7 Aralık 2017 Perşembe

Xof


Ji guhê gê deng li we dikim.

- Hişş be guriyê heram, wê me bibihîzin. Qe tu sirguna me dixwazî?
- Dixwazim zû bibe sibe.
- Tu du peyvên din bikî qe li me nabe sibe.
- Çima? Wê tavê vemirînin?
- Na. Wê me ji guhê gê derînin.
- Guhê gê pir xweş e qe?
- Ji derve çêtir e.
- Derve serma ye.
- Ee, serma û talûke. Tu wê tivingê ji dest xwe bernedî.
- Bi destên min ve zeliqiye ji qeşê.
- Tiliya te li ser tetigê ye?
- Ee.
- Hişş be, bi vir de tên.

Ji hundir defê bang li we dikim. 

   Beriya çend salan bû min ji wê keçikê hez kiribû, wê gulîmorê, lêv neynikê, çav qendîlê, rû şemamokê.. Ew wext zeman xweş dihat û geş diçû. Dinya li ser qiloçên gê bû, dest û tilî li ser morî - memikan. Wext hat, moza bi wî ga yî vedan. Hiloz bû. Serî li xwe bir û anî. Zîtok li cotkarê xwe dan. Halet li xwe xera kir. Ji xeta cot derket. Qet li xwe qetand. Qudûm li me şikand. Dinya bû topek agir bi ser me de hat. Me xwe di binê berfê de veşart.
   Dinya hê gindir dibû. Em şiyar bûn ji xewa sermê. Ker bibû guhê gê. Min xeber şand ji gulîmorê, bila xwe girêbide da vê şevereşê em hevdû hildin ser pişta qantirê bavê. Birevin. Birevînin. Biçin. Dûr welatan. Xweş çiyayan.
   Em ketin rê. Rê ket bergiya çiyê. Bû xof ji min re dengê rovî û pelisîrkan, bû sitare bejna gulîmora li pişta qantirê. Lê xof e mîratê ya talî, bi ser dil ve tê.  Çav li çar çavan ketim, li pişta l'atê, derdora deviyê. Min şoş kir li qantirê bavê, hilgirt qewza tivingê. Kişand dêv mîrata guleyê. Ket hişê min carekê rîhspiyekî gotibû li serê civatê " di çîrokan de tiving bê hemdê xwe diteqin gelî cim'etê." Min guh neda tirs û xofê, xwe ker kir, ketim şopa rê. Xweş tê ji xweşwelatan dengê defê.

Ji sînga mirîşkan, baskên çivîkan, vingîna mêşan û fişîna maran deng li we dikim. 

   Wê şevê guh li gê ker bû. Xofek bi ser maliyan vebû. Pistepista cinan, çirçira çîrçirkan bû. Guh li gê fireh bibû, temamê seriyan di hundir debû. Wê îşev xwîn birijê digotin, xwe hemed bikin. Xof bêhtir dibû, tevlî zûrîna guran, fişîna maran dibû. Em di guhê gê de, guh li teqîna dengê tivingê. Xof bêhtir dibû, tevlî şelpeşelpa lingên qantirê, pistepista binê lihêfan dibû. Dinya di guhê gê debû, guh li gê firehtir dibû.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder