29 Mart 2022 Salı

Şev li min bû roj a reş.

Wexta digihêjim kaniya bûkan roj dageriyaye pişta çiyan. Vê şevê siya çiyayên welatê min wê reştir be ji çengek qetran.

Rojeke payîzê ye. Ji nav mij a zelûl du siwar bi ber min ve tên. Wek peykereke li ser xweşikiya wî çend guleyên tomatîkê derb lê çêkirine disekinim. Bi hêlekê ve me, wiha ji piyê rastê ve rakişandî. Milê min ê çepê pûç e. Ne ji mine hêla min ya çepê. Ne jî ji ti kesê din e. Vala ye wî aliyê bedena min, newqa min bi ser wê valahiyê ve xûz e. Bi xwe re digerînim valahiya xwe, di çeman re derbas dikim, di newalan re kaş dikim, di kaşan re digindirînim. Hûn qet nizanin çiqas girane valahiya newqa min. Dûxana germa axê bi bedena min re hildikişe.  (Kê gotiye ax sar e?) Wê qir a ji sibehê bariya ye şil kiriye axa germ. Payîz e. Ji xwedê ve eyan e. Cûmaq e ax. Heriyê girtiye binê herdu lapanên lingên min. Ne ji xwe ve ne jî ji herîya bi bin lingên xwe ve, ji hebûna vê valahiya newqa xwe de giranim. Bi çelpeçelpa simên hespên xwe digihêjin min herdu siwar. Hespek jê mehînî ye. Di situyê wê de xengilokeke bi morîk heye. Li çavên min dinêre. 


- Tê me di ku re bibe?
- Di bergiya vî çemî re.
- Çiqas bû ye tu li bendî me ye?
- Ji nîvro de ye.
- Baş e Qulingo. Ka bide pêşiya me.

Çend xweziyên min hene ji vê dinyayê. Yek jê weke navê xwe sivik bûma. Ya duyem berî bimirim bifiriyama. Û sêyem piştî firiyam bimirama. Yek jî nabe zanim. Jixwe dara xweziyan ji kokê de qelihandine li vî warî. Kalkê min bû wiha digot, "vê axa can tu xwê biavêjê wê şên bibe." Çima bavo min digot çima dara xweziyê?  Di ber xwe de dikeniya "bibe jî fêkiyan nade" digot. Zaro bûm hişê min nedigirt. Jixwe hişê min heta aniha çi girt? Bi qasî newqa min vala ye serê min, ti tiştek xwe lê nagire. Şematok e. Dişemite sewt û xemla dinyayê di textikê eniya min re. Digihêje qirika min, ger bibe girêz dadiqurtînim xwezya xwe, ger bibe girêk lê diheyirim. Virde diqulipînim, wê de digindirînim, talîya talî di cîh de datînim. Ji lewma ye min pirêzeyeke girêkên gewriyê li pişt xwe hiştine. Weke axkolkên xiltan rêz bûne li dû şopa min.

Li pêşiya siwara me ew li pişta valahiya newqa min. Wan digihêjînim deqeba teng. Bêhna mirinê tê ji vê neqebê. Hilma min diçike. Bê hemdê xwe zû dilezînim hinekî. Bêdengiyeke kûr kişiyaye ser newalê. Çelpeçelpa simên mehîniyê li mejiyê min dixe. Wîqîna wî qulingê ti carî di mijê de derneketiye neçîrê dikeve kerika guhê min. Dibe şîrqîna tomatîkan. Bêhtir dilezînim lê nahêle birevim newqa min. Dev û rû dikevim erdê, xwe diqelizînim. Mehîniya bê siwar bi hîrehîr ber min ve tê. Xwîn herikî ye bi ser rengên xengiloka wê. Li min disekine. Dûxaneke şerpezeyî ji bêvila xwe diavêje. Bi destê xwe yî sivik dirêjî wê dibim, xwe ji min dûr dixe. Xwe weke hebek morîkeke gerdenê di çavên wê de dibînim. Bazdide, ji çavan dişemitim.


Tenê vedigerim heta kaniya bûkan.


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder