5 Şubat 2017 Pazar

"Şêrêşevê.com"

Şikoyê Hesen (hema weke şênayîyekê bila li vir be)


Ji şevek meyxaneyekê, dendika tahl, kevokên mûsil, meraq û çend tiştên din

(Serê mihebetê nayê bîra min weke dawiya wê.)

Çar kes li ser maseyê ne vexwarina wan bîra, xwarina wan dendik û nok in.

X - Erich Fromm quzê ca xwe dixwe, ma haya wî ji me kurmanca hebû?

Y - Yaw di malekê 11 heb zarokên mere hebe û 3 heb miribin,  8 hebên din û yên biçûk bêhawe bin tabî mere ji hev bixeyide.

Y - (ji X re) ara te û ca te çawa ye?

X - Ara min û ca min? Di ara min û wê de hew simbêl heye,  wekî din tiştek tune.

Y - Ê ara bavê te û wê?

X - Di ara bavê min û wê de simbêl dahî tune ye çimkî simbêlê xwe jê dike. Mihebeta min û ca min ha ev e, hew dibêje simbêlê xwe jê bike heram e dikeve devê te. Ewil rojê carekê digot, îja hingê bi nava rojan de çû rojê sê-çar caran dibêje.

Y - Min wê rojê dît ca te û "filankesê" bi hev re bûn.

X - Wê ca min jî bi'elimîne fi'êlên pîs.

Y - Ca te bi'elime asansoran hew tê malê.

(Mûzîk: Onur Akın/Ey Hayat)

W - Bi qur'an tew malbata min hîç li min napirse kuro.

X - Tu dibê çima?  Zora te diçe hîç?

W - Naa. Ez jî dixwazim sirf werê be. Hîç zora min naçe, hew dendika tahl dikeve devê min zora min diçe.

(Haha hahaha, em her çar bi hevre)

X - Erê law îmana mere dere kuro.

(Mûzîk: Îro newroz e li welêt dîlan e)

X - Diranê min diêşe yaw, tirsim rakim jî. Rakim dîksîyona min bi tûm î xera bibe, ji xwe zatî xerabe ye.

Y - Xalo pensê te heye pense?

Xalê wî - pense, tevşo, çakûç hertişt heye.

Y - Bîne ezê ji te re bi temberîka vî bigrim. (Bo diranê wî rake)

....
X - (Ji Y re) Hela hinekî ji me re behsa heyata xwe yî edebî bike oxlim,  heye tune ye?

Y - Sifir-sifir.

X - Ê ya kevokan?

Y - Ew jî sifir. Min dev ji wan jî berda qediya.

X - Çawa qediya? Heta doh jî tu li yên mûsil digeriya?

Y - Erê. Ê me dît û me dev jê berda

Z - Te go min mûsil bi çi kirî û bi çi firot?

Y - Min mûsil bi 70 milyonî kirî û bi 400 dî firot. Min çû îja bi 700 milyonî kirî.  Hema min du cot bi 700 î kirî û sê cot bi 400 î, kir çi? Kir milyar û sed. Hîn 500 ê min di bêrîka min de ye, hela va em îşev jî pê vedixwin.  Ma ne baş e?

Z - Na lo welle vê proja te yî kevokan neket serê min.

X - (ji Y re) oxlim heyata te yî edebî çawa tune?

W - Yaw oxlim ma li vir edep heye lo, ku edebî hebe?

X - Xelk werê dibêjin, der dor dibêjin heyatek wî yî edebî heye.

Y - Na lo.  Hema dibêjin "werê ye xwarzîyê min?" Ez jî dibêm "erê welle werê ye xalo" Dibên "tu bêhtir zanî" ji loma ji min dipirsin, bêhtir tişt miştên siyasî.

X - Ê tu çawa hîs dikî, wexta dibêjin tu ji me bêhtir zanî?

Y - Bisekine. Ez li wan dinêrim wek li kera binêrim. Vîdeoyek heye dibêje "ez di we nim!!" giş dibêjin hîhîhî. Ez weke wê ya hîs dikim.

(Hahahaha xîxîxî)

Y - Îja min go bisekinin, kuro ma wexta mere dibêje bisekinin heyaa, giş disekinin.  Min go ezê dersa polîtîkayê bidim wan. Gişa go "çer bû?" min go "ceryan çû" giş keniyan, hema pir xweş e yaw wexta giş disekinin û tu wanî dibêje.

(Mûzîk: keklik kokan dağlarım yox)

Z - (ji Y re ) du sê heban li ser te yorim kir.  Digotin Y rêberek bû berê.

X - Wele wê rojê di cimetekê de qala te dikirin.

Y - Ez berê rêberê cim'etê yê siyasî bûm, aniha jî rêberê wan ê ekonomîyê me. Qet tiştek neguherîye, ez hîn jî rêberim. Pozîsyona min guherî erê lê yanî ez li cîhê xwe me. Ê me wanî ye rêberî ji bavan tê.

Z - We zordarî dikir qey?

......

Y - Lê em zorê li kesî nakin, ti zordarîya me tune ye, em însannî maqûl û di heddê xwe dene. Me zordarî li ser wan bikira niha kêfa wan hew ji me re dihat. Lê na kêfa wan ji me re tê. Îja kê go lo?

X - Me henek kir oxlim.

Z - Na hineka got lê ez wan nas nakim.

X - Însan çima meraq dike?  Mesela te çima ev tişt meraq kir?

Y - Mesele di derbarê min de bû çimkî.

X - Tu bi'elime wê çi bibe?

Y - Tişt nabe pir-pirr herim cem wî û bêjim te qala min kiriye. Tiştên xirab ji we re bê gotin neyên ji min re nebêjin.

Z - Heta tu rêber bî kes xirab nepeyive, go tu ket, belkî.

Y - Welle ez dibêm ev der bi xêra min e û welle W, dibêm ez jî bi xêra te me

(Ahahaha)

W - Mala te ava.

Y - Çimkî W ji min re xwarinê çê dike, nan çê dike.

X - Ti kes vê nake haa

Y - Dost vê dikin, yoldaş vê dikin. W şêrê şevê ye law. (Ji Z re) ez û tu emê ji xwe re blogekê vekin: şêrêşevê.com.

Z - Emê tê de çi binivîsin?

Y - Emê li ser şêrê şevê W binivîsin... Vê dendika xwedê bike ne tahl be, min neqand ha.

(Di yê mayî de bêhtir qala meraq, ji xwe tahrîkbûn û eşcinsellix filan heye belkî binivîsim, de na lo hew di xwe re dibînim û ha Mûzîk: şivan perwer/pawanekanî)

1 yorum: