27 Aralık 2023 Çarşamba

"Berfa Sor" ango Hin Xêl û Xeyalên Panoramîk

Berfa Sor / Mehmet Dicle
Weşanên Zîz
2023

Di axiriyê de her roman panoramayek e. Çima? Nêrîn e, lewma. Di va mîrateyên berhemên edebî de, karakter tu bi xwe be jî (ew kesê tê qalê nivîskar bi xwe be jî) tu yê îlhes hewceyî nêrînên xwe yên ji derveyî xwe be. Divê tu ji derve de li xwe binerî. Belbî jî lewma ye dibêjin; tu yê ti carî xwe nas neke. Rewşeke girîft e. Lê axir mijara min ya li ser vê romanê ewê ne ev be û mala xwedê ava; yê xwe zane jixwe zane, yê nizane toz û tepaz e. Bi min huner, çiqas karibe bi dinyê vebe ewqas huner e. Çima bi dinyê vebe? Çi lazimiya hunerê bi vê "pêvebûn"ê heye? Nêrîn e, lewma. Nêrîn (bi çi awayî dibe bila bibe) ew "awira" derveyî dinyê ye. Ev "dervebûn" bi awireke hunerî re diguhere "tevlîbûna"dinyê. Mîsal; eger tu ne li derve be tu yê ti carî nikaribe li reşika çavên ew kesê li hemberî xwe binerî. Ji qewla Levinas; bi fikir, nêrîn, teheyul û heta bi derûniya xwe tu yê ti carî nikaribe di cîhana "yê din" keve. Tu yê hertim li wî sînorê "hêbûna yê din" biwarqile. Mixabin ew sînor ji bejna te bilintir e. Her carê tê xwe li wî sînorî rakişîne bo daxilî dinyaya "yê din" bibe û qûnaqûna vegere. Hewl e ev. Bi berhemeke edebî re, ev dibe hewleke hunerê û ew tişta mere herî nêzîkî wî sînorî dike ev hewldana hunerî ye. Ne bawerim weke her tiştê din pîroziyek hunerê jî hebe, lê eger hebe jî ewê ev hewldan be pîrozbûna hunerê. (Li ser ruhê Sheakspear el-fatîhe.) Bi min di berhemên edebî de krîterek hebe wê ev be; gelo çiqasî nêzî dinyê bûye? Wek beşereke eyidî vê dinyayê dibêjim; ew huner çiqasî nêzî dinyê bûbe ewê wîqasî nêzî min jî bibe. Ez; yanî, xerîbê axa vê dinyaliga niha li ser "hewl didim" hewcedarê vê hewla hunerî me. Ji derve me. Ne bi xwe me. Tenê ez û nêrînên xwe me. Ev romana Dicle di vê çarçoveyê de ew "hewldana edebî" ye û dikare mere misqaleke din nêzî sînorên dinyê bike. Çawa dike? Bi awireke panoramayî dike. Sînorên vê panoramayê digihê sînorê berwelatan. Ji derveyî wê dinê dinêre bo xwe bigihîne kezeba vê erdnigariyê. Ev awirê ji derveyî vê garanê awireke zelûl e, teql bi teql diguhere awireke bi dinyê ve helandî. 

Di vê berhemê de tişta bala min kişand panoramîkbûna wê ye. Tevgerên di vê berhemê de panorameyeke Kudistanê xêz dikin. Heta roman bi xwe panorama ye, ji hevokeke minîmal bigire heta bi pasajeke dirêj, bi tevgerekê, xuşîniyekê an çipînekê ev panorama weke deştekê pahn dibe li ber lingên çiyayekî. Bi vî awayî Berfa Sor bi dinyê ve dibe. Fermo çend dîmenên panoramîk:

Panorama 1: "Dewlet mîza kerê ye, naqede." (r.62) Mîza kerê çiqas neqede wê dîmen jî ewqas berfireh bibe û axir hûn çiqas bi şetê kerê zanibin ewqa bi qelsiya dewletê jî zanin. Mîza kerê çiqas dirêj biherike, dewlet ewqa li ber lingên we pahn dibe. Bawerim dengê wê şiirîniyê hat we? 

Panorama 2: "Hesp winda bû ji nişka ve, bi bayê bezê derbasî zemanekî din bû. (...) Sîya çiqlên dara gilyazê bi Şerbetê bûbûn siya gerîlayeke ji du qirşikan. Piçûçik. Bi qasî tiliyekê." (r.167) Ev 'zemanê din' dikare azadî be, nikare xewn û xeyal, belbî himbêza dê, belbî bêhna cehterê, belbî jî ne ti tişt be lê axir ew panoramaya ji xireciran sayil hat xêzkirin û madem dîmen amade ye em dikarin gerîlayekî ji du qirşikên dara gilyazê jî deynin ser qoziya vê dîmenê, belbî bi mirad me ji me re. 

Panorama 3: "Rojekê pêsîrên jinan bi çemê Kinê re hatine." (r.152) Çem diherike an pêsîrên jinan? Emê nizanibin lê ev çemê qehweyî nema li ti gewmikan disekine û ew pêsîrên jinan wê aqaran vekin li pêşiya wa gewmikan. 

Panorama 4: "Lezgîn di nîqika paşîn de kêrê di valahiya Sadiq de çik dike. Kêr heta pişika wî nasekine. Sadiq li bin dara sincê dikeve. Çûçik tê, xwe li ser guliyê darê datîne." (r.59) Li vir eger kêr negihê pişikê, çûçik jî nayê xwe li ser wî guliyê darê danayne. Bi awayeke din ketina Sadiq dibe firîna çûçikê be jî. Kêr çiqa bi kûr de biçe wê çûçik bêhtir xwe li gulî bijidîne. Ji vir û wêde ew çûçik em in, çûçikên bêbask. Emê her û her li vê dîmena benîademî binerin, metel. 

Panorama 5: "Bayê şeveke zivistanê hat, marekî kor fîkand, tifingek teqiya, dengê wê kar kir di çiyayan de, guleya wê ya westiyayî wek mêşeke havînê di ber çavên wan re derbas bû. Qurmê tiliya Remo ya eşedê jan da li dû guleyê.." (r.81) Awirên me jana tiliya Remo ne. Weke guleyan di ber çavên me re derbas dibin, ew êş û êşikên me yên ji axir zemanan de me bi xwe re gihandine heta vê derê. 

Panorama 6: "Çaqê wî yê çepê ji qeşayê bû, ranedibû, her ku ling davêt diderizî." (r.79) Panoramayeke li hemana ye ev, ezê di xwe re nebînim tevbilivînim. Neyta min tune careke din biderizim. Were lingê min, tu bide dû min, hela bê em newaleke din jî sax nakin. 

4 Aralık 2023 Pazartesi

Hezîme


Bayek di pencerê re dikeve hundir. Digere. Teqîna deriyê odeyekê tê û pê re beroşa li ser dezgehê mitbexê ji dîwêr dişeqite, zivrekê li xwe dixe, paşre li qûn rûdine. Pisîk dibizde xwe dixe qul û qulozên zexîreyê. Li pencereyan peledar dibim yek bi yek digirim. Bêdengî. 

Li bendî qedera xwe me. "Na lê" dibêjim "ma tiştên wiha jî çêdibin? Wê kaxizek ji ku zanibe kê çi gû xwariye?" Ev a li bendî me ne mumkin e qedera min be. Dibe heriya navekî xwe ne girtibe lewma beriya hemûyan vebe an belbî du nav bi hevre vebibin. Kî yê zanibe ji va çend navan kî ye ew gûxwir? Xwesûya min dibêje "tenê xwedê." Erê, tenê ew zanibe xem nake, çimkî dilsoz e ji ti keseke din re nabêje. Eger ew tenê zanibe jixwe ne mumkin e keseke din zanibe. Lewma ezê jî pişta xwe bidim Xwedayê alemîn. Gere mere li benda qenyata wî be, belbî wê çaxê mere karibe ji bendemayînê têr bibe. 

Carna zanebûn tuneye dibêjim. Hebe jî wê ev be; bêdengî. Xwedê bi her tiştî zane lewma evqas bêdeng e. Çimkî zanebûn vê dixwaze, bêdengiyeke eseh, qe nebe gotineke di cîh de. "Lewma şûrê bêdengiya Xwedê her tim weke nû hatibe seqakirin dibiriqe, ewqa tûj e dikare taseke avê di nêvî re qut bike û ji herdu felqên tasê dilopek av bi tenê be jî neniqute" digot ew şêxê bavê min vê êvarê ew li dû xwe anîbû malê. Çû. Niha ne li vir e. Şikek xiste navmera me û çû. Bi min Şêx tenê tiştek safî kir; berdewamiya jihevnebaweriyên me. Yanî, wî jî qurmek li agirê me zêde kir.

Guman, ji dilopeke xwînê zindîtir e. Dilop dikare di cîhê xwe de bisekine. Lê guman? Ew diherike. Fireh dide ber xwe. Axê dajo. Xiramekê dihêle li dewsa xwe. Ji kevir siviktir çi hebe dihelîne. Misqalek rimilk be jî namîne li nav wa bixuran. Kerkot dibe dinya. 

Şêx, li serê odeka vê sibê min bi şurtê dimalt, çong veda, bavê min li teniştê. Herkes sar. Çengek herî ji me xwest, çend perçe kaxiz û tasek av. Me danî ber. Qelemek ji ceba xwe derxist, danî ser kaxizan. Kefa destê xwe danî ser, bi ber bavê min de şand: "Binivîs." Nav, yek bi yek derbasî ser kaxizan bûn. Qelem ma li hêlekê, her navek bû topikek û paşre ketin nav girêkên heriyê. Ji vir û pêde hertişt ket hikmê ilm. Li ser girêkan bû minemin, hêdî hedî derbasî nav avê bûn. Destmalek ji bêrîka Şêx derket, devê tasê nixumand. Bi çend hilman li ser hat hûkirin. "Bi îzna xwedê emê çend kêliyên din rê li ber vê lehiya gumanê bigirin" got Şêx "ew kê ev şuxilê hanê kiribe ewê girêka wî navî biqelişe weke hinareke dawiya payîzê, de tewkel xweda." Vegeriya ser bavê min: "Tenê ez û tu emê wî navî bibînin, di dexlê te de me Hecî bila nebe sebebê xwînê, soz?" Hecî vegeriya li her rûyên me yekê mêzand; "soz, soza Xwedayê alemîne Seyda." Dest dirêjî kujê destmalê bû. Destmal hêdîka ji ser devê tasê şeqitî. Herdu seriyan bi çar çavan li hundirê tasê mêzandin. Du tiliyên bavê min dirêjî nav avê bûn, girêkek devqelişî ji nav kişand. Herî herifand, kaxiz vekir, di cîh de qat kir û cardin bi du tiliyan xiste ceba sakoyê xwe. 

Ji vir û pêde hertişt ket hikmê gumanê. Vedigerim mitbexê, beroşa vê sibehê li qûn runiştî hiltînim nav firaqoçikan. Pencereyan vedikim. Çênîyek goştê ji êvar de mayî datînim ber pisîkê, dike miremir. 

2 Ağustos 2023 Çarşamba

Berxweş

Bi rohniya agirê li derve pêketî re sûretên gulîyên darê direqisîn li ser dîwarên odeyê. Wî wextî şiyar bûm. Qerepeleyek hebû li derve. Bo zanibim ne di xewnekê de me gere rabûma ser lingan. Diteyisîm. Eger hestiyê bêvilê min nexapîne, bêhna şewatekê dihat. Tep û repa lingan bû ber bi heman hêlê ve bazdidan. Bi pêhisîna laşê xwe ne bawer bûm lewma serê min ket balîfê cardin. Kêliyekê jixwe ve çûm. Hingê bêhna şewatê tûjtir bû min nema xwe girt. Çavên min ziq man li ser sûretê guliyên darê. Min ev sûret şiband keriyekî qulingan ewil, paşre guherî silûetê pisîkekê. Rast li min nerî. Ji min be li tazîbûna min dinerî. Min xwe nixumand hinekî. Dest bi alastina lingên xwe kir. "Pişşt" min go, serê xwe bilind kir û cardin li reşika çavên min nerî. Bi destekî, min hêdîka balîfa li ber serê xwe kişand û dawşandê. Deng ji dîwêr nehat lê pisîka li ber pencerê pengizî. Nikarim di vî 'emrî de derewan bikim, hinekî tirsîyam. Ev hinekbûn jî hinekî derew e lê ezê serên we neêşînim. Hinek tişt hene carina mere hinohino dikin xwe. Vê carê belkî nebim lê wexta min şimika xwe xist pê, li ber pencerê şipiya sekinîm û li derve nerî; min ê ji ku zanibûya ezê bêhtir li xwe hayê bibim? Mere carina nizane. Nezanî taqeta can e bi min. Ew ê bi hertiştî zanibe wê çawa taqet bike gavek nû biavêje? Nizanim. Lê zanim min şimika xwe kir pê û şipiya li ber pencerê sekinîm. Ew kî bû digot nizanim; "mere hinekî jî kirinên zanebûna xwe ye." An zanebûna kirinên xwe bû? Çi ferq heye? Pir e, hûn zanin. Welhasil, min nerî agir bi mala cîranan ketiye. Şêniyên taxê lê peledar bûne. Her hinek bi qasî derfetên xwe çengek av davêjin wî agirî. Min tena derpê û pîjeme bazda derve. 

Kengî lê hayê bûm, nizanim. Tenê dengê jina min hîna di guhê min de ye; "Sebrî! rabe agir bi mala cîranan ketiye." Wexta ez derketim ji min pêve tu kes li derve tunebû. Di destê min de satileke tije av û bi matmayîneke tenê eyidî wê kêliyê, ber bi agir ve meşiyam. Bi hişê xwe ne bawerim lê dibêm qey destê sibehê bû. Wek şîrqeşîrqa dengê çûkên sibehê dihat guhên min. Lê cardin jî hûn pê ne bawer bin. Ez nizanim cîranên din dibêjin; weke cebilxaneyeke avê bi min re be li agir peledar bûme. Mumkin e. Hê min satila ewil li êgir nereşandiye di cîh de ketime erdê. Weke çav ruhsitîn ketibim ji xwe ve çûme. Min çi dît? Ezê niha ji we re bibêjim. Di dexlê we de me min çawa ji xwe bawer nekiriye hûn jî eynî wiha bawer bikin. Ew kî bû digot nizanim; "bawerî li ser nebaweriyê ava dibe." Bi min gû dixwe, naxwe nebawerî jî dikare li ser baweriyê ava bibe. Lê ezê cardin jî îro bi vê gotina qerase emel bikim. Nizanim. Hema wiha tê hesabê min. Min dît, Qeyso yê reşîqemer bi kazekaz ji nav agir bazdide. Ne ji serê wî bûya min ew nasnedikir. Agir ji serî wî pêve xwe li hemû laşê wî pêçabû, heta serê terîyê. Çav ji serî bazdidan. Li pişt wî Xanima Sureyya, bi kizirokên tayê serî li erdê pahn bibû. Li rex wê Emer Beg ê mêrê wê tevlî bedil û qerewata xwe çik û tenê disekinî. Tiliya xwe ya eşhedê hêdîka bilind kir û li pêşiya herdu lêvên xwe bi cîh kir. Go; "hişşş." Tenê tê bîra min çongên min lerizîn. Ava di satilê de jî lerizî lê nebêjin qey ji ber lerza laşê min bû. Hin jê dibêjin te bi xwe de mîz kiriye lê hûn bawer nekin. Ew peşkên avê bûn li teşkên min ketibûn, ji vêya bawer bikin. 

Bayekî payîzî dihat xwe li nav û guhê darên hê pelneweşandî dixist. Xuşêniya sikakê bû. Wê şevê xew li min tune bû. Lingek min li hêwanê yê din li şaneşînê bû. Destgirtiyê min vê mexreba roja reş ji min xeyidî bû. Çavek min li dûmana cixarê yê din li serê sikakê bû. "Ewê vegere" min ji xwe re digot, "Eger şiyar bimînim wê teqez vegere." Beriya çend salan em guldesteyek ji evînê bûn. Çawa bû, çi bû em guherîn gulsitrîyekî. (Ev gulsitrî gere nêr be, wek hûn jî zanin min karîbû bigota "gulsitrîyeke" jî lê hin nav li bejna zayendên xwe nayên.) Ev serê çend wextan bû balîfên me ji hev cûda bûn welhasil. Serê pakêta cixarê ya sêyem û dawîka ya duyem bû. Tam berxweş bibûm. Wê gavê çavê min yê li serê sikakê bi agirê li pencereya Emer Begê ket. Agir bi perdeyan re hildikişiya. Bû teqîna dengê caman. Piştre Sebrî yê mêrê Wesîlekê di dest de satilek ji malê derket. Satila weke min tam berxweş Sebrî bi hêlekê ve xwar dikir. Bi delkan xwe gihand ber agirê mala Emer Begê. Kazekaza kûçikekî dihat lê qajewaja jinikekê dengê wî heywanê sewsî ditepisand. Sebrî xwe li ber agir xweş kir. Dengê du teqînan hat. Bi va herdu teqînan re agir gurtir bû. Weke teqînên di nava me herdu destgirtiyan de bûn, piştî wa teqînan agirê me jî gur dibû. 

Bi destê wê sibeha hêlhele re baranekê ji ewran da rê û bariya bi ser xweliya vê taxê de. Encax wê gavê agir tefiya. Ji xaniyê destbirakê min Emer Begê xweliyeke komirî mabû û çend sûretên nîvşewitî yên bi teqînan re firîyane derveyî malê. Li ser wa sûretan, bişirîneke di bin simbêlan û ewtîneke kûçikê di paxila Sureyya Xanê mabû.

1 Ağustos 2023 Salı

Fîlmek: Das Weisse Band

Das Weisse Band / Michael Haneke
2009

Min  cara ewil texrîben heft sal berê li vî fîlmî temaşe kir. Piştî wê bi salekê li zankoyê bû mijara dersên me yên sînemayê. Bi vê mebestê min careke din temaşe kir û niha bo vê nivîsê bû cara sêyem berê xwe didim sinematografî ya Michael Haneke. Maşalê vê carê xelasiya xwe ji dest bikim, lê ne bawer im. Bîranînên vî fîlmî weke têleke nexwiyanî ne, li ber lingê temaşevanên hêja û nehêja xefk vedane. Xefkek e ev fîlm û weke her xefkê zane ewê te ji ku dera te zevt bike. Tu ewil weke xwe derdikeve ber ekranê, paşre bandeke sipî li milên te tê girêdan. Tu bi wê bandê re vedigerî malê lê ji te pêve tu kes wê bandê nabîne. Emê paşre ji vê rewşê re bibêjin huner. Huner bo min bi vî rengê xwe hinekî jî kedîkirin e. Weke her binavkirinê û paşre binaxkirinê. Binavkirin li ser vî celebî hinekî jî binaxkirin e bi min. 

Das Weisse Band 

Bila fîlm destpêbike. Em li gundekî Alman in. Wext beriya herba cîhanê ya yekemîn e. Li ser qenheta vebêjê fîlm ev çîroka niha wê ji me re were gotin bi temamî rast e an nerast e em nizanin. Jixwe ev ne muhîm e. Doktorê gund, li ser  pişta hespê xwe, ber bi gund ve tê. Hesp li têlekê dihulkume û tevî siwariyê xwe dev û rû dikeve erdê. Ew têl xwiya ye bi destê hinan hatiye danîn. Doktor birîndar dibe. Ew hê nehatiye ji bîr kirin, piştî wextekî jineke karçî tê kuştin. Paşre lawê baron tê revandin û hin şikence li ser laşê wî tên kirin. Piştre carekê agir bi êxurekî dikeve û  zarokekî din merûzî hin şikenceyan dimîne. Her çiqas gundî zanibin ev ê va xerabiyan dikin ji nav wan e jî tu kes li xwe eşkere nake. Fîlm hingê diçe hişktir dibe. Haneke bi her diyalogeke nû kêra hunera xwe bêhtir disûte.

Das Weisse Band 

Şideta li pişt deriyên girtî, xwedî ziman e êdî. Heta ziman bi xwe dibe şidet û li sitûyê wijdan siwar dibe. Şideta fîzîkî li ber ev a ziman nerm dimîne. Êdî wext destpêka herbeke mezintir e û gund dinya ye. Çiqas evqa bûyer diqewimin jî her yek ji yeka beriya xwe zûtir tê jibîrkirin. Jibîrkirin li vê nuxteyê hinekî dikeve eyarê efûkirinê. Lê dengê tûtîkekê, dilxelînîya ji jinekê, diyaloga zarokekî bi xwedê re, lêmikurhatinên gunehên bavekî, qurbanî kirina çûkekê, cezakirinên bavekî û hwd. nayên jibîrkirinê û pê re efûkirinê. Axlebe zarok bi destên dê û bavan têne cezakirin. Bi vê cezakirinê re di çavê gelek rexnegiran de "dê û bav dixwazin barê gunehên xwe li sitûyê zarokan bikin." Mumkin e. Hin jê jî li ser avakirinên kodên faşîzmê disekinin. Eger şîroveya ewil mumkin be ya duyem mumkintir e. Bi qewla şîroveyê, faşîzm, bi destpêka zarokbûnê re dikeve hucreyên ev jiyana ji mişt xerabiyê pêk tê. Di vê astê de ji ber go hemû qeîdeyên civakî sereqûnkî dibin, hikimdariya qencî û merhametê ji serî de têkçûyî ye. Xefka vî fîlmî ewil ji vir tê. Her çiqas em temaşevan (weke laş û  hişmendiyekê) li derveyî vê lîstikê bi cîh bûbin jî bi kutakirina lîstikê re emê jî piştî mihasebeyeke wijdanî wê banda sipî bi milên xwe ve girêbidin. Ew band semboleke pak û paqijî, rengeke masûmiyetê ye. Bi vê re,  qesasê derew, bêexlaqî, hesûdî, zexelî û gunehên bi her awayî ye. Keşayê gund xwedî çend zaroka ye. Piştî go dibîne zarokên wî tevlî çend cûre gunehan dibin, ji nûka ve (berê jî wiha kiriye) biryara girêdana bandê dide. Di heman wextî de ev band jî bi vê temsîliyetê cûreyeke cezakirinê ye. Yek ji vî cezayî jî îfşakirin e. Ev band her çî bibe sebeba bêgunehiyê jî bi heman awayî sembola gunehkariyê ye jî. Çi go, band di milên kê de be emê zanibin ew kes gunehkarek e. Axir em ji fîlm zanin, ev band jî wê rê li ber gunehkariyê negire. 

Das Weisse Band 

Bi min di vî fîlmî de masûmiyetek tenê heye û ew jî bê band e. "Xwekuştina" wî bavê karmend. Fîlm li ser vê mirinê nasekine. Tenê dîmeneke biçûçik em dibîbin: mêrik di hundir de dardakirî ye. Heta ev mirin liyaqî jibîrkirinê jî nayê.  Nayê bîranîn go heta were jibîrkirin. Li hember ewqa zûjibîrkirinan ev bo tu kesî nabe bîranînek biçûçik jî. Hinan kuştiye an wî xwe dardakiriye? Fîlm li ser vê pirsê tu agahiyan nade. Lê ev nehêjabûna jibîrkirinê dihêle go em bibêjin ev camêr "xwekuştî"yeke. Lewma ye, bi min bêgunehkariya saf ev e û tu band nikarin şûna vê paqijî ya zêdeyî hedê xwe  zelal, bigirin. 

Michael Haneke 

Haneke bi vê çîrokê re, rê li ber "hay ji xwegunehkariya" me vedike. Bi rasteqîniyek hişk emê lê hay bibin go heman gunehkarî li ser milên me ye jî. Lewma ne mumkin e em bê band ji ber wê ekranê rabin. Amenna. Lîstikvanan cîhê xwe girt, em li barê xwe hayê bûn û sînorê çîrokê guherî sînorê dinyayê, vêca pirs ev e; Haneke, di dest xwe de bi qedeheke şeraba Frensî û di nav herdu lêvan de bi qelûneke prototîp a rewşenbîriyê re li ku dera vê dinyayê bi cîh dibe? Jê wêdetir em, li rex yar û yarikan piştî derketinên sînemayê, di milên me de bandeke sembola bêgunehiyê, emê çiqasî karibin pak bin?

Das Weisse Band 


Nîşe: Ev kurtenivîs bo min kurteheqareteke li vî fîlmî. Di çavên min de ev fîlm liyaqî gengeşiyên hê firehtir e lê niha wê culhetê di xwe de nabînim. mixabin. Belbî di wexteke firehtir de û li dinyayeke din.  

25 Temmuz 2023 Salı

Romaneke Berbad: Şador

Şador - Dilawer Zeraq
Weşanên Lîs / 2023



Metnek baş, çawa zane wê xwendevanê xwe aciz neke? Bersiv: nizane. Metnek nebaş, çawa zane wê xwendevanê xwe aciz bike? Bersiv: nizane. Metnê baş vê nezanbûnê ji xwe re nake derd, ya rast meraq jî nake. Tu ji metnên baş bipirse; "bê tişta baş û xerab çi ye?" wê devjihev, sewsî, êtîm-êtîm li te binere. Çimkî nedîtiye, pak e, paqij e. Ji bingehên xwe de wanî ye. Xem ji metnê baş re tune ye. Bo metnê baş çîrok çi be ew e, qet û bileh ne sentetîk e, bi xwe re heye, ne bo xwe heye. Li aliyê din, metnê nebaş vê nezanbûnê ji xwe re dike derd, lewma her teqlomeqlo ye. Li her cîhekî qerpolekî bi xwe ve girêdide, hingê dimeşe dibe zirecêbeke pel û potan, lê axir heta digihê ber lingên xwendevan ji metnbûnê derdikeve, dibe serqotekî hişk û ziwa. Metnê nebaş beriya nizanibe çawa xwendevanê xwe aciz bike, nizane aciz dike an nake jî. Bi metn bimîne; dibêje qey ew tiştekî baş dike. Ev qenheta metn dike go hinekî din pêde biçe. Êdî otoqontrol pê re namîne, ger jê be ew ecêbeke agir e. Bi min mafdar e, çimkî nizane. Dibêje; ez çiqasî bi ser de bimeşim ezê zexmtir bibim. Nabe. Wele nabe, bileh nabe. Meşa metnê nebaş heta ber lingê xwende ye. Ji xwe tekane meşa wî jî ev e. Li wir ditefe. Ji xwe de şax bernade. Qerpol jê diweşin. Dimîne serqotekî hişk û ziwa. "Şador" bo min metneke wiha bû û ezê bi vê nêrînê li ser çend xalên vê romanê biştexilim. 

1. Karakter gişk qurbaniyên vebêj in. Di vê romanê de tenê vebêjeke 'nexwiyayî' heye û ji min be "nêr" e. Roman li ser fikrê wî ava bûye û bi nêrînên wî dimeşe. Lewma erasa meydana çîrokê tev bi xwîna qurbaniyên karakteran dibiriqe. Karakter hemû bo fikrê wî dixebitin lê ti carî bikêrnayên. Yek ji wan jî bo xwe naxebite. Hemû di bin desthilatdariya wî 'nêrevebêjî' de ne. Di edebiyatê de mesela vebêjiyê bi 'kîjan karakter diştexile re' ne girêdayî ye. Çîrok dikare bi devê sed karakterî bê vegotin û dikarî bi devê yekî tenê jî. Ev di çîrokê de ti carî nabe krîtera pirvebêjiyê. Pirvebêjî ne hejmara devan ya rengan e. Mîsal; em vê çîrokê wek Besna vegotibe dixwînin lê şêwaz bi devê her karakterî yek e. Ziman jî yek e. Hertişt bo fikir û tevgerên Rizgan pêk tên. Ev fikir û tevger di heman wextî de aqilê 'vebêjê nexwiyayî' ye. Yek karakterek tenê jî heta dawiyê ji xeta xwe şaş nabe. Her roleke bi destê vebêj li sitûyê wan hatiye barkirin yek bi yek tên bi cîhkirin. Lê bela go ne bi destê xwe ne ti carî bikêrnayên. Bêruh, xav û pasîf in. Vebêj wek 'pêker' berê wan dabe ku ketine wî rengî û ji qalikê xwe dernayên. 

2. Çîrok gişk qurbaniya fikrekî ye. "Helbet tu dizanî. Min daye ser wê rêyê. Rêya kuştina nêrtîya har û rep." (r.150) Fikir ev e; "kuştina nêrtîyê." (Ev nêrbûn; desthilatdariya mêra ye, hikimdarî ya bava ye, şûrê li ser sitûyê mêbûnê ye, qetilê xwe û dinyê ye, zilma dewletê ye, çi dibe bila bibe me eleqedar nake, ne hewceye em wek naverok an temsîlkirin lê binerin û ji xwe ev mijar tenê îro nehatiye rûkirin, bi hezar salane tê gengeşekirin û hêviya min jê ew e bila her were perçekirin.) Ev hewldan karakterê me yê qurbaniyê 'nêrevebêj' xistiya 'nav êş û azaran'. Ev êş û azar li tevahiya romanê belav bûye; "Ez naxwazim tiştekî li cem xwe bihêlim. Êdî... Giran e. Barê wê. Barê min." (r.46). Derdê Rizgan ewqa zor e, bo bîne ziman gere her carê Besna li ber bigere; "Heyran de bêje... Te ez tetirxanî kirim!" (r.132). Wiha rihet nabêje helbet, her carê, gere ewil du an yek cixareyekê bipêçe, belkî yekê bide Sûskewa xwe, paşre bi kesereke kûr bikşîne kezeba xwe, ha belkî vê carê bêje lê pirrî caran nabêje. Besna tetirxanî bû an nebû nizanim lê em têra xwe nepixîn. Kezeb û pişik li me reş kir ev ruhiyeta karakterên romantîk-mîstîk. Eger ev metn bi vê mîstîkbûna ruhiyeta karakterên xwe tenê bimîne jî 'nêremetn'e. Di çîrokê de fikrê "kuştina nêrtîyê" zêdeyî xwe beloq dimîne. Ev beloqbûn hingê mezin dibe êdî bi tena serê xwe dibe 'nêr'ekî beloqtir û di çavê xwendevan de radibe. Mesele êdî ne kuştina nêrbûnê lê qewîkirina nêrbûneke din e. Her çiqas fikra tekane, ji qewlî metn; kuştina nêrbûnê be jî, ev dibe antîtezek û dikeve kirasê metn. Êdî ew 'nêrbûna' qewlê kuştina wê hatiye dayîn bi vî kirasî re mezintir dibe û (li min biborînin) xwe li xwendevên diboqîne. Ji xeynî vî fikrê tekane metn rê nade ti hewldanên din. Ev rewş karakteran pasîf, îmkanên vegotinê qels û heqê teheyulkirina xwendevan xesp dike. Nêrbûna metn esil ji vir tê. 

3. Mêbûn gişk qurbanîyên avakirina nêrbûneke qewîtir in. Her çiqas Rizgan bêhtir serdest be jî herdu karakterên me yên sereke bi her tiştên xwe wek amûrên 'nêrevebêjê nexwiyayî' tevdigerin. Ev ne destpêk û ne jî talîya qurbanîkirina wan e. Jixwe ew di hişê vebêj de her wiha bi cîh bûne. Xwiya ye qet ji ferzkirina vê hişmendiyê xelas nabin û jixwe wek du karakterên pêker vê xelasiyê naxwazin jî, qe nebe em ti hewldaneke bi vî rengî nabînin. Besna, ewil pêgirtiyê 'nêrevebêj' û paşre yê Rizgan e. Lewma di her kirin û gotinê de wî tesdîq dike. Mîsal; "Rizgan, qurbana te, tu çi xweşik guherîyî..." (r.123). "Mabû wek kur' û niha, ew kur, wekî mêrekî ku bi mejîyê xwe ve, bi dilê xwe ve, bi ruhê xwe ve, bi tevlîbûn û feraseta xwe ve, pirî caran dikir ku ez bi jinbûna xwe dilgeş bibim." (r.87). "Mêrik çi dilrast bûye." (r.82). "Her tim ez dihiştim şaş û metel." (r.71). "Rizgan ji alî sehkirin û baldarîyê ve xurt bû." (r.57). Ev gotin hemû û bi dehan gotinên din bi devê Besna bo Rizgan tên gotin. (Lê em ti carî nabînin Rizgan bi vî hawî pesnê şexsiyeta Besna dide.) Ew metelbûn heyranbûn e û heyranbûn tesdîqkirin e. Bi vî awayî karaktereke wek vê jinê, du caran 'pêgirtî' ye. Carekê bo bîr û emelên vebêj û carekê jî bo qewîkirina nêrbûna nû. Tenê tesqîq jî nake, li gel ewqas tunebûna hebûna xwe, pirrî caran xwe sûcdar û kêm jî hîs dike; "Tu yê heta kîngê û çi qas bi tirsa xwe ya bêwate û nelicî vî zilamî bibehecînî.." (r.132). Ev xwesûcdarkirin ne dilnizmîyek an bîrbirinek e, bi giştî ferzkirina hişmendiya 'nêrevêbej'e bo qewîkirina nêrbûneke nû û qurbanîkirina mêbûna vegotinê ye. Ev der qonaxa mêbûneke kuştî ye. 

Em berê xwe bidin karakterê 'nûnêr.' Rizganê go ji ber hewldana 'kuştina nêrbûnê' di kûrahiya êş azaran de ye di heman wextî de 'qurenêr' e jî; 

- "Ez baş fam nakim tu çêla çi dikî. Ka hinekî din jî bo min berfireh bike..."

- Ez ê berfireh jî bikim, dorfireh jî bikim, bêhnfireh jî bikim..." Rizgan, ji nişkê ve gotina xwe birî û bişirîneke mizirî li ser lêvên wî da der.(r.54-55). 

Zirzopiya karakterê go dike û nake ji kûra êş û êşikên guherîna xwe dernakeve ye ev diyalog. Bi heman awayî ev quretî, jixwebaweriya 'nêrevebêj' e jî. 'Nêrbûna' bi mezinkirina êşên guherînê re serdest, piştî wextekî aîdiyetên xwe qewîtir dike û pê re li kirasê nêrbûna nû dike. Xalek ji metn, vê rewşê gelkî beloq û şelaq dide xwiyanî. Carekê, delaliyê Besna yê berê, li hember Rizgan, wê ji sitûyê wê maçî dike. Ev bûyer tirsekê dixe dilê Besnayê. Gelo wê Rizgan nebêje çi? Wê neheside? "Heta ku ez gêhiştibûm nik Rizgan, laşê min seranpê li lerzê ketibû û min nikaribû xweşikî li ser dara lingên xwe bimînim."(r.130). Wiha di nava xwe de dikeve heftûheyştan. Diteyise heta go tîne ziman. Rizgan ewil wek nedîtibe diştexile, lê em zanin xwe li xamî datîne. Axir dev ji vê min-dît-û-nedîyê berdide û piştî qure-diyalogekê wiha dibêje; "Tu dizanî, ger wî ji alî çepê yê stûyê te, yanî ji wê dera ku ez tim maçî dikim, tu maç bikirayî, ez dibêjim qey ezê di wê gavê de têk biçûma. Lê na, wî ne got alîyê çepê ye, ne jî got alî rastê ye; wî tenê tu maç kirî. Wî xwest çêja canê te hilde. Wî berê xwe da laşê te. Teww jixwe belkî tu carî haya wî ji ruhê te çênebûye jî. Tu dizanî heyran, ez di wê gavê de kêfxweş bûm."(r.139). Mêr çi nêr be û çi 'nêrbûnkuşt' îlhes wê xwedî li tiştekî derkeve. Ev fikir û nêrîn ne kuştin lê qewîkirina nêrbûneke nû ye. Nêrbûneke ji nêrbûna beriya xwe reptir e ev. Kompleks û her di xwe de aktîf e. Hezkirin, êdî hezkirineke nêrane ye û bi min hemû meşrûbûna xwe wenda kiriye. Dawiya vegotinê li kuştina nêrbûnê nesekiniye, axlebe aîdiyetên nêrbûneke nû bi dest xistiye. Mixabin, wê kuştina ev nêrbûna nû ji ya berî xwe ne hêsantir be. Ev biriqîna li erasa meydanê ne ji ber guherîneke nû lê biriqîna xwînê ye û ev xwîn; xwîna mêbûna edebî ye. 



 

9 Temmuz 2023 Pazar

Xelek û Hin Dîmenên Mînîmal

Xelek - Şems Qemer 
Weşanên Avesta 
2021


"Xelek" mijûlî ye. Bo vî metnî gotina min ya ewil wê ev be. Naxwe mijûlî çi ye? Li gor min bo wexteke kin 'neyînîkirin'a rasteqîniyên heyînê ye. Dinya axlebe kombûna van neyinîkirinan e. Bi aweyeke din temamiya mijûliyan e û tişta ji ber mijûliyan maye jî em in. Em, yanî loqek goştê di nav diranên vê garanê de cûtî. Her mijûlî rê li ber yeka din vedike. Lewma însên kêm caran bi dinyê ve dibe. Di "Xelek"ê de ev 'kêm-car-bûn' bi hin dîmenên mînîmal metn bi dest û ling dikin. Li gor vebêj ev metn qidqida mirîşkê ye. Bi gotina min dengê jibîrnekirinê ye. Her dîmeneke mînîmal rê li ber yeke din û her mijûlî rê li ber mijûliyeke din vedike. Qidqida mirîşkê ya piştî hêkkirinê heta mijûliyeke nû ye. Piştî tevlîbûna wê mijûliyê hêk tê jibîrkirin. "Naxwe mijûlbûn e dermanê jibîrkirinê." (r.29) Ji vê gotinê re "Na" dibêjim. Derman, weke Derrîda gotî 'di eynî wextî de jehr e jî' û dibe mijûlbûn hertim nebe alîgirê jibîrkirinê. Bi vê nêrînê re "Xelek" êdî mijûliya jibîrnekirinê ye. 


Çend dîmenên mînîmal: 

1. "Rojeke havînê, nava rojê, di bêdengiya li nav mezel de, çizîniya kêzikê." (r.55) Çiqas dîmeneke jibîrnekir! Di vê dîmenê de 'hebûn' weke çizîniya kezikê di guh de digere. Vegerîna li wî dengî lîstikeke mijûliyê ye bo jibîrnekirinê. 

2. "Xuşêniyek hat guhê min; rojek havînê, nava rojê li biniya deviyekê; pûşê li derdorê bi rê re dire'elî, li ser tehtê hinetîtkek gewrikî û ezmanek mîna behrê, ziwa. Di ber tehtê re striyek mîna kulîlkekê jî dihejiya, torbeyek naylonî lê aliqî.' (r.55). Eger hevoka ewil qiddidîka mirîşkê be ya duyem jî hêka li rex modikê ye. Ew torbeyê li strî aliqiye jibîrnekirin a vê dîmenê ye. 'Te xelekek li xwe xist û tu cardin hat li min warqilî' dibêje torbe. Naxwe mijûliyên te yên dermanê jibîrkirinê bi kêrî çi te hatin? Lewma dibêjim, torbeyekî vala bi vê jibîrnekirinê dikare ji du torbeyên tije, tijetir be. 

3. "Li devê dikanekê, li ser pûş lodek şebeş, yek jê du felqe û kêr tê de çikandî, sor, wek kulîlkekê. Mozqirkek li ser şebeş daniye, yek jê jî li dorê." (r.18) Dinya weke xwe li wêda hanê ye, lê jehra mijûliyê weke wê mozqirkê vingîne di hiş de digere û hin jê jî li dorê. Weke Heidegger gotî 'çi be ew e dinya' bê peyam û bê şîret. 

4. "Bizmarek ji nav lêvan hat kişandin û tevşo di text de kuta." (r.36) Zimanê cîhana binehiş, zimaneke bê gotin e. Em vê yekê axlebe ji Proust zanin. Gotin hinekî jî jibîrkirin e. 


Vincent Van Gogh - Cotek Pêlav
1886

5. "Li ser xalîçeya dîwêr xezalek li ber avê; çavek li avê dinere, ê din li revê." (r. 16) "Vê tabloya Van Gogh, cotek pêlavên qube yên gundîkî, wekî din ne tiştek in" (Heidegger) Ev tablo li gor Heidegger tu tiştî îfade nake, li wir e û her weke xwe ye. Lê axir tu dikarî bibêjî; wexteke derengiya payîzê ye, li rex agirê pixêriyê betilandin û tenêbûn e jî'. Naxwe xezala çavek li avê û yek li revê dikare çi îfade bike? Bersiva min; hertiştî. Ew dîmena li ser xalîçeyê ji niha û wêde tenê ne dîmenek e. Çavê xezalê yê li revê vê dîmenê zindî dike. Dîmen êdî daxilî hiş bûye. Xezal berî revê di hişê vebêj de vezeliya ye. Em êdî zanin tenê bi tepîn, reqîn an xûşînek biçûk bimîne ewê xezal ji tabloyê bipengize, lê axir dîmen wê her di hiş de be.

Mijûlî derman e, bi awayeke din jehr e jî, bi dîmenekê dikare bi singilkê hiş de bialiqe û weke benîştê li hiriyê geriyaye qet ji hev safî nebe. Bi min xelek a sereke ya vê "Xelek"ê ev e. 

2 Temmuz 2023 Pazar

Berxwedêr

Derketim. Di nava herdu lêvan de cixare. Berî li quble. Yê min li rojhilat. Bayê pêşîn duxan kişand û ber bi bakur de firand.

-Apo, erebe kengî bi rê dikeve?

- Di pêncan de. Yanî şeş kêm şêşt deqe û çar jî zêde şêşt. 

- Baş e. Pêşî vala ye? 

- Dawî jî vala ye.

- Dawî jî vala be pêşî tewtew vala ye. 

- Birazê, erebe vikîvala ye. 

Rêwî me. Zêviyên geniman çendek berê li dar bûn. Mişmiş kesk bûn. Ger hebûna niha zer bibûn. Mîratan îsal tunebûn. Di nav pirêzeyên genim û di ber siya darên mişmişan re derbas dibim. Li derekê disekine şufêr. Bêhna axa avî tê. Piştxilusek destê xwe ji çavên xwe re dike sîh. Xwe di bin guliyên daran re diqelizîne. Min nasdike. Dikene. Diranên zêr dibiriqin. 

-Ho xwarzî, tu dikî bi ku de biçî? 

- Diyarbekir xalo. 

- Baş e. Zû here, dereng venegere. 

- Waa xalo! Tu li vir çi dikî? 

- Darên bê mişmiş av didim. 

- Bereket be xalo. 

Destê xwe di camê re bilind dikim, weke destên oxirê, bi rast de dibim, bi çep de vedigerînim. Germ e. Binçengên min xwêdan da ye. Camê datînim heta nêvî. Bayê çemî li nav tilîyên min dide. Dirêjî ba dibim. Zevt nakim. Pinpinîkek hewka bi bêvila min re dişeqite. Kelmêşek li sipîka çavê min dikeve. Difirkînim, derdikeve. Destê min bi ba re hê dilîze. Bêhtir dirêj dibim. Vê carê wek zevt dikim. Dolmîş di ber qemyonekê re derbas dibe. Piyê min ji enîşkê berjêr bi xwe re dibe. Hew carekê dileqim. Xwîn dipijiqe ser sipiya dolmîşê. Ji enîşkê berjêrtirê min li rex pirêza genim tevdilive. "Ûfftt, pit kir law!" dibêje şufêr. 

Wê berêvarê, wiha bi du destan çûm, bi dest û nîvekî vegeriyam. Nîvê min hê li rex rê ye, nîvê din hê di ber xwe dide. Berxwedêr e. 




8 Haziran 2023 Perşembe

Kefgîr

Jan Šhavankmajer / Dimensions of Dialogue

Bi ser rûyê tirsiyayî de baran bi hemdê xwe dibare. Hebên tereza ji nîvro de bariya ye hê li ber koka darê kombûyî ne. Vê carê tirsa terezê min gihand baranê. Gere berevajî vê bûya lê tu tiştekî min ne weke xwe ye. Wexta dilopa baranê ya ewil xwe gihand simbêlên min, difikirîm; tirs mere dike hertişt. Berî hertiştî heywan bûm, bi çend derbên kefgîrê bûm însên. Qe nebe bûm nîvînsên. Wî nêviyê din çi ye nizanim. Ger min zanîbûya ezê niha ne li ber koka vê darê û ne li binê vê şilbaranê bûma. Heyv carcaran li ezman  di qelş û tîşên ewran re dikene. Ne bes e û bir ser de şerqîna birûskan e. Bo tirsê sehne amade ye.

Di navbêna 'esir  û muxreban de her tim bêhna min diçike. Di vî nîrê teng de serê min didewixe. Ti kes nikare di vî nîrî de du keviran deyne ser hev. Ji şiyarbûnê re dereng e û ji xewê re zû. Ji mirinê re rohnî û ji jiyînê re tarî ye. Mîsal; tê here ser çem masiyan bigre, jixwe masî jî li benda te ne? Tê here ber deriyê hezkiriyê; perde kişiyaye, tenê tê karibe di pişt perde û camê re li dengê televîzyonê guhdar bike. -gelî temaşevanan, îro li gundekî geliyê Bedlîsê jinekê bi dehan derbên kefgîran mêrê xwe xist haleke xirab, li gor saloxdanên gundiyan xanimê gotiye; bila dia bike min xwe negihand demançê, em jî dibêjin axir xwe negihandiyê û mêrik hê dijî, lê li gor agahiyên bijîşkan; ji ber derbên di serê xwe de xwariye wê mêrik êdî nema karibe biaxive, xanim lê zêde dike û dibêje; bila zimanê wî di qûna wî de be, heşayî hizûra we canik û camêran...- Di vî nîrî de ro zû teslîm û tarî zûtir desthilat dibe. Bi vî awayî ne mumkin e tu tiştekî bikî. Helbet rê li ber hin rewşên din vedibe -tirs- lê êdî ev rewş ne eydî wî nîrê teng in. Tirs milkên şevê ye û baran milkê ewran lê kefgîr ne tenê milkê danizilînê ye. Ez ne milkê xwe û dinya ne milkê lawê ti bavan e. 

Heyv hê dikeniya û ez nedigirîyam. Dengek hat ji mitbexê. Reqîn bi firaqoçikan ket. Min di qulika miftê re li derve dinerî, kefgîr bi kevçî re, kêr bi çoçikê re direqisî.  Bi va herdu çavên seran min dît firingiyê serî li ber kêrê ditewand, kefa li ser goştê nîvkelî difiriya û xwe li ser kefgîrê datanî, dilopên ji kefgîrê dinizilîn diçipiyan hundirê beroşê. Hêlawa xwarinê hundir xumam kiribû. Hilkişiya îsot, qepaxa qanozê xwe vekir û xwe guşî ser xwarina bi keldûxan kir. Hingê tûj bû bêhna wê pişkinînekê girt bêvila min. Sor bûm, mor bûm lê min xwe negirt. Bi dengekî pişkinîm, eybe mere bêje, tayikê qûna min hew mabû biqetiya. Bi dengê min re firaqoçik hemû li xwe fitilîn, agirê binê xwarinê di cîh de tefiya, qepaxa îsotê xwe li qanoz şidand, firingî û çend perçên wê yên hurkirî ji ber kêrê reviyan  û xwe çengî selikê kirin, goştê di beroşê de bû mirîşka tûmenî û bê serî got qidqidîk. Bi rêberiya kefgîrê re hemî firaqoçik li min fitilîn. Kefgîr li pêş. Meşiyan. Min hişk bi destikê derî girt. Kêrê serê xwe di binê derî re derxist lê doxa wê nehişt derbasî hêla min bibe. Carekê kefgîrê jî xwe ceriband. Ez û wî seriyê qulqulî li rû hevdû man. Min dît her qulikeke kefgîrê çaveke ji çavên kevjalan e û hem ji pêş dibîne hem ji paş de. Xwe li derî esirand lê hewante. Destên min bi destikê derî ve min lingê xwe bilind kir bo pêlê serê wê bikim. Xwe weke birûskê bi derbekê re kişand. Vegeriyan. Li hev civiyan. Bi min ne bo şêwrê bû ev kombûn. Derboyek du kevçî bûn ling, du kêr bûn dest û pê, du sênîk mil, kefgîr di ortê de bû sîng û serî û nav.  Welhasil yek şervan. Bi hêbeta gladyetorekî Romeyî êrîşî derî kir. Bi derbeke kêran du tîşş di derî de vekir. Wey bavo. Bû qirçeqirca nava min. Vekişiya. Li bendî mam careke din êrîş bike. Destikê derî di destên min de sist bû. Dîsa hat. Vê carê lingên wî ji erdê qut bûn. Hê li hewa bû min derî bi ser de vekir. Weke xiraka li hesin keve pengizî, ji hev belawela bû. Min bazda deriyê derve. Weke gullê pekiyam ji hundir. Qudûmê min dikira ji devê min derketa. Xwêdanê girtibû eniya min, vereşiyam. Qederekê di binê baranê de meşîyam. Dirêj bûm li binê darekê, rûyê min li ezman. Qedereke din baranê vekir. Heyv di qelş û tîşên ewran re dikeniya. 


5 Haziran 2023 Pazartesi

Fa Dîyez Fadil

"Fadilo!Min tu dît ha!"   


Ketim şopa çiyê 'dilo'g haylo.' Li ber lingên ez ê peya, berfirehe dinya. Girover e, şemamokin bîr û neanînên ez ê 'dengê wî hat jixwe hûn zanin kî ye.'   Ez im qeçaxcîyê piran, gurê newalan, çûkê ezmanan, wezindarê bermemikan, dizê pirteqalan. Wî. Gere min negotiba. Ma we dît? Qe nebe we bihîst? Bask bi ber min ve hatin. Zanim çav dîtibe înkar nabe. Sedeq. Xwezka. Ne gûşiyek tirî ba ma. Li serê civatan ba ma. Helke-helka kewê kişiya ye ber siya gir-daran ba ma. Xişte-xişta kûsiyê ber hûr-deviyan ba ma. Û te bang bikira ber bi çemê mûradê. Dengê te di ber guhê Eyşikan re bişeqitiya û xwe bigihanda Îslim Xatûnan. Apê Çolo! Ho Apikê Çolistano! Hişk û ziwawo, qentirê binê barê ezingawo. Deng li min venegeriya xwezka. Qorika min qalind dibe. Pîne ji hev vediçirin. Pişta xwe didim konê Apê Çolistano, dikevim şopa çiyê 'dilo'g haylo.' Wezê nemînim li Carbekiriyê, lê qereçiyayê. Wezê herim ji xwe û te re bînim heft barên şivzt-darê bêjingan. Tê bipêça di qûna kêş de. Min ê dû bikişanda  û tê jî birada. 'Îkîncî bî defa' ya vêya tuneye. Weke dinyayê. Qe roka mere carekê bixeyide, careke dî naçe ava. Tu jî zanî kevoka sor û sipî ya li ber delêvan, 'tobedarê bejna te me.' Bergîra min dimeşe bi hêstiran re. Çavê xwe li dara hewşê ya bi hemdê xwe pel weşandiye digerînim. Bilind e. Xûşîna bê ye. Difîzzîne, 'dilan negirin dil meresin' dibêje. Ketim şopa lihêf û doşegên qedîfe da, haylo'g dilo. Ji xewa çiyê şiyar bûm. Li çavên wê rast hatim 'kaniya kilan.' Sîng û berên wê 'ûbe bûn, bexçê gulan. Min dît ez li 'pî kî, tu li pî kî' kewê gozel dixwend li ser gulîkî. Me rêka xwe bi nêvî kir. Wê ji 'ramûsanan re pir qelsî kir.' Encax wê gavê 'bişkok qetiya, sîngê sipî kir.' Min barê xwe gihand heta ser vî delêvî. Du movik di pişta min de şikiyan. Li ser wî zêrçinî vezeliyam. Ketim bergiya sol bemolan, 'dilo'g haylo.'