Dibêjin; kîso gotiye, ne ji ev qalikê li ser pişta min bûya min ê rojê heft qîz ji qîzanî bixista.
Li vê dinê ji min bêhtir dixwe'r nedîtî kesek tune. Hûn nabînin. Ger hûn lê rast hatin jî texsîr nekin bikujin, qet'la wî ji terefê min helal e. Yan jî guh nedinê bila ew xwe bikuje, çêtir e.
Şeveke payîzê ye xwedê min daye. Li gor saloxên dêya min dibêje, ez wî wextî jî bêyî dilê xwe bûme. Hingê wan bi serê min girtiye û ji nava paqên gulîsora dêya min kaş kirine, min bêhtir xwe bi hundir ve kişandiye. Dîtine yek tenê ji heq nayê der, rabûne ji gund gazî du qeraseyên zilaman kirine. Ew jî gelkî di ber xwe dane, pîra min î perda rûyê xwe çend carên din jî qetandiye digot; "xwîndanê di qûna wan re avêtiyê" lê dîsa ez ji ser 'eksa xwe venegeriya me. Gund tevde bi ser me de hatiye. Hinan gotiye "em wî perçe perçe bikin wiha derxin." Hinan "na" gotiye "tevr û biviran bînin em cîh lê fireh bikin." Yek heye hê jî tê bîra min dibe hîkehîka min dikenim "jê bigerin, çawa ketiyê bila wiha jî derkeve" gotiye. Welhasil her seriyek sewtek jê derketiye. Axir yekî gotiye emê kindiran pêve girêbidin û bi qantiran bikşînin. Ev fikir ketiye serê hemûyan. Du qantir peyda kirine û du kindir. Qantiran jî gelkî zor daye xwe lê min hew taqet kiriye, derketime. Lê dêya min hê jî ji ber ew jan û zehmetiyê bi ser hêlekê ve dikule.
"Kîsoyê kîso ye" dibêje dêya min, hertim "ger pêjna baranê bi ser deştê bikeve car berî carê hewl dide xwe li cîhekî bilind bigire, lê tu, hin şîşên sor jî bi qûna te ve deynin tu nalivî ji cîhê xwe."
Niha dîsa rojeke payîzê ye. Li ber şibakê me. Ezman bi ser deştê dibare. Şalûl û bilbil vekişiyane ser hêk û hêlînên xwe. Gur û rovî kişiyana qul û terkan, nav zar û zêçên xwe. Leglega ji qeflê wê bîskê derbas bibû dûr ketiye, çawa jî dibezîne. Dêya min ev serê nîv seetê ye bi hêlehêl çawa jî weke leglegê li dora xwe peledar bûye. "Min cil avêtibûn ser têlê" dibêje "wê tevde şil bibin li ber baranê, wê biherimin, ew çarên bastêqê jî mane li ber şilopê, lawkê min de rabe tu jî wan biavêje hundir." Ez ji cihê xwe nalivim. Qet tiştek ne li ser bala min e. Dinya xera dibe? Bila bibe. Ba tê, baran tê, firtone tê? Bila bê. Birûsk vedidin, yek li dû yekê. Ez di pencerê re li derve seyr dikim û qet nalivim. Dêya min herhal cil berhev kirine. Derketiye li çarên bastêqa ji êvar de li der raxistiye beledar bûye. Virde û wêde dikule, dikulkule. Carcaran kofî - kitan jê difire. Guliyên wê li ber baranê şil dibin, rûkê wê ji ber firtonê sor. Ez nalivim. Dibînim kîsoyek li rasta hewşê xwe li nava gewmên avê dixe, da xwe li cîhekî zûha bigre. Dike nake sitareyekê ji xwe'r nabîne. Carekê dêya min lê dihulkime, kîso li ser pişt diqelibe û weha dimîne. Ez bêyî tiştekî biavêjim ser milên xwe bazdidim derve. Xwe bi ser kîso de xwar dikim. Baran ne xema min e. Meriv carekê xwe li ber baranê şil dike. Ya xwe bi xwe û ya bi kîso re, dibêjim di dilê xwe. Kîso dilive bo xwe ji ser piştê biqelibîne, ez digrîm. Ew dilive, ez nalivim. Ew dilive ez digrîm. Ez digrîm ew dilive.
Dêya min tê, bi milê min digre, min kaş dike. "Tu yê nexweş bikevî lawkê min têkeve hundir" dibêje. Ez nalivim.
"Ne ji ew qalikê li ser pişta te bûya kîsoko" dibêjim "û ne ji ev baranên vê dinyayê."
Dêya min dikene.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder