30 Kasım 2017 Perşembe

Dîncok

Qe nebêjin pinpinîk nabin ejderha. Dibin.

-Carekê rojnamevanekî ji nivîskarekî ez zehf jê hezdikim pirsî ye; "Çi pêdiviya te pê heye, tu çima ewqas dinivîsî?" Camêr gotiye çi hûn zanin? "Ji qeşmerî." Eynî wiha gotiye; "ji qeşmerî." Çawa tu nivîskarek be, hemû dinya te nas bike û tu rabe besivek wiha bide! Ez ji we re dibêjim 'hin însan hene menyaxin oxlim' hûn bawer nakin.
- Tu jî ne kêmî wî ye.
- Na oxlim yê ji min şeytantir jî hene. Ihhi li paş xwe binêrin ha wa ye yek, hat.
- Kî? Ev kurtilxwirê beradayî. De dev jê berde lo.
- Dev ji çi berde oxlim? Hûn dîsa qala çi dikin? Haho ez îro mirim. Ka yek ji me re çayekê bixwazin lo. (...) Qe hûn bi çavê zilaman li xwe nanihêrin oxlim. Çay min got, çay! Çayekê ji me re bixwazin, ezê ji we re behsa xewna xwe yî îşev bikim. Wê devê we ji hevdû here, ezê bibim mêş û têkevim mejiyê we. (..) Ha wanî ha, wek zilaman. Me îro jî çayek li we kir xisar. Dê bisekinin li xewnê guhdar bikin: Ew keça min doh rê we da bû tê bîra we, ya por zer çente xetxetî?
-Hihi
- Hah ew hate xewna min, şûtî tazî, di nav golek tije şîr. Bêhna gulan ji xewnê dihat. Ez jî şûtî tazî li qerexa golê dirêjbûyî me, haya kafirbavê ji min heye, hêdî hêdî bi gavên qurfokî bi ber min ve tê. Çav li min sor dibe. Laş li min germ, mû li min şûjin. Hingê nêzî min dibe laşê malikmîratê diguhere. Ewil bask ji piştê derdikevin. Gav bi gav çîpên wê bi jor ve dikişin, biçûk dibin? Ji navê û ber bi jêr jî diçilmise, tê hev. Sê gav ma ye bigihêje min, bi temamî diguhere, dibe pinpinîkek çilsipî. Firrekê li xwe dixe, bi hewa dikeve. Li dora serê min du gera li xwe dixe, difitile, xwe li ser tayekî berzika min datîne. Ez ji xwe ve diçim. Laşê'm li min dibe singg. Bi herdû desta xwe dirêjî wê dikim. Dêzalimê, di nava tiliyên min de dihele, hilat hilatî dibe.
-Berdêê!
- Qe hûn qeşmerin oxlim, çi berdêê? Sûcê min e, ez ji we re xewna xwe dibêjim. Nan di we de tune. Ez çûm. Bi xatirê we.
-Goodbye canim

Ji mektebê derketim, berî da'm malê. Ew ezmûna îro çi zehmet bû, limin! (..) Çav bi çend sîngzerên din dikevim. Îşelle ev jî îşev neyên xewna min dibêjim. Nêzî malê me. Dengê erebeyekê ji paş min de tê. Li xwe difitilim. Erebeya polêsan e. Xofek  dikeve hundirê min. Doh li mektebê mitîngek çêbibû ez jî ji deh salan rojekê tevlî tiştekî wiha bibûm. Her roj hevalên me digirtin. Fikirîm, "gelo dibe îca dora min be?" Erebe nêzî min bû, gelekî sist kir. Bû gupegupa qelbê min. Xwêdan di mejiyê min de derdiket êdî. Erebê hinekî din sist kir. Qelbê min bêhtir har bû. Gavên min sist bûn. Li texma min sekinîn. "Deqeyekê biner ji kerema xwe" got, yê erebê diajo. Min li rûyê wî seyr kir. Li rûyê yê di kêlekê de jî. Dengê telsizan dihat. Ji vir û wêde dinya li ber çavê min reş bû. Diricifîm. Ziman li min bû n'alê hespê, nediliviya. Tenê rev hat bîra min. Weke guleya ji devê tivingê bipeke pengizîm. "Carna rev jî mêranî ye oxlim" min ji xwe re got. Li serê qoziya sikakê li xwe vegeriyam, bi xezebekê dane dû min, ne hûn bibêjin ne ez. Gav li min dirêjtir bûn. Hin diçe zûtir, zûtir. Min xwe li kuçe û kolanên herî teng qewimand. Gelekî dûr çûm. Taqet di min de nema. Bixwazim nexwazim gav li min sist bûn. Dîsa li xwe vegeriyam, ti kes li dû  min tune bûn. Gihêştim parqê. Min xwe avêt ser zerçinekî û baş li derdora xwe nerî, tiştek tune bû. Li ser piştê min xwe dirêj kir. Kenekî sivik xwe li lêvên min girt. "Dewlet nagihêje te oxlim" min got, bêhtir keniyam. Tav dibiriqîne li ezmanan. Tava biharê jî çiqas tûj e hûn zanin. Çavê min ji tavê tên girtin. Pinpinîkek hat ser sînga min. Dîsa bi hewa ket. Hat texma siya tavê. Şewqa tavê ew biçûçiktir dikir. Bask lê diliviyan, çav jî li min. Hino hino pinpinîk guherî ejderhayekî. Min çavê xwe girtin û vekirin, ejderha bêhtir mezin dibû. Bawer bikin qeşmeriyan nakim. Û.. (... ) Qe nebêjin pinpinîk nabin ejderha. Dibin. 

28 Kasım 2017 Salı

Kundkuj

Bêhna baranê tê.

   Xanima ducanî ji êvar de di taya sermê debû. Ne zanîbû wê di tartêla xwe keve ne jî di yê zikê xwe de. Sê caran şiyar bû. Carekê tasek av vexwar. Carekê sêvek xwar û careke din rûyê xwe şil kir. Pir pê zor dihat pir. "Zayîna min wê ne zehmettir be ji vê taya sermê herhal" got.
   Niha destê sibehê ye. Mirîşk ji lûs kişiyane û xwe dane ber fisên dîkan yê ewilîn. Li hewşikê qebqibê destpê kiriye. Li hundir fişefişa bêvilê. Gumgumê avê li ser sobê piixîn e dikele. Lawikê neh-deh salî her diçe bêhtir xwe li lihêfê dipêçe li qeraxê. Kêliyek din wê şiyar bibe û vegotina vê çîrokê bidomîne, çimkî çîrok ya wî ye, ne ya min û we.

Bêhna gul û sosinan tê. 

   Xanim ne bi canekî bi herdu canan "oyyf to" dibêje "belqitiyo dê ne bes e mêşan di qûna te de bazar kirin, rabe lawo, ayyf ez mirim mirim mirim ji ber vê fişefişê,  dibêjim qe mû ji canên min dikişin, tamarên min ditevizin ayyh yarebbî tu qawetê bide."

   "Ew qaweta xwedê neda diya min ew kir para min û ez şiyar bûm. Na. Ji xwe şiyarbûm. Yanê şiyar bibûm. Yanê ne go aniha şiyar bûm. Biborin ev pitpita diya min î serê sibehan carna bera jî min gêj dike. Dibe ji loma zarokên mehelê navê min danîne Gêjo. Tev sûcê diya min e. Ewqas pitepit nekiri bûya belbî ez jî ewqa gêj nedibûm. Carek din heq didim zarokên xelkê. Belbî bera jî ji min çêtir bûn.
   Lê bi telaq na! Weke ew difikirin ez ne gêj-mêjo me û tew Gêjo, qet. Erê dibe qutikê min sor be (çimkî ne Gêjo tenê, navê 'Gêjoyê Qutiksor' jî li min kirine) lê gêj nînim. Hebe li vê dinê ji min şeytantir, ew jî dîsa ez im. Ferzîka carina xwe li xamî datînim. Îca Gêjo! Gêjo di diya we kiro!

Bêhna hêkên nîvkelî tê. 

   Çavên min bi teşta zikê diya min dikeve, ji xwe her roj van çavan wî zikê weke tankêra belediyê dibînin. Nepixiye. Bûye wek balonekê. Ez jê bi gûman bûm di hundirê diya min de tiştek heye, lê doh baş pê ewle bûm.
Ez li dû şeytaniyan bûm dîsa. Min kulî dikuştin li beyarê dor malê. Ferhanê mehela jêr carekê gotibû  qeliya kuliyan zehf xweş e, li ser qewlê kalikê wî carekê jê re gotiye "berxikê min navê qelî û kulîyan ji yek kokê tên." Min jî loma bo bikim qelî kulî dikuştin. Kulîyên di qutîka qola, hin jê nîvkuştî bûn dipengizîn xwe li asîmanê qutîkê dixistin. Gunehê kuçikan bi halê wan dihat, yê min ne ji terikê min bû.
   Min wê rojê tenê kulî nekuşt, kundekî hêlîna wî di nav bixurên şikêrê û du çêlikên wî jî, bûn qurbanên zaroktiya min. Heya di nav keviran ez gihêştim hêlînê neynûk bi min ve neman. Min ewil kundê mezin rahiştê li erdê xist, perîkên wî go pifff bi hewa ketin. Paşre herdu çîçik ketin kefa destê min. Min ew nekuştin. Pêşî min ew bera hevdû dan, seriyê wan li hev xist xist xist, lê li hev nexistin mîratan. Loma ez bêhn teng bûm û ew bi hevre li erdê xistin. Wan nego pifff, go çepp û pelixîn, çimkî pirça wan tune bû. Ez li kundê mezin vegeriyam cardin. Min dît hê diqirqile û çav li xwe beloq kiriye li min seyr dike. Hat bîra min digotin 'ew, kund li ser kîjan malê bixwîne ehlên wê malê ti car ber xwe nabînin û malik li wan xera dibe dişewite, di zinaran de wer dibin, gindir dibin ji serê çiyan, dikevin binê behr û golan, bi çavên serê xwe agirê cihenemê dibînin li vê dinê û tenê nabînin dişewitin jî di nav wî agirî de.' Ez veciniqîm. Min bi bazdan berî da malê.

Bêhna berfa zozanan tê. 

   Bi helkehelka navê û ziman ji dev kişiyayî gihêştim hêwanê. Pîra H'awê li rex diya min rûniştîbû. Di binê çavan re li min nêrîn, min wecê xwe tirş kir, wecê Pîra H'awê ji yê min tirştir. Li gor Silo yê cîranê me gotibû ev H'awê mîra pîreboka ye. Lê ez ne ji wê ne jî ji pîrebokan ditirsim, bila ew ji min bitirsin. Ez derbasî mitbexê bûm lê dengê wan dihat min qala werima zikê diya min dikirin. Di nav re zarok-marok digotin. Xwedê ev dudu ye dide. Min got ihhi diya min di zikê xwe de tiştekî vedişêre. Belbî jî kund ketibe hundirê wê. Xwedêê! Wê diyamin çîçikek kund bizê!!

   Wê ber êvarê dîsa Pîra H'awê hat mala me. Diya min ketiye nav cîh. Bavê min li derdora xwe peledar dibû. Destên wî diricifîn çav ji serî baz didan. Diya min nalenale dinale. Hingê diçe diqîre. "Avê germ bike, têê!" dibêje Pîra H'awê ji bavê min re. Ez, birayê çîçikê kund, bi heyecan li bendî me. Pîra H'awê min û bavê min ji hundir diqewirîne. Kêliyek derbas dibe derî vedibe diya min di nava xwêdanê de ji serî heta binî şilopilo ye ji xwe çû ye. Pîra H'awê di dest de zarokek serî kund û laş însan re dikene. "Mi-mi-zgîn  law e!"dibêje. Bavê min jî dest bi ken dike. Hingê diçe bi dengekî bilintir dikenin. Çîçikê serî kund laş însan wîqwîqeke ecêp derdixe,  weke digrî. Serê xwe bilind dike di himbêza diya min de çavê xwe vedike li min dinêre. Awirên kundê nîvkuştî tê ber çavê min. Ez dibizdim. Hewl didim bazbidim ji hundir. Derî bi şid digrim, xwe diavêjim derve.

Bêhna gû tê ji sikakê. "



27 Kasım 2017 Pazartesi

Sîxwur


Dibêjin; moz bi hinan vedidin hin jî hingiv dixwin. 

Ne ji kêzikên gûgerînkê bûya wê ew havîna sala par çûyî ji ber bêhna gû biçûya. Çîrok wiha destpêdike. Çima? Belbî jî ne wiha bû destpêk. Belbî ne havîn bû, belbî kêzik li gû nedigeriyan, belbî gêrik li dor devê birînê nedigeriyan, maran bi şîroka hejîran tîna xwe nedişikand, belbî jî sîx li sîxwuran vedigeriyan. Lewma,  li ser qewlê çîrokbêjan bêyî destpêk e ev hewadis.

Wextekî karwanek ji wêde tê. (Me go 'karwan' hûn zanin kîjan wext e.) Axa ye li pêş e, keç xatun e li rex, cêrî û xulam li paş. (Axatî tiştekî wiha ye, hertim eynî rêz.) Çi kesin? Ji ku de tên? Bi ku ve diçin? Çima diçin?  Çîroka vî karwanî ti kes nizane, çimkî hê li çîrokbêjê xwe rast nehatiye. Lê ji vir û wêde me bi çavê serê xwe dît çi peşk li va dûrwelatiyan ketin, çi kelem di pahniya wan de çûn, çi axx bi wan, çi waxx bi me ketin. Ne ji ew şewqê bûya eger, ew şewqa rohniya wê çav li me kor kirin guh li me kerr kirin. Me yê hertişt eynî weke bûyî ji were bigota. Lê nebû axx!

"Min dît orta nava ro karwanek ji wî aliyê deştê derbasî vî aliyê deştê dibû. Ez çik î tenê dêna xwe didimê. Çarhawêr min wîkwîka kulî û tîtiyan. Ji karwan wêdetir konek e, li dor kon qeflek şivan û bêrîvan. Ji nava karwan hespekî beza, li piştê siwar, gihêşt qeflê şivan û bêrîvan. Ez dêna xwe didimê şêwr e mişêwr e di nava wan.  Qasekî şûnde siwar dikşîne dizginê hespê boz î rewan. Paşî dide qeflê konan, pêşî li karwan. Li pêş dertê ji binê konan ew xortê tiving li milan. Berî tivingê dide bi hêla karwan. Da bişkîne li siwar û hespê çong û nigan. Ez dêna xwe didimê ji dûr ve li va herdû dûrwelatiyan. Şoq dide ezman, weke tav ji qam xwe de bikeve ser va çol û bestan..

Şêwr guherî şer.  Çingîn e li nigê hespê, teqîne li devê tivingê. Nalîn e li dar û deviyê. Kî digihê kê dadiqurtîne. Siwar siwaran, cêrî xulaman, deve hespan, hesp keran.

Min dît ti reş neman li ser piyan. Ji xeynî sixwurekî.. Sîx û kelem nemaye li ser piştê, rip û tazî, bêvil di axê digere li deşt û newalê."

Dibêjin; kê ev çîrok guhdar kiribe û çav li wî sîxwurî ketibe bêhtir cîh li sîxwur teng bûye û sîxwur ew kuştine bi derbên sîxan. Lewma ye, sîxwur e çîrokbêjê vê çîrokê.

23 Kasım 2017 Perşembe

Meqes

Dibêjin hişê însên li gor dinyaya ew tê de dijî tevdigere. Hiş zû bi zû tiştekî li derveyî wê dinê nikare têxe bergiya însên. Vê çîroka niha wê bê gotin berî ew nihîtên canik û camêran vî fikrî bînin ziman qewimiye.

Rojek e ji rojên zivistanên sar û serma ye. Rovî di qulan de gûyê xwe yî hişk kirî dixwin, ewqa sar ewqa serma. Ez ji kaşkaşokê malê berjêr dibim bi aliyê sûkê. Li texma dikana Birêz t. li xwe difitilim. Birêz t. di hundir de dîsa li ser fìstanekî dişûxile. Li min hay dibe û bi destan li min îşaretan dike. Ji wa îşaretên destan fam dikim ba min dike. Dadigerim ber dikanê. Bi çembilê derî yê cemedî digrim, carekê badidim, derî vedibe, xwe diavêjim hundir. (Ev, teferûatên ji edebiyatê re ne lazim in, guh nedinê.) Çavê min bi meqesekê dikeve, qet bala min nakşîne. Belbî bo cihê niha lê me terzîxaneyek e loma, belbî jî tiştnî din, nizanim êdî. Birêz t. îşareteke din dike bo li ser kursiya qeraxê rûnim. Rûdinim. Meqes hê jî ji min xuya ye, lê bala min nakşîne ha welleh û billeh.

Birêz t. hêdîka di ber xwe'r diaxive "qujino" dibêje "ji vê seetê şûnde rabûye niza ji kîjan jinê re fîstanan dide çêkirin, lê ji min re ferq nake ma ez bekçiyê namûsa xelkê me?" Ez vê pirsê nabersivînim, ew nabersivîne, ti kes nabersivîne. Pirs sal donzdeh mehan li bersiva xwe digere welat bi welat gund û bajar diçe lê li ti cabê rast nayê. Ji loma dibêjin ew ro û ev ro namûs bê bekçî digerin li rastê.

Cardin sewt bi Birêz t. dikeve. "Min îşev xewnek dît" dibêje. Ez hêdîka xwe bi ber wî ve daqûl dikim, weke xewn ji namûsa xelkê bêhtir bala min bikşînin. Ew (Birêz t.) ji aliyekî fîstan didirû ji aliyê din dest bi qalkirina xewnê dike. "Newalek bû" dibêje "ez di newalekê de bûm. Ji pel û pelçimên weşiyayî min digot payîz e. Mijê xwe berdabû nava dar û deviyan. Ez li dora darek bejin qalind bûm. Te dît însanek wê himbêz bike destên wî lê nayên hevdû, ewqa sitûr bû.  Min dî nek ji pişta darê bû, nek ji serê gir bû nayê ber çavê min, pêjnek xuya kir. Ne dengekî bi hezaran deng weke ji min re bibêjin ev pêjn bo kuştina te tê. Min xwe nedît di bin nigên min ve bû qirçeqirça pel û pelçîman. Min hewl da xwe go birevim. Paşê min ma li darê û berê min li revê. Lê dikim û nakim ji cîhê xwe nalivim, weke bi hezaran dest ji paş ve bi min girtibin. Xwêdan ji eniya min dihat xwarê. Bi qerepûşkan li pişta xwe peledar bûm. Diricifîm. Di cîh de çik bûm. Tiliyên min weke li benikekî ket, li nava darê girêdayiye û dirêjî pişta min bûye. Wî wextî meqes hat hişê min. Meqesek hebûya min ji xwe'r got û min vî benikê ziravik tenê carekê bikira nav diranê wê.. Bi çavan li dora xwe geriyam çi meqes û çi tişt. Xwêdana min her diçû zêdetir dibû û her diçe bêhtir diricifim. Min hew taqet kir û wajîniyek bi min ket, axir şiyar bûm."

Çavê min bi meqesa li ser maseyê ve mane. Birêz t. li min dinêre, ez li meqesê, meqes li me herdûkan.

16 Kasım 2017 Perşembe

Mûçing


(Li mala wan mûçing ew alet e: herkes bikartîne lê ti kes nizane li ku ye.)

Vê hewala niha wê bê gotin, belbî berê pêşiyan li ser kaniyan, bin xaniyan, li ber bênderan, li serê miskaran, di bin siya darên gûzan gotibe û çûbin. Wanî ye; pêşiyên xelkê li wan xwedî derketine yên me em li rastê hiştine çûne: weke mûçingekê.

Hewal ji hewalan berêvarekê ye. Bavê mazûban li kêlekê mevanek ji ber derî peyda dibe. Bi hurmet û selamlarên mêvan û mazûbanan daxil dibin hundir malê. Mêvan çav li mûçingekê dikeve, ne li ser masê bû, ne li qerexa pencerê, ne di destê qîza çardeh biharî. Welhasil û kelam mûçing weke dûxana fîncana qehweyê tê ber çavê mêvên û diçe.

Rûdinên. Xwarin, vexwarin, ken, xirecir û civat digere hey dikele. Ji bajaran destpêdikin li aşan disekinin, ji aşan dajon dikevin rêza çem û feratan, ev çem bû ew ferat bû dadigerin pişta gundan û pala çiyan.. Civat  sayîl dibe doşek û yetax tên danîn. "Xew xweş e di paşila doşegên hiriyê" dibêje mêvan.

Şev reş e. Berf e, seqem e, mij û moran e. Ji nişka'v mazûban bi nalenala mêvan bi xwe dihese. Dinêre ew mevanê weke qeterpîlekî li ser tûtikan bi herdû destan hişk çavên xwe jidandiye û hey diqirqile. Dike û nake ew dest li wan çavan sist nabe. Tu dibêjî qe ne şûjinek hezar şûjin di çavê wî rebenî çûne, eyn wihanîko xwe li hev qat dike hey qat dike. "Ya rebbî" dibêje mazûban "ya star ev çi bobelat bû?" Malbat tevde şiyar bûne li ser rebeno wîtewît e. "Keçê çer bû, kuro law bêje, kulfetê li min qirikê, lawo li min bavo-bavo" ye. Dibînin bi dengekî nizmik û lalok deng bi mêvên dikeve. Hemû hişş dibin bi derbekê guh li ser bel dikin. "Mûû.." dibêje mêvan "mûû...ûû..û..çing"