Perde dageriya.
-Fermo.
-Nizanim ez çewa bêjim. Hê ew saw ji min neçûye. Ji xwe ditirsim. Di dehsaliya xwe de ji vî tiştê li ser xwe hayê bûm. Bavê min ez biribûm berber. Şeqşeqa meqesê û pinpina mekîneya traşê bû li ser serê min. Pilçîna mûyan bû dipilçimîn dihatin di çavên min de diçikiyan. Min nikaribû destê xwe biavêta xîlika ji pozê min diniqûtî. Car caran çav ji mecbûrî vedibûn. Ew çewa be jî divê di nav re çav vebin. Her carê rûyên di neynikê de xuya dibûn, bi çirpîna mûyekî, cardin wenda dibûn. Her carê hin rûyên din, rûyên din, neynikek din. Neynikên berberan çiqas jî pirrin weke rûyên li ser rûkê dinyayê. Naletê li wan dibarînim. Li berberan. Li bavê xwe. Yên dibêjin em li vê dinê tenê bi rûyekî dijîn, naleta herî mezin li wan dibarînim. Bila kes nebêje; em di destê berberan û li hemberî wan neynikên wan ê bi tirsnak nabin keseke din. Ji kerema xwe nebêjin, na, nebêjin. Erê, ew neynikên tirsnak. Ji wan ditirsim. Paş û pêş li însên dikin yek. Hemû cihê xwe yî tu jê ditirse dibînin. Dihêle xelk jî bibînin. Bêhtir tu dibînî. Lê tu hê jî nizanî çi ne ew. Yên dibêjin dîtin û gotin nabe yek, nalet li wan jî were. Gotin tûjtir e. Dibe gûzan carina, bi çavê meriv re diçe. Dibirre. Xwîn jê nayê. Weke muyên diçilmikin çavan. Av û êlem jê tê. Diherike. Dibe ferat. Ji newalan berjêr dibe. Kîsoyên wextê baranan rev bi dest wan nakeve di nav de difetisin. Difetisîm. Dibeecîm li ser kursiyê. Xîlik ji bêvila'm diniqutî. "Bes serê xwe virde wêde bike lo, welleh ma tu bûyî zilam êdî" got qesasê 'emrê min. Alîgirê qesas, bavê min, hat bi serê min girt. Bêhtir cîh li min teng bû. Min çav bêhtir li xwe şidandin. Lê divê di nav re vebin. Xwezî wê carê min venekiriba. Weke perdeyek dageriya navbêna min û dinyayê. Hew min dît ne ez ezê berê û ne berber ne jî bavê'm yên berê ne. Ez xwe nasnakim. Wan nasdikim lê ne bi wa rûyan. Dinya li min guherî. Xwe nasnakim. Ew min nasdikin. Ez wan nasdikim. Xwe nasnakim. Qe hema cîh li min teng dibe, eynî weke wê rojê perdeyek dadigere, xwe wenda dikim. Dinya dibe dûxana mehserê. Difire. Li ba dibe. Dihele.
Perdeya li rû.
- Tê ji me re çi bêje?
- Ma çi bêjim, ez jî nizanim. Me ji hevdû hezkiribû. Niha jî hezdikim. Çima heznekim? Ji rûyekî wî bi tenê heznakim. Hemû rûyên wî bo min yek ji yekî xweşiktir e. Lê wextê ew perde dikeve navbêna min û wî, wî û dinyayê.. Hertişt li ber çavê min jî reş dibe. Hingê ew diguhere ez jî pê re diguherim. Hingê perde dadigere em bêhtir xwe wenda dikin. Ji wextekî şûnde êdî dikarim bişopînim. Ew hertim bêhtir xwe winda dike. "Çawa go ew perde dadigere" dibêje "xwe nasnakim êdî. Dinya dibe mij û moran. Rû hemû wenda dibin ji ber çavên min, diguherin hin rûyên din. Dinya dibe dinyayek din. Wê dinê nasnakim." Ewil têdigihêştim kîjan rûyên wî wê kîjan wextî çi bike. Edî pênagihêjim. Ez jî pê re wenda dibim, heta go ew perde hildikişe ji ser rû. Hê jî hezdikim. Erê, nalet li wan ê dibêjin em bi rûyekî tenê ji hevdû hez dikin were. Tênagihêjim çawa dijîn bi rûyekî. Xwe dixapînin. Bê rû ne. Dixwazin dinyê di yek rûyî de bibînin. Nikarin. Dinya du rû ye, hezkirin heft rû. Ji wî hezdikim. Nizanim bi kîjan rûyî lê ew jî ji min hezdike, zanim. Wê rojê nizanim çi pê hat. Min zanîbû cîh lê teng bû. Lê nizanim çima. Ji min re got; tu kî ye? Min nizanî bû bêjim çi. Min texmîn nekir bi kîjan rûyî min dibîne, hûn fêm dikin? Cîh li min jî teng bû. Min xwest birevim. Bû qajewaja min. Min xwest birevim. Destekî bi serê min girt. Nikarim birevim. Perde girt ser rûyê min. Dinya guherî. Tav çû. Heyv nehat. Kulîlk venebûn. Rû guherî. Dinya guherî.
Perde hilkişiya.
- Pir kişand ji ber min û bêrûtiya min. Nizanim bi kîjan rûyî, lê ji wê hezdikim. Ne bi rûyekî, bi heftê û heft reng û rûyan. Perde.. perdeya li pencerê wê rojê li ba bû, me neda dû. Dîwar xalî ye, em bê rû, şilpî tazî.
19 Aralık 2017 Salı
13 Aralık 2017 Çarşamba
Orgazm
Orgazmeke bi dilê xwe, xweştir e ji hezar pevşabûnan.
Gotina Jinpêşkokan
Niha ber êvarî ye vê dinivîsîm, ro çû.. çû, neçû ava.. çênik ma ye, wê weke her rojan biçe ava.
Vê sibê jî sibehek wek her sibehên ji xweşûştinên min î hênik e. Bi xwêdana bi her serê sibehan min bêhhfetiskî dike re şiyarbûm.. Ya rebbî, çi xwêdan-çi xwêdan.. ne hûn behsbikin, ne ez bêjim, hema wilo xwêdan û ji min diniqûtî. Naa, nediniqûtî.. Hin ji serê çîpên min û ber bi sîngên min ve dihat, hin jî ji nav porê min î gûrr re dadiwerivî ber bi stûyê min, herdu feratên xwêdanê di navbêna sîngên min û rûyê min (wek hûn jî zanin stûyê min e ew der) dibûn yek, û yekî vêde, yekê wêde dikişkişand, axx ya rebbî ew çi şikence bû.. qey xwêdana hemû dinê, hew ma para min!
Bi hilozbûna ji nav cîh re, min ancax xwe di serşokê de zevt kir. Bi hênkahiya ava cemidî hê nû li xwe hayê bûm. Ma mumkin bû li xwe hayê nebim? Oxxx çi hênkahiyek xweş! Mêr be wê kîrsorkî bibe, jin be wê biazire; jin be wê xeyalên bi xortekî nûkamilbûyî re bibîne, mêr be wê xeyalên bi qîzek çardehsalî re biafirîne.
Hê av ji min nedawerivî bû, min piyên xwe di piyên bornozê xwe’y sipîbozî hê ji nûciwaniya min mabû rakir. Bornozê xwe’y sipîbozî hê ji nûciwaniya min mabû hilkişand ser pişta xwe. Bornozê xwe’y sipîbozî hê ji nûciwaniya xwe min nehiştibû piçek qilêr xwe li ser bigre li bejna xwe pêça. Bi pêçandina bornozê xwe’y sipîbozî hê ji nûciwaniya xwe min nehiştitibû piçek qilêr xwe li ser bigire min xwe kir wek gulokek berfê. Wek ew guloka serê salan ji ezmanan çawa hatibû xwarê, min jî xwe ji serşokê avêt derve.
Xwe gihandim mitbexê, ketil tije av kirim, da wek her sibehên berê, piştî ji xelasbûna xwêdaneke min bêhnfetiskî kiribû û jibo şerefa xweşûştineke hênikî-qerrisî qehweyeke tînxweş î-hêlawgerm ji xwe re amade bikim.
Heya ava min bikele min xwest du-sê deqeyan jibo bi qasî xweşûştina min î hênik, hewayek hênik di laşê xwe de hîsbikim, derkevim balkonê. Hê min ev ji xwe’r gotibû-negotibû, ber bi balkonê ve çûm jî. Wilo bi nazikî deriyê balkonê vekirim. Bayekî hênik î pêjn geş xwe li nava rûyê min da. (Divê ez lixwemikur bêm; her wexta sibê bi şevaqê re derdikevim balkonê û wiha vê hewayê hîsdikim, xwe wilo weke xanimeke ewropayî ko bi derketina ser balkonê re, bi caxên li dor balkonê digire û bi dirêjkirina serê xwe yî ber bi ezman re, porên wê û etegê wê yî heta li ber çogên wê li ber ba dikeve, dibînim.. Nizam ma wanî bû? Dibe tenê di fîlman de jî wanî be, nizam êdî, xwe ha’lo dibînim).
Ew bayê hênik î pêjn geş, bi dîtina min dît, hîskirina min hîskir, bi derbekê (yanî wilo ne bi derbekê, axir bibêjim bi nazikiyekê jî dibe) bi hewldanek ne xwe biêşîne û ne min, bi lêxistina li ser çîpên min î li derveyî bornoz re, weke marekî hurik-hurik bikişe nava hêlîneke çûkekê, weke xortekî nûkamilbûyî bi fediyok daxilî nava himbêza fahîşeyekê bibe, kişaya, ber bi nava herdu paqên vê guloka berfê yî di nava bornozê xwe’y sipîbozî hê ji nûciwaniya wê maye.. Bi ricifîneke xwirîka meriv tîne re veciniqîm. Wek jilêtekî hê binçeng û berzik û serzik û.. nedîtibe, hema wanî tûûjj û zirav, piştî gerandina li dor çîpên min, li dor laşê min bi fetlonekên xwe’y hênik, ber bi movika herdu paqên min û ji wirde’w ber sîng-morîk û bersîngên min ve kişiya. Hê fetloka talî li dor stûyê min nexistibû û ji min neçibû, yanê, min û tesîra xwe bi min û halê min î ez xistibûmê tenê nehiştibû, avake tîn-ger û zer-mezeloqî niqut niqut ji nava movika paqê min de, ber bi jêr ve, bi çîpa min î çepê ve herikî.
12 Aralık 2017 Salı
Mêş
Li perrê çûyînê.
Germ e. Dengê cîranan tê. Jinik digrî ji qirikê. Mêrik diqîre bi ser sikakê. Giriyê jinikê li kuçê belav dibe. Vê carê bêhtir. Her diçe bilintir. Xwêdan ji stû diherike ser pêsîrê. Mêrik bazdide hundir. Çûyîn û hatina wî yek e. Çifte di dest de derdikeve. "Ezê bikujim!" dibêje. Ez berê xwe diguherim. Germ e. Xwêdan didim. Xanima min nîv seeteke di serşokê de ye. Piştî wê ezê derbas bibim. Li derve dengê jinikê kêmtir dibe. Bêhnfetiskî, dike îskeîsk êdî. Mêşek xwe li ser sûretê bavê min yê bi dîwar ve mîxkirî datîne. Ji arûşkê hildikişe ser poz. Hat texma çav. Dadigere ser lêvê dîsa. Xanim ji derî dikeve hundir. Porê wê hê baş zûha nebûye. Çend dilop av jê diniqute. "Ew dengê çiye gelo?"dibêje. "Cîran" dibêjim. Bêdeng dibe. Mêş hê digere li ser sûret. Av diniqute ji por. Xwêdan diherike ji eniya min. Li derve êdî hew digrî jinik. "Hew dikarim bi te re biqedînim" dibêje xanima min. "Ez baş fikirîm, serê mehekê ye dikim û nakim tu tişt ber bi başbûnê ve naçe. Ez jî hew taqet dikim. Hal di min de nema êdî. Bi vî awayî em ji zirarê bêhtir tiştekî nadin hevdu. Naxwazim bi te re di nav eynî cîhî de razêm. Zanim ne xema te ye jî. Zêde tiştekî me di ber hevde tune ye jixwe. Ti guliyên em ji hevdu re bihûnin jî nemaye. Pir zehmet e wiha. Bi min pir zor tê. Qe tu jî tiştekî nabêjî? Nebêje, baş e, min jî ev hêvî dikir. Niha ezê xwe girêbidim. Ji xwe alavên min serhevdayî ne. Û tu yê tu carê din, tu, carê, rûyê, min, û, tu... " Bêdengim. Guhên min dengên dinyayê nabihîzin. Xanim bê navber diaxive. Deng weke xuşînê hino-hino tê min. Dixwazim guhê xwe ji hemû dengên dinyayê re bigrim. Tenê xwêdana ji laşê min diherike hîs dikim û mêş a li ser sûretê bi simbêl dibînim. Siya 'esirkî ji serê kûçê dadikeve. Germ e. Xanim, di dest de çente û bahol ji derî derdikeve. Bi şirqîna girtina derî henkahiyekê hîs dikim. Mêş difire. Vingîne li perrê mêşê, li dor peravê çûyînê. Radibim paceyan digrim. Dengê cîranan nema tê.
Li qeraxa devê beratê.
Ez û ew li binê siya dara tûyê rûniştî bûn. Digot: "va çend meh e xanima min rû nade min, wê rojekê here, ne dixwazim here ne jî bimîne (...) xwe weke firaqeke neşûştî hîs dikim." Min guh nedidayê. Wî jî guhnedida min. "Dora te ye, de bilîze destê xwe" min got. Li min nenêrî û kevirek bi pêşve gêr kir. Çend zarok di kuçê re bi bazdan derbas bûn. Heta ji çav wenda bûn me li wan nerî. Ji destê yekî tiştek ketibû erdê, ji dûr ve wek mirîşkekê bû. "Pir germ e" got. "Erê, xwêdan di qûna meriv re diavêje" min got. "Pînika mirîşkan wê ji derve hêniktir be" got. "Çima?" dibêjim. "Çimkî" dibêje "wextê canê min zêde germ dibe xwe di pînika mirîşkan de hîs dikim, bêhna zilq û xwêdana mirîşkan, germa pûş û palaxa havînê, vingîna mêşan, gûyê li ber tavê hişk bûyî.." Dilê min lihevketi bû. Pîsê heram hertim li min wiha dike. "De temam lo! Te xwelî li serê min kiro!" dibêjim. Di nîvî de qut dike, huş dibe. Çêtir e, xwezî qe neaxiviya, timî wiha bê sewt bûya. Ji cihê zarok qasek berê pêde reviyabûn tûleyekî kuçikan tê. Ji germa teliqî ye. Ji birçîna noqa wî bi hev ve zeliqî ye. Hemû parxên wî têne jimartin. Pirç bi ser piştê ve nemaye keçelê heram. Digihêje ew tiştê ji destê zarokan ketî. Li gor qenyata min berateya mirîşkê bû. Noq dibe bi ser de, bêhn dike, hildigire devê xwe. Ber bi siya me de tê. "Kuçik be jî li ber vê germê nikare goştê berateyekê bixwe, te dît" dibêje. Tûleyê heram hat li binê siya darê mexel bû. Ne mîrîşk e ya di deva de. Başîqek e. Hê bêhn pê neketibû. Kuçik carcaran çavê wî li ser me bû. Yê me ziq li ser wî û li berata di nav diranên wî de bû. Mêş xwe li beratê digrin. Vingîne li dor devê kuçik. Hew xwe digrim, hoşşt dikim. Kuçik ji nişka radibe, berate jî pê re, diçe. "Tu zanî" dibêje birakê min; "diya min digot, wextê bavê min hatiye kuştin a wiha havîneke weke agir germ bûye. Heta wê havînê, ji germê agir bi çend perçeyên zadan ketiye. Hin jî dibêjin na dewletê ew şewitandine, lê tu pê qîm neke. Diya min dibêje, rojekê ji sibê heta êvarê meytê bavê te li nav pirêzeyan ma. Ti kes newêrîbû bi ser de biçûya. Zeman pir nexweş bû ye tu zanî? Heta xwe gihandine meyt bi çi zor zehmetê. Vêca diya min digo kula min ne meyt, ne xwîna li ser pûş belav bûyî bû lo. Kula min ew kul e vingîna mêşan bû li ser ew rijxwînê. Ji lewma hiletê diya min diçe ji mêşan ew ro û ev ro." Bêdeng bûm.
Li ser gewmika xwînê.
Kûçik li ber siya dîwarekî mexel hatibû. Berate tevde rûçikandibû. Zimanê xwe cara dawî li dor devê xwe dixe. Mêşeke li ser bêvila wî danîye bi derbekê gez dike, hemû mêşên din divingînin, difirin, qasekê şûnde xwe li ser gewmika xwînê datînin.
7 Aralık 2017 Perşembe
Xof
- Hişş be guriyê heram, wê me bibihîzin. Qe tu sirguna me dixwazî?
- Dixwazim zû bibe sibe.
- Tu du peyvên din bikî qe li me nabe sibe.
- Çima? Wê tavê vemirînin?
- Na. Wê me ji guhê gê derînin.
- Guhê gê pir xweş e qe?
- Ji derve çêtir e.
- Derve serma ye.
- Ee, serma û talûke. Tu wê tivingê ji dest xwe bernedî.
- Bi destên min ve zeliqiye ji qeşê.
- Tiliya te li ser tetigê ye?
- Ee.
- Hişş be, bi vir de tên.
Ji hundir defê bang li we dikim.
Beriya çend salan bû min ji wê keçikê hez kiribû, wê gulîmorê, lêv neynikê, çav qendîlê, rû şemamokê.. Ew wext zeman xweş dihat û geş diçû. Dinya li ser qiloçên gê bû, dest û tilî li ser morî - memikan. Wext hat, moza bi wî ga yî vedan. Hiloz bû. Serî li xwe bir û anî. Zîtok li cotkarê xwe dan. Halet li xwe xera kir. Ji xeta cot derket. Qet li xwe qetand. Qudûm li me şikand. Dinya bû topek agir bi ser me de hat. Me xwe di binê berfê de veşart.
Dinya hê gindir dibû. Em şiyar bûn ji xewa sermê. Ker bibû guhê gê. Min xeber şand ji gulîmorê, bila xwe girêbide da vê şevereşê em hevdû hildin ser pişta qantirê bavê. Birevin. Birevînin. Biçin. Dûr welatan. Xweş çiyayan.
Em ketin rê. Rê ket bergiya çiyê. Bû xof ji min re dengê rovî û pelisîrkan, bû sitare bejna gulîmora li pişta qantirê. Lê xof e mîratê ya talî, bi ser dil ve tê. Çav li çar çavan ketim, li pişta l'atê, derdora deviyê. Min şoş kir li qantirê bavê, hilgirt qewza tivingê. Kişand dêv mîrata guleyê. Ket hişê min carekê rîhspiyekî gotibû li serê civatê " di çîrokan de tiving bê hemdê xwe diteqin gelî cim'etê." Min guh neda tirs û xofê, xwe ker kir, ketim şopa rê. Xweş tê ji xweşwelatan dengê defê.
Ji sînga mirîşkan, baskên çivîkan, vingîna mêşan û fişîna maran deng li we dikim.
Wê şevê guh li gê ker bû. Xofek bi ser maliyan vebû. Pistepista cinan, çirçira çîrçirkan bû. Guh li gê fireh bibû, temamê seriyan di hundir debû. Wê îşev xwîn birijê digotin, xwe hemed bikin. Xof bêhtir dibû, tevlî zûrîna guran, fişîna maran dibû. Em di guhê gê de, guh li teqîna dengê tivingê. Xof bêhtir dibû, tevlî şelpeşelpa lingên qantirê, pistepista binê lihêfan dibû. Dinya di guhê gê debû, guh li gê firehtir dibû.
3 Aralık 2017 Pazar
Şilope
Dibêjin; kîso gotiye, ne ji ev qalikê li ser pişta min bûya min ê rojê heft qîz ji qîzanî bixista.
Li vê dinê ji min bêhtir dixwe'r nedîtî kesek tune. Hûn nabînin. Ger hûn lê rast hatin jî texsîr nekin bikujin, qet'la wî ji terefê min helal e. Yan jî guh nedinê bila ew xwe bikuje, çêtir e.
Şeveke payîzê ye xwedê min daye. Li gor saloxên dêya min dibêje, ez wî wextî jî bêyî dilê xwe bûme. Hingê wan bi serê min girtiye û ji nava paqên gulîsora dêya min kaş kirine, min bêhtir xwe bi hundir ve kişandiye. Dîtine yek tenê ji heq nayê der, rabûne ji gund gazî du qeraseyên zilaman kirine. Ew jî gelkî di ber xwe dane, pîra min î perda rûyê xwe çend carên din jî qetandiye digot; "xwîndanê di qûna wan re avêtiyê" lê dîsa ez ji ser 'eksa xwe venegeriya me. Gund tevde bi ser me de hatiye. Hinan gotiye "em wî perçe perçe bikin wiha derxin." Hinan "na" gotiye "tevr û biviran bînin em cîh lê fireh bikin." Yek heye hê jî tê bîra min dibe hîkehîka min dikenim "jê bigerin, çawa ketiyê bila wiha jî derkeve" gotiye. Welhasil her seriyek sewtek jê derketiye. Axir yekî gotiye emê kindiran pêve girêbidin û bi qantiran bikşînin. Ev fikir ketiye serê hemûyan. Du qantir peyda kirine û du kindir. Qantiran jî gelkî zor daye xwe lê min hew taqet kiriye, derketime. Lê dêya min hê jî ji ber ew jan û zehmetiyê bi ser hêlekê ve dikule.
"Kîsoyê kîso ye" dibêje dêya min, hertim "ger pêjna baranê bi ser deştê bikeve car berî carê hewl dide xwe li cîhekî bilind bigire, lê tu, hin şîşên sor jî bi qûna te ve deynin tu nalivî ji cîhê xwe."
Niha dîsa rojeke payîzê ye. Li ber şibakê me. Ezman bi ser deştê dibare. Şalûl û bilbil vekişiyane ser hêk û hêlînên xwe. Gur û rovî kişiyana qul û terkan, nav zar û zêçên xwe. Leglega ji qeflê wê bîskê derbas bibû dûr ketiye, çawa jî dibezîne. Dêya min ev serê nîv seetê ye bi hêlehêl çawa jî weke leglegê li dora xwe peledar bûye. "Min cil avêtibûn ser têlê" dibêje "wê tevde şil bibin li ber baranê, wê biherimin, ew çarên bastêqê jî mane li ber şilopê, lawkê min de rabe tu jî wan biavêje hundir." Ez ji cihê xwe nalivim. Qet tiştek ne li ser bala min e. Dinya xera dibe? Bila bibe. Ba tê, baran tê, firtone tê? Bila bê. Birûsk vedidin, yek li dû yekê. Ez di pencerê re li derve seyr dikim û qet nalivim. Dêya min herhal cil berhev kirine. Derketiye li çarên bastêqa ji êvar de li der raxistiye beledar bûye. Virde û wêde dikule, dikulkule. Carcaran kofî - kitan jê difire. Guliyên wê li ber baranê şil dibin, rûkê wê ji ber firtonê sor. Ez nalivim. Dibînim kîsoyek li rasta hewşê xwe li nava gewmên avê dixe, da xwe li cîhekî zûha bigre. Dike nake sitareyekê ji xwe'r nabîne. Carekê dêya min lê dihulkime, kîso li ser pişt diqelibe û weha dimîne. Ez bêyî tiştekî biavêjim ser milên xwe bazdidim derve. Xwe bi ser kîso de xwar dikim. Baran ne xema min e. Meriv carekê xwe li ber baranê şil dike. Ya xwe bi xwe û ya bi kîso re, dibêjim di dilê xwe. Kîso dilive bo xwe ji ser piştê biqelibîne, ez digrîm. Ew dilive, ez nalivim. Ew dilive ez digrîm. Ez digrîm ew dilive.
Dêya min tê, bi milê min digre, min kaş dike. "Tu yê nexweş bikevî lawkê min têkeve hundir" dibêje. Ez nalivim.
"Ne ji ew qalikê li ser pişta te bûya kîsoko" dibêjim "û ne ji ev baranên vê dinyayê."
Dêya min dikene.

30 Kasım 2017 Perşembe
Dîncok
Qe nebêjin pinpinîk nabin ejderha. Dibin.
-Carekê rojnamevanekî ji nivîskarekî ez zehf jê hezdikim pirsî ye; "Çi pêdiviya te pê heye, tu çima ewqas dinivîsî?" Camêr gotiye çi hûn zanin? "Ji qeşmerî." Eynî wiha gotiye; "ji qeşmerî." Çawa tu nivîskarek be, hemû dinya te nas bike û tu rabe besivek wiha bide! Ez ji we re dibêjim 'hin însan hene menyaxin oxlim' hûn bawer nakin.
- Tu jî ne kêmî wî ye.
- Na oxlim yê ji min şeytantir jî hene. Ihhi li paş xwe binêrin ha wa ye yek, hat.
- Kî? Ev kurtilxwirê beradayî. De dev jê berde lo.
- Dev ji çi berde oxlim? Hûn dîsa qala çi dikin? Haho ez îro mirim. Ka yek ji me re çayekê bixwazin lo. (...) Qe hûn bi çavê zilaman li xwe nanihêrin oxlim. Çay min got, çay! Çayekê ji me re bixwazin, ezê ji we re behsa xewna xwe yî îşev bikim. Wê devê we ji hevdû here, ezê bibim mêş û têkevim mejiyê we. (..) Ha wanî ha, wek zilaman. Me îro jî çayek li we kir xisar. Dê bisekinin li xewnê guhdar bikin: Ew keça min doh rê we da bû tê bîra we, ya por zer çente xetxetî?
-Hihi
- Hah ew hate xewna min, şûtî tazî, di nav golek tije şîr. Bêhna gulan ji xewnê dihat. Ez jî şûtî tazî li qerexa golê dirêjbûyî me, haya kafirbavê ji min heye, hêdî hêdî bi gavên qurfokî bi ber min ve tê. Çav li min sor dibe. Laş li min germ, mû li min şûjin. Hingê nêzî min dibe laşê malikmîratê diguhere. Ewil bask ji piştê derdikevin. Gav bi gav çîpên wê bi jor ve dikişin, biçûk dibin? Ji navê û ber bi jêr jî diçilmise, tê hev. Sê gav ma ye bigihêje min, bi temamî diguhere, dibe pinpinîkek çilsipî. Firrekê li xwe dixe, bi hewa dikeve. Li dora serê min du gera li xwe dixe, difitile, xwe li ser tayekî berzika min datîne. Ez ji xwe ve diçim. Laşê'm li min dibe singg. Bi herdû desta xwe dirêjî wê dikim. Dêzalimê, di nava tiliyên min de dihele, hilat hilatî dibe.
-Berdêê!
- Qe hûn qeşmerin oxlim, çi berdêê? Sûcê min e, ez ji we re xewna xwe dibêjim. Nan di we de tune. Ez çûm. Bi xatirê we.
-Goodbye canim
Ji mektebê derketim, berî da'm malê. Ew ezmûna îro çi zehmet bû, limin! (..) Çav bi çend sîngzerên din dikevim. Îşelle ev jî îşev neyên xewna min dibêjim. Nêzî malê me. Dengê erebeyekê ji paş min de tê. Li xwe difitilim. Erebeya polêsan e. Xofek dikeve hundirê min. Doh li mektebê mitîngek çêbibû ez jî ji deh salan rojekê tevlî tiştekî wiha bibûm. Her roj hevalên me digirtin. Fikirîm, "gelo dibe îca dora min be?" Erebe nêzî min bû, gelekî sist kir. Bû gupegupa qelbê min. Xwêdan di mejiyê min de derdiket êdî. Erebê hinekî din sist kir. Qelbê min bêhtir har bû. Gavên min sist bûn. Li texma min sekinîn. "Deqeyekê biner ji kerema xwe" got, yê erebê diajo. Min li rûyê wî seyr kir. Li rûyê yê di kêlekê de jî. Dengê telsizan dihat. Ji vir û wêde dinya li ber çavê min reş bû. Diricifîm. Ziman li min bû n'alê hespê, nediliviya. Tenê rev hat bîra min. Weke guleya ji devê tivingê bipeke pengizîm. "Carna rev jî mêranî ye oxlim" min ji xwe re got. Li serê qoziya sikakê li xwe vegeriyam, bi xezebekê dane dû min, ne hûn bibêjin ne ez. Gav li min dirêjtir bûn. Hin diçe zûtir, zûtir. Min xwe li kuçe û kolanên herî teng qewimand. Gelekî dûr çûm. Taqet di min de nema. Bixwazim nexwazim gav li min sist bûn. Dîsa li xwe vegeriyam, ti kes li dû min tune bûn. Gihêştim parqê. Min xwe avêt ser zerçinekî û baş li derdora xwe nerî, tiştek tune bû. Li ser piştê min xwe dirêj kir. Kenekî sivik xwe li lêvên min girt. "Dewlet nagihêje te oxlim" min got, bêhtir keniyam. Tav dibiriqîne li ezmanan. Tava biharê jî çiqas tûj e hûn zanin. Çavê min ji tavê tên girtin. Pinpinîkek hat ser sînga min. Dîsa bi hewa ket. Hat texma siya tavê. Şewqa tavê ew biçûçiktir dikir. Bask lê diliviyan, çav jî li min. Hino hino pinpinîk guherî ejderhayekî. Min çavê xwe girtin û vekirin, ejderha bêhtir mezin dibû. Bawer bikin qeşmeriyan nakim. Û.. (... ) Qe nebêjin pinpinîk nabin ejderha. Dibin.

28 Kasım 2017 Salı
Kundkuj
Bêhna baranê tê.
Xanima ducanî ji êvar de di taya sermê debû. Ne zanîbû wê di tartêla xwe keve ne jî di yê zikê xwe de. Sê caran şiyar bû. Carekê tasek av vexwar. Carekê sêvek xwar û careke din rûyê xwe şil kir. Pir pê zor dihat pir. "Zayîna min wê ne zehmettir be ji vê taya sermê herhal" got.
Niha destê sibehê ye. Mirîşk ji lûs kişiyane û xwe dane ber fisên dîkan yê ewilîn. Li hewşikê qebqibê destpê kiriye. Li hundir fişefişa bêvilê. Gumgumê avê li ser sobê piixîn e dikele. Lawikê neh-deh salî her diçe bêhtir xwe li lihêfê dipêçe li qeraxê. Kêliyek din wê şiyar bibe û vegotina vê çîrokê bidomîne, çimkî çîrok ya wî ye, ne ya min û we.
Bêhna gul û sosinan tê.
Xanim ne bi canekî bi herdu canan "oyyf to" dibêje "belqitiyo dê ne bes e mêşan di qûna te de bazar kirin, rabe lawo, ayyf ez mirim mirim mirim ji ber vê fişefişê, dibêjim qe mû ji canên min dikişin, tamarên min ditevizin ayyh yarebbî tu qawetê bide."
"Ew qaweta xwedê neda diya min ew kir para min û ez şiyar bûm. Na. Ji xwe şiyarbûm. Yanê şiyar bibûm. Yanê ne go aniha şiyar bûm. Biborin ev pitpita diya min î serê sibehan carna bera jî min gêj dike. Dibe ji loma zarokên mehelê navê min danîne Gêjo. Tev sûcê diya min e. Ewqas pitepit nekiri bûya belbî ez jî ewqa gêj nedibûm. Carek din heq didim zarokên xelkê. Belbî bera jî ji min çêtir bûn.
Lê bi telaq na! Weke ew difikirin ez ne gêj-mêjo me û tew Gêjo, qet. Erê dibe qutikê min sor be (çimkî ne Gêjo tenê, navê 'Gêjoyê Qutiksor' jî li min kirine) lê gêj nînim. Hebe li vê dinê ji min şeytantir, ew jî dîsa ez im. Ferzîka carina xwe li xamî datînim. Îca Gêjo! Gêjo di diya we kiro!
Bêhna hêkên nîvkelî tê.
Çavên min bi teşta zikê diya min dikeve, ji xwe her roj van çavan wî zikê weke tankêra belediyê dibînin. Nepixiye. Bûye wek balonekê. Ez jê bi gûman bûm di hundirê diya min de tiştek heye, lê doh baş pê ewle bûm.
Ez li dû şeytaniyan bûm dîsa. Min kulî dikuştin li beyarê dor malê. Ferhanê mehela jêr carekê gotibû qeliya kuliyan zehf xweş e, li ser qewlê kalikê wî carekê jê re gotiye "berxikê min navê qelî û kulîyan ji yek kokê tên." Min jî loma bo bikim qelî kulî dikuştin. Kulîyên di qutîka qola, hin jê nîvkuştî bûn dipengizîn xwe li asîmanê qutîkê dixistin. Gunehê kuçikan bi halê wan dihat, yê min ne ji terikê min bû.
Min wê rojê tenê kulî nekuşt, kundekî hêlîna wî di nav bixurên şikêrê û du çêlikên wî jî, bûn qurbanên zaroktiya min. Heya di nav keviran ez gihêştim hêlînê neynûk bi min ve neman. Min ewil kundê mezin rahiştê li erdê xist, perîkên wî go pifff bi hewa ketin. Paşre herdu çîçik ketin kefa destê min. Min ew nekuştin. Pêşî min ew bera hevdû dan, seriyê wan li hev xist xist xist, lê li hev nexistin mîratan. Loma ez bêhn teng bûm û ew bi hevre li erdê xistin. Wan nego pifff, go çepp û pelixîn, çimkî pirça wan tune bû. Ez li kundê mezin vegeriyam cardin. Min dît hê diqirqile û çav li xwe beloq kiriye li min seyr dike. Hat bîra min digotin 'ew, kund li ser kîjan malê bixwîne ehlên wê malê ti car ber xwe nabînin û malik li wan xera dibe dişewite, di zinaran de wer dibin, gindir dibin ji serê çiyan, dikevin binê behr û golan, bi çavên serê xwe agirê cihenemê dibînin li vê dinê û tenê nabînin dişewitin jî di nav wî agirî de.' Ez veciniqîm. Min bi bazdan berî da malê.
Bêhna berfa zozanan tê.
Bi helkehelka navê û ziman ji dev kişiyayî gihêştim hêwanê. Pîra H'awê li rex diya min rûniştîbû. Di binê çavan re li min nêrîn, min wecê xwe tirş kir, wecê Pîra H'awê ji yê min tirştir. Li gor Silo yê cîranê me gotibû ev H'awê mîra pîreboka ye. Lê ez ne ji wê ne jî ji pîrebokan ditirsim, bila ew ji min bitirsin. Ez derbasî mitbexê bûm lê dengê wan dihat min qala werima zikê diya min dikirin. Di nav re zarok-marok digotin. Xwedê ev dudu ye dide. Min got ihhi diya min di zikê xwe de tiştekî vedişêre. Belbî jî kund ketibe hundirê wê. Xwedêê! Wê diyamin çîçikek kund bizê!!
Wê ber êvarê dîsa Pîra H'awê hat mala me. Diya min ketiye nav cîh. Bavê min li derdora xwe peledar dibû. Destên wî diricifîn çav ji serî baz didan. Diya min nalenale dinale. Hingê diçe diqîre. "Avê germ bike, têê!" dibêje Pîra H'awê ji bavê min re. Ez, birayê çîçikê kund, bi heyecan li bendî me. Pîra H'awê min û bavê min ji hundir diqewirîne. Kêliyek derbas dibe derî vedibe diya min di nava xwêdanê de ji serî heta binî şilopilo ye ji xwe çû ye. Pîra H'awê di dest de zarokek serî kund û laş însan re dikene. "Mi-mi-zgîn law e!"dibêje. Bavê min jî dest bi ken dike. Hingê diçe bi dengekî bilintir dikenin. Çîçikê serî kund laş însan wîqwîqeke ecêp derdixe, weke digrî. Serê xwe bilind dike di himbêza diya min de çavê xwe vedike li min dinêre. Awirên kundê nîvkuştî tê ber çavê min. Ez dibizdim. Hewl didim bazbidim ji hundir. Derî bi şid digrim, xwe diavêjim derve.
Bêhna gû tê ji sikakê. "

27 Kasım 2017 Pazartesi
Sîxwur
Dibêjin; moz bi hinan vedidin hin jî hingiv dixwin.
Ne ji kêzikên gûgerînkê bûya wê ew havîna sala par çûyî ji ber bêhna gû biçûya. Çîrok wiha destpêdike. Çima? Belbî jî ne wiha bû destpêk. Belbî ne havîn bû, belbî kêzik li gû nedigeriyan, belbî gêrik li dor devê birînê nedigeriyan, maran bi şîroka hejîran tîna xwe nedişikand, belbî jî sîx li sîxwuran vedigeriyan. Lewma, li ser qewlê çîrokbêjan bêyî destpêk e ev hewadis.
Wextekî karwanek ji wêde tê. (Me go 'karwan' hûn zanin kîjan wext e.) Axa ye li pêş e, keç xatun e li rex, cêrî û xulam li paş. (Axatî tiştekî wiha ye, hertim eynî rêz.) Çi kesin? Ji ku de tên? Bi ku ve diçin? Çima diçin? Çîroka vî karwanî ti kes nizane, çimkî hê li çîrokbêjê xwe rast nehatiye. Lê ji vir û wêde me bi çavê serê xwe dît çi peşk li va dûrwelatiyan ketin, çi kelem di pahniya wan de çûn, çi axx bi wan, çi waxx bi me ketin. Ne ji ew şewqê bûya eger, ew şewqa rohniya wê çav li me kor kirin guh li me kerr kirin. Me yê hertişt eynî weke bûyî ji were bigota. Lê nebû axx!
"Min dît orta nava ro karwanek ji wî aliyê deştê derbasî vî aliyê deştê dibû. Ez çik î tenê dêna xwe didimê. Çarhawêr min wîkwîka kulî û tîtiyan. Ji karwan wêdetir konek e, li dor kon qeflek şivan û bêrîvan. Ji nava karwan hespekî beza, li piştê siwar, gihêşt qeflê şivan û bêrîvan. Ez dêna xwe didimê şêwr e mişêwr e di nava wan. Qasekî şûnde siwar dikşîne dizginê hespê boz î rewan. Paşî dide qeflê konan, pêşî li karwan. Li pêş dertê ji binê konan ew xortê tiving li milan. Berî tivingê dide bi hêla karwan. Da bişkîne li siwar û hespê çong û nigan. Ez dêna xwe didimê ji dûr ve li va herdû dûrwelatiyan. Şoq dide ezman, weke tav ji qam xwe de bikeve ser va çol û bestan..
Şêwr guherî şer. Çingîn e li nigê hespê, teqîne li devê tivingê. Nalîn e li dar û deviyê. Kî digihê kê dadiqurtîne. Siwar siwaran, cêrî xulaman, deve hespan, hesp keran.
Min dît ti reş neman li ser piyan. Ji xeynî sixwurekî.. Sîx û kelem nemaye li ser piştê, rip û tazî, bêvil di axê digere li deşt û newalê."
Dibêjin; kê ev çîrok guhdar kiribe û çav li wî sîxwurî ketibe bêhtir cîh li sîxwur teng bûye û sîxwur ew kuştine bi derbên sîxan. Lewma ye, sîxwur e çîrokbêjê vê çîrokê.
23 Kasım 2017 Perşembe
Meqes
Dibêjin hişê însên li gor dinyaya ew tê de dijî tevdigere. Hiş zû bi zû tiştekî li derveyî wê dinê nikare têxe bergiya însên. Vê çîroka niha wê bê gotin berî ew nihîtên canik û camêran vî fikrî bînin ziman qewimiye.
Rojek e ji rojên zivistanên sar û serma ye. Rovî di qulan de gûyê xwe yî hişk kirî dixwin, ewqa sar ewqa serma. Ez ji kaşkaşokê malê berjêr dibim bi aliyê sûkê. Li texma dikana Birêz t. li xwe difitilim. Birêz t. di hundir de dîsa li ser fìstanekî dişûxile. Li min hay dibe û bi destan li min îşaretan dike. Ji wa îşaretên destan fam dikim ba min dike. Dadigerim ber dikanê. Bi çembilê derî yê cemedî digrim, carekê badidim, derî vedibe, xwe diavêjim hundir. (Ev, teferûatên ji edebiyatê re ne lazim in, guh nedinê.) Çavê min bi meqesekê dikeve, qet bala min nakşîne. Belbî bo cihê niha lê me terzîxaneyek e loma, belbî jî tiştnî din, nizanim êdî. Birêz t. îşareteke din dike bo li ser kursiya qeraxê rûnim. Rûdinim. Meqes hê jî ji min xuya ye, lê bala min nakşîne ha welleh û billeh.
Birêz t. hêdîka di ber xwe'r diaxive "qujino" dibêje "ji vê seetê şûnde rabûye niza ji kîjan jinê re fîstanan dide çêkirin, lê ji min re ferq nake ma ez bekçiyê namûsa xelkê me?" Ez vê pirsê nabersivînim, ew nabersivîne, ti kes nabersivîne. Pirs sal donzdeh mehan li bersiva xwe digere welat bi welat gund û bajar diçe lê li ti cabê rast nayê. Ji loma dibêjin ew ro û ev ro namûs bê bekçî digerin li rastê.
Cardin sewt bi Birêz t. dikeve. "Min îşev xewnek dît" dibêje. Ez hêdîka xwe bi ber wî ve daqûl dikim, weke xewn ji namûsa xelkê bêhtir bala min bikşînin. Ew (Birêz t.) ji aliyekî fîstan didirû ji aliyê din dest bi qalkirina xewnê dike. "Newalek bû" dibêje "ez di newalekê de bûm. Ji pel û pelçimên weşiyayî min digot payîz e. Mijê xwe berdabû nava dar û deviyan. Ez li dora darek bejin qalind bûm. Te dît însanek wê himbêz bike destên wî lê nayên hevdû, ewqa sitûr bû. Min dî nek ji pişta darê bû, nek ji serê gir bû nayê ber çavê min, pêjnek xuya kir. Ne dengekî bi hezaran deng weke ji min re bibêjin ev pêjn bo kuştina te tê. Min xwe nedît di bin nigên min ve bû qirçeqirça pel û pelçîman. Min hewl da xwe go birevim. Paşê min ma li darê û berê min li revê. Lê dikim û nakim ji cîhê xwe nalivim, weke bi hezaran dest ji paş ve bi min girtibin. Xwêdan ji eniya min dihat xwarê. Bi qerepûşkan li pişta xwe peledar bûm. Diricifîm. Di cîh de çik bûm. Tiliyên min weke li benikekî ket, li nava darê girêdayiye û dirêjî pişta min bûye. Wî wextî meqes hat hişê min. Meqesek hebûya min ji xwe'r got û min vî benikê ziravik tenê carekê bikira nav diranê wê.. Bi çavan li dora xwe geriyam çi meqes û çi tişt. Xwêdana min her diçû zêdetir dibû û her diçe bêhtir diricifim. Min hew taqet kir û wajîniyek bi min ket, axir şiyar bûm."
Çavê min bi meqesa li ser maseyê ve mane. Birêz t. li min dinêre, ez li meqesê, meqes li me herdûkan.
16 Kasım 2017 Perşembe
Mûçing
Vê hewala niha wê bê gotin, belbî berê pêşiyan li ser kaniyan, bin xaniyan, li ber bênderan, li serê miskaran, di bin siya darên gûzan gotibe û çûbin. Wanî ye; pêşiyên xelkê li wan xwedî derketine yên me em li rastê hiştine çûne: weke mûçingekê.
Hewal ji hewalan berêvarekê ye. Bavê mazûban li kêlekê mevanek ji ber derî peyda dibe. Bi hurmet û selamlarên mêvan û mazûbanan daxil dibin hundir malê. Mêvan çav li mûçingekê dikeve, ne li ser masê bû, ne li qerexa pencerê, ne di destê qîza çardeh biharî. Welhasil û kelam mûçing weke dûxana fîncana qehweyê tê ber çavê mêvên û diçe.
Rûdinên. Xwarin, vexwarin, ken, xirecir û civat digere hey dikele. Ji bajaran destpêdikin li aşan disekinin, ji aşan dajon dikevin rêza çem û feratan, ev çem bû ew ferat bû dadigerin pişta gundan û pala çiyan.. Civat sayîl dibe doşek û yetax tên danîn. "Xew xweş e di paşila doşegên hiriyê" dibêje mêvan.
Şev reş e. Berf e, seqem e, mij û moran e. Ji nişka'v mazûban bi nalenala mêvan bi xwe dihese. Dinêre ew mevanê weke qeterpîlekî li ser tûtikan bi herdû destan hişk çavên xwe jidandiye û hey diqirqile. Dike û nake ew dest li wan çavan sist nabe. Tu dibêjî qe ne şûjinek hezar şûjin di çavê wî rebenî çûne, eyn wihanîko xwe li hev qat dike hey qat dike. "Ya rebbî" dibêje mazûban "ya star ev çi bobelat bû?" Malbat tevde şiyar bûne li ser rebeno wîtewît e. "Keçê çer bû, kuro law bêje, kulfetê li min qirikê, lawo li min bavo-bavo" ye. Dibînin bi dengekî nizmik û lalok deng bi mêvên dikeve. Hemû hişş dibin bi derbekê guh li ser bel dikin. "Mûû.." dibêje mêvan "mûû...ûû..û..çing"
Kaydol:
Kayıtlar (Atom)