18 Nisan 2022 Pazartesi

dengnekir

Bo dengnekira diya xwe.

darê zorê hişk nabe, kê ji wan re nekir xulamî di tevahiya salên dinyayê, dil jî dimire mirin namire, qoqelê serîyên hespan dimînin li meydanokê û pêdepêde edab û adetên qentirîn li me rast dikin, bişkoka derîyê navranan vebûne wê careke din neyên nixumîn, heft hûtgirserîyên kalane dipengizin ji binê axê wê kî ji wan re mazûvaniyê neke, cegerpolayên qedirzane careke din venagerin li şûnewarê mirîyan, kî yê bizane xeleka vê garanê li ku derê diqete, her li cihê ga lê dibetile konên qesrawî vedane - rê her di wir re digihên qonaxê, rêzên reşêleyan diçin ber bi zozanan, bablîsok dimeşin di şûna lîstikên zarokan re ber bi qûleya babîlê, eşqên mem û zînewî li delingê mirîvonên karîkaturîk gerîyane, li hinîn deveranên mûjangî - nuqsan û mêqijilokî ye awirên ji dûr ve pêşîyane ji nêz ve ehmeqane, darê terelialî di qorika nihîta pişt û palgêhê malxwêwêranî ya xwedaparêzên heman malbatî ditewe, çi tîr e li bejnê tê, dengnekir e, radimûse ji eniya darê zorê bi herdu lêvên nermebayî, radike û hiltîne şevçirakên bi agirê qewmîyane diçiprîskin ji nava ranên jineke dişibÎnkayî, dibiriqe şûna darê zorê, geh sor e geh mor, difelişin ew bejnên jinane ne ji ber têrebihara miştebaran, çi bejne li şevê tê, şeng e ew bêdengiya reşbiriqînên derbên darê zorê li newqa dengnekirên jinebiyan, hişk dikin guliyên situmûyên hespan li ser şekiroka her havîn serîdidanên stirîmişkan, xwîn dibe jinebîyek û pahn dibe li newalê, dide ber xwe bêhna xofê hêlîna teyrûtilûrên di quleşikêran, ho venedaye hê laşê jina şev li xwe û newalê qulipand, ne diqare ne digazine, dengnekir e 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder