Orgazmeke bi dilê xwe, xweştir e ji hezar pevşabûnan.
Gotina Jinpêşkokan
Niha ber êvarî ye vê dinivîsîm, ro çû.. çû, neçû ava.. çênik ma ye, wê weke her rojan biçe ava.
Vê sibê jî sibehek wek her sibehên ji xweşûştinên min î hênik e. Bi xwêdana bi her serê sibehan min bêhhfetiskî dike re şiyarbûm.. Ya rebbî, çi xwêdan-çi xwêdan.. ne hûn behsbikin, ne ez bêjim, hema wilo xwêdan û ji min diniqûtî. Naa, nediniqûtî.. Hin ji serê çîpên min û ber bi sîngên min ve dihat, hin jî ji nav porê min î gûrr re dadiwerivî ber bi stûyê min, herdu feratên xwêdanê di navbêna sîngên min û rûyê min (wek hûn jî zanin stûyê min e ew der) dibûn yek, û yekî vêde, yekê wêde dikişkişand, axx ya rebbî ew çi şikence bû.. qey xwêdana hemû dinê, hew ma para min!
Bi hilozbûna ji nav cîh re, min ancax xwe di serşokê de zevt kir. Bi hênkahiya ava cemidî hê nû li xwe hayê bûm. Ma mumkin bû li xwe hayê nebim? Oxxx çi hênkahiyek xweş! Mêr be wê kîrsorkî bibe, jin be wê biazire; jin be wê xeyalên bi xortekî nûkamilbûyî re bibîne, mêr be wê xeyalên bi qîzek çardehsalî re biafirîne.
Hê av ji min nedawerivî bû, min piyên xwe di piyên bornozê xwe’y sipîbozî hê ji nûciwaniya min mabû rakir. Bornozê xwe’y sipîbozî hê ji nûciwaniya min mabû hilkişand ser pişta xwe. Bornozê xwe’y sipîbozî hê ji nûciwaniya xwe min nehiştibû piçek qilêr xwe li ser bigre li bejna xwe pêça. Bi pêçandina bornozê xwe’y sipîbozî hê ji nûciwaniya xwe min nehiştitibû piçek qilêr xwe li ser bigire min xwe kir wek gulokek berfê. Wek ew guloka serê salan ji ezmanan çawa hatibû xwarê, min jî xwe ji serşokê avêt derve.
Xwe gihandim mitbexê, ketil tije av kirim, da wek her sibehên berê, piştî ji xelasbûna xwêdaneke min bêhnfetiskî kiribû û jibo şerefa xweşûştineke hênikî-qerrisî qehweyeke tînxweş î-hêlawgerm ji xwe re amade bikim.
Heya ava min bikele min xwest du-sê deqeyan jibo bi qasî xweşûştina min î hênik, hewayek hênik di laşê xwe de hîsbikim, derkevim balkonê. Hê min ev ji xwe’r gotibû-negotibû, ber bi balkonê ve çûm jî. Wilo bi nazikî deriyê balkonê vekirim. Bayekî hênik î pêjn geş xwe li nava rûyê min da. (Divê ez lixwemikur bêm; her wexta sibê bi şevaqê re derdikevim balkonê û wiha vê hewayê hîsdikim, xwe wilo weke xanimeke ewropayî ko bi derketina ser balkonê re, bi caxên li dor balkonê digire û bi dirêjkirina serê xwe yî ber bi ezman re, porên wê û etegê wê yî heta li ber çogên wê li ber ba dikeve, dibînim.. Nizam ma wanî bû? Dibe tenê di fîlman de jî wanî be, nizam êdî, xwe ha’lo dibînim).
Ew bayê hênik î pêjn geş, bi dîtina min dît, hîskirina min hîskir, bi derbekê (yanî wilo ne bi derbekê, axir bibêjim bi nazikiyekê jî dibe) bi hewldanek ne xwe biêşîne û ne min, bi lêxistina li ser çîpên min î li derveyî bornoz re, weke marekî hurik-hurik bikişe nava hêlîneke çûkekê, weke xortekî nûkamilbûyî bi fediyok daxilî nava himbêza fahîşeyekê bibe, kişaya, ber bi nava herdu paqên vê guloka berfê yî di nava bornozê xwe’y sipîbozî hê ji nûciwaniya wê maye.. Bi ricifîneke xwirîka meriv tîne re veciniqîm. Wek jilêtekî hê binçeng û berzik û serzik û.. nedîtibe, hema wanî tûûjj û zirav, piştî gerandina li dor çîpên min, li dor laşê min bi fetlonekên xwe’y hênik, ber bi movika herdu paqên min û ji wirde’w ber sîng-morîk û bersîngên min ve kişiya. Hê fetloka talî li dor stûyê min nexistibû û ji min neçibû, yanê, min û tesîra xwe bi min û halê min î ez xistibûmê tenê nehiştibû, avake tîn-ger û zer-mezeloqî niqut niqut ji nava movika paqê min de, ber bi jêr ve, bi çîpa min î çepê ve herikî.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder