21 Ocak 2023 Cumartesi

Qulgêrîk

 ..min ji we re behs nekir. Wexta em hê ji ew bihara mozelana kulîlkan xelas nebibûn. Hêna av ji kaniyan nemiçiqî û gîha li beyaran zer nebibû. Bavê min li ser ew rêka mala me ya aram nemeşiya ber bi teşqeleya wê dinyaligê. Di ser me re gav nekir rehma wî. Ew neçû û pê re jî bihar neguherî havînê. "Em diguherin, lê axir dinya naguhere, her weke xwe ye" digot kalikê min. Min bawer nekir. Roja ji vê zirderewê bawer bikim hûn zanibin qantirê jî cot anîye. Gêrîk bûye dêw. Dîk bûye mirîşk. Bûk bûye zava. Zêr bûye komir. Mişk bûye pisîk. Îcar min hêna ji we re behs nekir. Bawerî dinya ye ji qewla Şêx Reşît negot. Ne dinya be jî nîvdinya ye, ne nîv be jî çarî, ne çarî be jî parî, ne parî be jî hûrikeke nan e digot. Wiha perçe parî dibû ev dinyaya me têr nedî. Weke gulokek berfa dawiya zivistanê di kefa dest de diheliya. Dibû toza arvanê li ber şewqa tava hezîranê. Hebûn û tunebûna wê yek bû. Li ser legana hevîr, bi du derbên destên diya min ava, bi derbeke bayê perwanê wenda dibû dinya. Weke xewn û xeyalekê ye di bîra min de. Şêx Reşît xwe li serê civatê qûç dikir. Sînga xwe bi pêş û qûna xwe bi paş de dianî. "Bawerî ew sêva bi guliyê darê ve gihaye" digot. "Gez bike Sofî" min digot. Nedikir. Sêv bi xwe dihat xwarê. Digindirî. Tu berbend li pêşiyê tune bûn. Digiha heta alifê çêleka me. Çêlekê ew dikir gepekê. Ziq li çavên me dinerî. Av ji dora devê wê diherikî. Kef bi delavê lêvan diket. Me xwe dida ber wê avê. Em ji tayê por heta bi neynûkên lingan şil dibûn. Av ji devdelingên me diherikî ber bi qulegêrîkan. Gêrîkên ji sêve-avê direviyan xwe li me digirtin. Hinan gez û hinan me dimêtin. "Bawerî" digot Şêx bi dengekî bilind. Ez şiyar dibûm ji xeyalan. Min bawerî dianî bi hatina qiyametê. Bi xof a tirsê. Saw a mirinê. Çûn û nehatina hezkiriyan. Teşqeleya di hundirê qulegêrîkan. Guherîna dinyayê û neguherîna xwe. Bi çûna bavê xwe û nehatina wî, min bawerî dianî. Wiha em jî weke sêveke ji gulîyê darê hatî xwarê, tûşî devê çêlekekê bûn digot nivîskarekî tehemûla min qet jê re tune ye. Min ji we re behs nekir hê. Ezê behs nekim. Dihêlim hûn li qulegêrîkên xwe vegerin. Hildin barê xwe. Bimeşin. Weke bavê min, her li cihê xwe bin. Bi çûna xwe û nehatina xwe re bin. Ezê ji we re behs nekim. Wexta em hê ji wê mozelanê xelas nebibûn. Hêna bavê min nemeşiya û hê ez tûşî vê qulegêrîkê nebibûm. Diya min li ber legana hevîr çong veneda û kalikê min bi guherîna xwe nehesîya bû. Gêrîk hay ji giranîya barê li ser piştê û çêlek hay ji çîroka sêvê tune bû. Dinya weke xwe bû, em weke xwe. Neriziya bûye hestî. Bêhn neketibûye beratê. Gêrîkan me nemêtiye. Bihar guheriye havînê. Gîha li beyaran zer bûye. Bavê min meşiya ye, kalikê min ax, Şêx Reşît huşş bûye û deng ji çîrokê biliya ye. Huşş.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder