26 Aralık 2017 Salı

Xefk

Dibêjin;  xwedê li ber şeytên xefk daniye, şeytên jî li ber însên. Sebeba însan nabîne dinya çawa teqil dibe ev e. 

Zivistan e. Ji ew zivistanên berf heta ber bi navê. Zivistanên berê hertim wiha ne; berf ji zivistanên aniha bêhtir û heyat ji zemanên aniha bi zehmettir. Pîrka min her cara qal dihat ser zemên digot; "we zivistanên berê nedîtin lo law, şikiriyê li xwedê bînin." Me nedigot şikir. Şikir,  ji rehm û dana wî re, ji baranên payîzê re, bêhna biharan, aqilê vî zemanî, gelî û çiya, kulîlk û beybûn, ji germa havînan û serma zivistanan re, ji zikê têr û laşê bi sihhet re me negot şikir. Me negot û em bêdeng bûn. Wek sewdaliyên li bendî germa himbêzê, mehkûmên li hêviya qirara dewletê. Em bêdeng û li bendî bûn. Li bendî û bêdeng. Weke li hêviya ew kewên bi ber dehfikê ve tên. Em di kozikê de û bêdeng bûn. Ez û xwişka xwe.

Berfa ji êvar de bi ser berfa çend roj berê bariyabû, vê sibê vekiribû. Bayê kurr bi wîzewîz çilprîzkên berfê ji berberojkan li ba dikir, dibir li nezaran datanî. "Ne aniha lê ber êvarî nêzî bavê we were wê berojk ji berfê t'azî bibe" digot pîrka min. "Çima yadê?" digot xwişka min. "Çimkî" digot pîrka min "ba dixwaze bi berfê re bilîze berf jî dixwaze bi ba re. Çawa heywanet ji hevdû hezdikin û bi hevre dilîzin, weke ew çûkên di nav guliyên darê de didin ser pişta hev û xwe ji qotên darê ber bi jêr ve gêr dikin,  çawa wextê du însan dil didin hevdû û li qewdê bedenên xwe zîz dibin dizîvirin, ba û berf jî wanî ne. Li berberojkan, cîhê bê dar û devî digihêjine hev dilîzin û hevdû diajon nezaran. Ba bi vî hawî berfê tîne xefkê. Berf hay ji xwe tunîne lewma bi kêf dilîzê di nav pêlên ba re. Ger haya berfê ji xefkê heba wê bi ya ba nekiribûya digotin berê. Nizanim êdî çiqas rast çiqas derew e."

Me jî nizanî bû û em bêdeng bûn. Çûkên ji ber sermê perîkên xwe gij dikirin û xwe bi ser hev de diqijilandin di nav loda êzingên li hewşê kom dibûn. Carcaran hemû bi hevre  difiriyan wek haya wan ji tiştekî nû çêbibe û bidin dû wî tiştî. "Ew beytikê ji birçîbûna zivistanê nemire dêmeg qe ti carî nemire" digot diya min. Em bêdeng bûn, ez û xwişka min. Me xwe kişand kozika xwe dîsa.  Bi hêviya zevtkirina beytikekî. "Çûk wiha nayên zevtkirin" got diya min "gerek e hûn hinek genim an hûrikên nan li binê leganê bireşînin." Em bêdeng nebûn. Me bazda ber kîsê genim. Min çenga xwe tije kir. Em derketin derve, ez û xwişka xwe.  Me leganek bernixwûm danîbû ser berfê, aliyek leganê  bi pîjikekî bilind kiribû, benikek bi pîjik girêdabû û dirêjî heta şibakê kiribû. Ev aqilê bavê min bû ji me re gotibû; ger hûn dixwazin çûkan bi saxî zevt bikin wiha bikin. Ji sibehê de me ev dehfik li ber çûkan vedabû û em bêdeng di kozikê de bûn.

Min genimê di çenga xwe de valayî binê leganê kir. Nizanim çûkan dît nedît? "Lê divê çûk bibînin tu genim direşîne" gotibû diya min. Ez û xwişka xwe bi heyecan vegeriyan ber şibakê. Serê benikê bi darikê dehfikê ve girêdayî di destê min deye. "Bes e lawo" dibêje diya min "we hundir cemidand." Em bêdeng bûn lê me şibake negirt. Qeflek çûk ji nav loda êzingan firrek li xwe dan.  Xwe danîn dor dehfikê. Li genim peledar bû qeflê çûkên birçî. "Bikşîne! Bikşîne!" got xwişka min. Min kişand. Legan bernixwûm di berfê de çikiya. Qeflê çûkan veciniqîn. Firrek li xwe dan dîsa danîn li ser loda êzingan. "Yek ketê! Yek ketê!" got xwişka min. Me bazda derve.  Çûk di destê min de em vegeriyan hundir. Diya min şibake girtibû. Xwişka min qartonek anî, me çûk xist hundir qartonê û bo hewa bistîne du qul tê de vekir. "Wax wax" digot pîrka min "haya çûkê ji xefkê hebûya wê gûyê xwe yî ji havînê de  hişk kiribû bixwara û dîsa nediket xefkê." Em bêdeng bûn. Çûk û pisîka li tenişta pixêriyê mexel hatî jî bêdeng bû. Bavê min wê rojê heta tarî ket erdê venegeriya malê. Diya min çiqas li nav gund geriya û derî bi derî pirsî jî ti salox jê hilneanî. Wê şevê taveheyv bû. Em bêdeng bûn. Ez, xwişka min, diya min, pîrka min, çûk û pisîka li dor pixêriyê.

Sibehê bi giriyê xwişka xwe şiyar bûm. Çend perîkên çûkê di destê wê de bûn. "Pisikê xwariye" digot. Me li pisîkê nerî, pisîk weke haya wê ji tiştekî tune be li me nenerî. Xwişka min hê digrî, di dest de çengek perîk. Wê rojê jî bavê min venegeriya, dîtira roja din jî û heftira din, mehtira din jî venegeriya. Bavê min ew roj venegeriya. "Esker li newala çolo  xwe li xefkê danîne" digotin hin kesan "du-sê kes bi ser xefkê de çûne esker bi ser wan de reşandiye." Gund tevde bêdeng bû. Pîrka min her roja xwedê dia dikir bo yek ji wa kesan ne bavê min be. Ji wê rojê de îmana xwişka min ji pisîkan diçe, ya diya min ji bendemayînê, ya min ji eskeran.

2 yorum: