5 Ağustos 2020 Çarşamba

Serhişk

Kevir. Kevirê ber serê wî sipî bû. Ji gewrîya min sipîtir. Pir ji kevir hezkir di saxiya xwe de. Ji kevir hişktir bû serê wî. Bi pîjan nedihat qelaştin. Di mirina xwe de jî ji kevir neqerîya. Kevirê ber serê wî reş dibû. Ji dilê wî reştir. Ji serê wî nermtir. Eynî mîna min. Axê nerm dikir kevir. Baranê şil, firtonê li ba dikir. 

Dar. Dara ber lingê wî çillîkesk bû. Kulîlkên sor vekir. Ji deqên birînên min sortir. Kulîlk weşandin ewil. Qeşê hişk, tavê ew zer kir. Payîzê ji pel, biharê ew ji dar kir. Tu carî ji daran heznekir. Ne jî ji min. Mîna wê dara ber lingên wî min jî ro bi ro kulîlk diweşandin. Girtina fêkîyan nebû para min ti carî. Min xwe ji bîr kir. Ne li wê sibeha ewil. Ne jî li rojên dîtir. Bi her şeveqa sibê, li binê her siya êvarê. Min xwe ji bîr kir. 

Dest. Qermotên destên wî ez diguvaştim bi movikê tilîyên hişkîhola. Terk li min diketin. Zûha dibû termê min. Diqelişîm. Nedifelişîm. Dikişiyam xwe. Dijidiyam. Dibûm pir-felqe. Nedigîhaştim hevdû. Digirîyam baş, nedigiriyam şaş dibûm. Hêdî û hêdî aş dibûm. Kêm caran baş dibûm, pir caran ji bêxewiyê xilmaş. Roja ew mir ez bi dilê xwe raketim. Min meytê wî ji cîh nelivand. Ez jî qet nelivîyam. Di cîh de temirîm. 

Çav. Çavên wî yên bûmokî emrek ji min birin. Bi derba destîbivir re xwîn bi ser de hat. Nerijiya çav. Sor pejiqî bi ser ferşikên erda hêwanê de xwîn. Şil kir kevir. Reş kir kêliyeke din. Nerm bû kevir. Ji serîyê wî nermtir. Bi derba destîbivir û ketina wî serhişkê emrek ji min bir.