24 Ocak 2017 Salı

çend ceribînên Şa'irane; ji şeva sêrlêdana ziyareta şêx meheme

Serê çimê pêsîran, wehew; tehew-tehew.

.....

Bêhna simbilên genim jê dihat
Ar pêketî
Hê nebûyî xwelî
Di dêst de; firidî-firidî firî.

.....


Kesk dibe çavên kêzika xalo 
Bi keskên li dor seriyên qeb'rê ziyaretên kalikan. 

.....

Di gewriyê de girêk girêk girî.

.....

Zeman û ziman 
Li şûna 'û'yê ye perra  baskên çivîkê, sînor..
Sî bi ser de tê 
Bi perr dibe çîvîk, pirtt..
Ne dimîne ziman ne jî zeman.

.....

Çav li behîvê dinêrî 
Zer dibû rû, ji zerê qaşilê behîvê 
Ji tirsan, ne ji kêfan.
Ricifîn heram bû li te.

.....

Rû li rûyê mirêkan vegeriyan 
Mirêk rû li rûyan vegerand 
Wextê dargerînk bi mirêk û dîwaran hildikişiyan..

.....

Sor diniqutî, reş digewimî; birîn! 

.....

Wext pel bû yî
Ji darberûyan hatî xwarê 
Ketî nav bizotên agirê girarê..

.....

Bi her livek ziman 
Bêhtir dûr çûyî, hê bêhtir 
Berê ji çav, paşre ji dil
Bêhtir ji can 

.....

Ta'ma ta'liya berûyekê yî
Zûha kir lêv.. wey û wa av!

.....

Tu şil bibûyî, bi xunaveke navbêna havîn û biharê
Bêhna şilê ji te tê
Şil ji xelekên porên te diniqutî.


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder