3 Ocak 2018 Çarşamba

Beq-belalûk


..êvaran beqim, sibehan belalûk, ji ew rojê de. Ew roja min û birayê xwe li ser birkikê beq bi lûlikên qamiran dinepixandin. Diya min gotibû "berxê'm gunehin piff qûna wan nekin û bi ser avê de bernedin, wê xwedê li cem we nehêle, berî xwedê jî beq nahêlin, wê bibin belalûk li tilî û canê we, heyf e berxê'm, heyfa we." Me xwedê nedî ger em jê bitirsin, lê em ji beqên kesk ditirsiyan. "Ewên kesk yên avî û talûke ne" digotin. Wek marên kor bi jehrin tu nebê, ger dev li goşt bikin meriv beqa nake di cîhê cîh de dikeve, diperpite, hestiyên laşê wî dihelin, bêlome be! Lewma me ji dûr de ew bi keviran dikuştin, dipelçiqîn. Xwedê me ji xezeba jehra wan biparêze, amîn yarebbila'lemîn. Yê birayê min tişt nebû. Çimkî ew ji wan neditirsiya. Lê ez? Her şev dihatin xewna min. Ji destên min belalûk derdiketin, çermê min dijidiya, yek di ber yekê şîn dihatin. Min laşê xwe dixwirand dixwirand dixwirand, jê nediçûn. Sibehê şiyar dibûm hemî laşê min sor dibû qat diavêt. Min nediwêrîbû ji ti kesî re bigota. Roja ewil diya min pêhesiya, min got di xewnê de beq tên min. Keniya, bawer nekir. Min birin nexweşxanê. Bi rojan di destê tixtoran de  mam, nebûn derman. Xewên şevan li min heram bûn êdî da nebînim xewnan. Sibehekê li ser tiliya destekî bi du heb belalûk re şiyar bûm. Diya min êdî bawer dikir, birayê min jî, bavê min, hevalên min, mehel, bajar û hemî dinya bawer dikir êdî di xewnan de beq têne min. Êdî min xewn nedidîtin, lê li ser tiliyek destê min du heb belalûk. Diya min got "tişt nabe kurê min, emê te bibin cem mele Birahîm bila bibire wê belalûkên te jê herin, xwe netirsîne." Ez ne ditirsiyam. Lê zêde dibûn, bûn şeş heb. Bavê min digot; "ka yek di qûna te de jî derketiba!" Pir zora min çûbû lê min deng nekir. Bav wanî ne pir zora mere dibin lê axir tenê zora mere dibin, wekî din zirar ji wan nayê. Lê zora min çûbû. Sibehê ez û diya xwe çûn ber deriyê mele Birahîm. Min got "mele ez ketime bextê te de tu di bextê xwedê de" di hundir xwe de. Ez neaxivîm. Diya min got "ka destê xwe derxe jê cêba xwe." Min derxist. Mele hertişt fêhm kir. "Dêmeg belesebep jê re nabêjin 'alim" min got, mele û diya min keniyan. Bavê  min axirê ne li wir bû. Cîhê bavê min ne lê be ew der ji min re govend û dîlane. Mele belalûkên min jimartin, serê hemûyan çenikekî birrî, du sê caran li ser xwend, şeş hebikên ceh da destê diya min û got "va hebikan gereke hûn di nava çiravê de biçikînin, ger ev hebikên ceh şîn bibin bi êzna xwedê wê belabûkên lêwik jî vemirin." Em vegeriyan malê. Min bi destê xwe yî bi belalûk, ew şeş hebikên ceh, bi bisimilla bisimilla bisimillayan re di nav çiravê de çikand. Rojek, du roj, sê roj, heftiyek,  mehek derbas bû cehê me şîn hat, simbil girt, qimil ketê, em çûn ser bênderê, me ceh û ka ji hev derxist, me ceh bir aş û hêra, danî ber golikê, golik kir boraq, danî ser sêlê û têra xêr û xêratan jî me li cîranan belav kir lê belalûk zêde bûn û kêm nebûn. Gihêştin heta ser sînga min, yek di ber yekê. Ditirsiyam bigihêjin qûna min û bavê min bi min bikene. Axir neçûn ber bi wir. Li dor zivirîn û neçûn. Hemû laşê min girtin. Edî ji wan aciz nedibûm. Ne hewceye bêjim hûn zanin, 'elimandî ji cehimandî xerabtirin. Hêstên min jî diguherîn. Min xwe wek beqekî hîs dikir. Wek beqekî avjenî dikir, wek beqekî dipekiyam ji ser t'at û telîşan, wek beqekî radizam, wek beqekî dijiyam êvaran, sibehan bi belalûkan re tenê dimam. Diya min digo: "mere aniha bi lûlikekê piff qûna te bikira." Dibû hîkehîka birayê min dikeniya. Dibû wîqewîqe min dixeyidîm. Zora min diçû.

Aniha ne li wî bajarî, li bajarekî dûrtirî zaroktiya xwe me. Êvaran dibim beqekî girs û bi tirs, dadigerim qeraxa çem û golan, heta destê sibehan diwîqînim. Sibehan dikişim odeya xwe heta êvaran dernayêm. Naxwazim însan min bibînin. Fedî dikim. Ditirsim.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder