4 Aralık 2023 Pazartesi

Hezîme


Bayek di pencerê re dikeve hundir. Digere. Teqîna deriyê odeyekê tê û pê re beroşa li ser dezgehê mitbexê ji dîwêr dişeqite, zivrekê li xwe dixe, paşre li qûn rûdine. Pisîk dibizde xwe dixe qul û qulozên zexîreyê. Li pencereyan peledar dibim yek bi yek digirim. Bêdengî. 

Li bendî qedera xwe me. "Na lê" dibêjim "ma tiştên wiha jî çêdibin? Wê kaxizek ji ku zanibe kê çi gû xwariye?" Ev a li bendî me ne mumkin e qedera min be. Dibe heriya navekî xwe ne girtibe lewma beriya hemûyan vebe an belbî du nav bi hevre vebibin. Kî yê zanibe ji va çend navan kî ye ew gûxwir? Xwesûya min dibêje "tenê xwedê." Erê, tenê ew zanibe xem nake, çimkî dilsoz e ji ti keseke din re nabêje. Eger ew tenê zanibe jixwe ne mumkin e keseke din zanibe. Lewma ezê jî pişta xwe bidim Xwedayê alemîn. Gere mere li benda qenyata wî be, belbî wê çaxê mere karibe ji bendemayînê têr bibe. 

Carna zanebûn tuneye dibêjim. Hebe jî wê ev be; bêdengî. Xwedê bi her tiştî zane lewma evqas bêdeng e. Çimkî zanebûn vê dixwaze, bêdengiyeke eseh, qe nebe gotineke di cîh de. "Lewma şûrê bêdengiya Xwedê her tim weke nû hatibe seqakirin dibiriqe, ewqa tûj e dikare taseke avê di nêvî re qut bike û ji herdu felqên tasê dilopek av bi tenê be jî neniqute" digot ew şêxê bavê min vê êvarê ew li dû xwe anîbû malê. Çû. Niha ne li vir e. Şikek xiste navmera me û çû. Bi min Şêx tenê tiştek safî kir; berdewamiya jihevnebaweriyên me. Yanî, wî jî qurmek li agirê me zêde kir.

Guman, ji dilopeke xwînê zindîtir e. Dilop dikare di cîhê xwe de bisekine. Lê guman? Ew diherike. Fireh dide ber xwe. Axê dajo. Xiramekê dihêle li dewsa xwe. Ji kevir siviktir çi hebe dihelîne. Misqalek rimilk be jî namîne li nav wa bixuran. Kerkot dibe dinya. 

Şêx, li serê odeka vê sibê min bi şurtê dimalt, çong veda, bavê min li teniştê. Herkes sar. Çengek herî ji me xwest, çend perçe kaxiz û tasek av. Me danî ber. Qelemek ji ceba xwe derxist, danî ser kaxizan. Kefa destê xwe danî ser, bi ber bavê min de şand: "Binivîs." Nav, yek bi yek derbasî ser kaxizan bûn. Qelem ma li hêlekê, her navek bû topikek û paşre ketin nav girêkên heriyê. Ji vir û pêde hertişt ket hikmê ilm. Li ser girêkan bû minemin, hêdî hedî derbasî nav avê bûn. Destmalek ji bêrîka Şêx derket, devê tasê nixumand. Bi çend hilman li ser hat hûkirin. "Bi îzna xwedê emê çend kêliyên din rê li ber vê lehiya gumanê bigirin" got Şêx "ew kê ev şuxilê hanê kiribe ewê girêka wî navî biqelişe weke hinareke dawiya payîzê, de tewkel xweda." Vegeriya ser bavê min: "Tenê ez û tu emê wî navî bibînin, di dexlê te de me Hecî bila nebe sebebê xwînê, soz?" Hecî vegeriya li her rûyên me yekê mêzand; "soz, soza Xwedayê alemîne Seyda." Dest dirêjî kujê destmalê bû. Destmal hêdîka ji ser devê tasê şeqitî. Herdu seriyan bi çar çavan li hundirê tasê mêzandin. Du tiliyên bavê min dirêjî nav avê bûn, girêkek devqelişî ji nav kişand. Herî herifand, kaxiz vekir, di cîh de qat kir û cardin bi du tiliyan xiste ceba sakoyê xwe. 

Ji vir û pêde hertişt ket hikmê gumanê. Vedigerim mitbexê, beroşa vê sibehê li qûn runiştî hiltînim nav firaqoçikan. Pencereyan vedikim. Çênîyek goştê ji êvar de mayî datînim ber pisîkê, dike miremir. 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder