna ne ji kuştinê ne jî ji hiştinê re dibe. Qirika min zuha bibû. Min xwe gihand avê, şelp û şelp min vexwar. Berî da tavê, vegeriyam gund. Di rê de mirîşkek pêrgî min hat. Min xwe çeng kirê zevt kir. Bi bextewarî wegeriyam meskanê xwe. Min mirîşka xwe hêdî hêdî xwar. Çend caran pelçimokên hestiyan bi qirika min ve aliqîn. Jan jê çû. Serê du gundiyan xwiyanî bû. Perîkên mirişkê li dora min dîtin. Daqûlî erdê bûn. Hê serê xwe ranekiribûn min bazda. "Wê toqa ji te re hindike" gotin "xwedê jê re nehişto." Kevirê ewil li paqê min ket. Serê teriya xwe min bi çavên xwe dît. Toz û dûxan min li dû xwe hişt. Wê şevê qudûmê min nehişt ez wegerim warê xwe. Li ber çem mam. Heta sibê min du kevjal, sê kevjalan jî ez xwarim. Sibehê bi şeveqê re vegeriyam gund. Warê'm wêran bibû. Sergo hildabûn. Ez mexloqatekî hem bi war hem bê warim êdî. Warê'm wêran e. Toqa vî zemanî di sitûyê min de ma ye.