25 Haziran 2023 Pazar

"Hesar û kûçikên bavê min" ango "Kynodontas"

Du Metamorfozên Heman Dinyayê 

1. Kynodontas / Yorgos Lantimos / 2009

2. Hesar û kûçikên bavê min / Şêrzad Hesen / Dara / 2020 
Wergêr: Memê Mala Hine / İmar Shukur Mahmood

Xwarzê: Kalikê min mir, ewê cardin kengî vegere xalo? 

Xal: Kengî qantirê za. 

Xwarzê: Qantir bizê ewê kalikê min vegere yanî? 

Xal: Eger qiyamet ranebe dibe vegere. 


Metamorfoz 'jixwe(de)guherîn' e. Yek jê xweşiyên lîstikên edebî jî guherandina têgehan e. Tiştên (bi çi awayî be) bibin milkên edebîyatê, ji wextekî pêş de ne mumkin e kirasê psîşîkbûnê li xwe nekin. Metamorfoz jî yek ji wan têgehan e go baş an xerab li eyarê edebî hatiye. Sînorê edebiyatê çi ye? Bi dilekî rehet ez dikarim bêjim sînorê edebiyatê sînorên însên e. Tişta go rê li ber çalakbûna edebîyatê digre û vedike derûniya vî mexlûqî ye . Ew rê dikare bigihê berfirehî ya behrê jî û dikare li dîwarekî jî biwarqile. Di vê sehneyê de însên hinekî jî 'derfetên' xwe ye. Têgeha metamorfozê, di çarçoveya va derfetên derûnî de, ji hebûna têkîliyên însanî û vir de her li ser sitûyê vî mexlûqî ye. Mîsal; çîroka Kabîl û Habîl, teşebis a qurbanî kirina Simaîl, Oedîpus, Gregor Samsa û hwd. her cûreyên metamorfozê ne. Hêleke van mînakan û bi hezaran mînakên dinê, di axiriyê de psîşîk in û axir li cihê însên bi psişîkbûna xwe lê mewcûd be, ne mumkin e jîxwe(de)guherîn lê tune be. Li gor vê qeîdeyê ezê roman a Şêrzad Hesen ya bi navê "Hesar û kûçikên bavê min" û fîlmê Yorgos Lantimos yê bi navê "Kynodontas" bidim ber hev. 

Hesar û kûçikên bavê min / Şêrzad Hesen

"Hesar û kûçikên bavê min" ev wexteke dirêj çêbû di rêzexwendina min de bû(ne agahiyek muhîm e lewma ezê vê derencê zû derbas bikim) û dereng be jî min vî çendî ew xwend. Ji destpêka xwendinê û heta talîyê ( talîyeke berhemên edebî heye? nizanim) her fîlmê "Kynodontas" anî bîra min. Texrîben heşt sal bûye min li vî fîlmî temaşe kiriye (cardin agahiyek ne muhîm, ezê vê derencê îcar zûtir derbas bikim). Ev herdu berhem bi min ji aliyê metamorfozê, hin destnîşankirinên sosyo-psîşîk û li hin deveran bi şêwazên uslûbî gelkî dişibin hev. Li aliyê din, eger em weke metn li wan herduyan binerin, bi vegotinê û rûkirin a fikrî ji hev cûda dibin. 


Rabirdû an dahatû. Em bi paşeroj an pêşeroja karakterên herdu berheman jî nizanin. Berî em wan bibînin çi bûn, piştî çûn bûn çi? Evana pirsên însanî ne, lê axir ne mijarên me yên sereke ne. Hema eger em di sînorên metamorfozê de lê binerin, ti paşeroja wê tuneye, eynî weke pêşeroja wê. Mîsal; Gregor Samsa beriya veguhestinê çi be piştî veguhestinê jî ew e. Metamorfoz tenê jixwe(de)diguhere. Bo me ya muhîm tenê kêliya niha diqewime ye û va heye . Malbat a "Kynodontas" berî niha çi bû, piştî niha wê çi be? Weke min li jor got, evana pirsên însanî ne, lê axir ne li gor mijara me ne. Lewma bo em karibin va herdu berheman ji hev derînin, hewce ye em beriya her tiştî qeyd û qeîdeyên xwe yên ji berê de li ser textê hişmendiyên em ên xwendevên vezeliyayî deynin qeraxekê. 

Francisco Goya / Saturno devorando a un hijo


Dîlgirtin û bav. Ev herdu têgeh sitûna çîrokên me ne. Di herduyan de jî bav bi dîlgirtinê re têkîldar e. Malbat a "Hesar û kûçikên bavê min" bi destên bav, di Hesara xwe tê de weke pêxemberekî dibîne de dîlgirtî ye. Bavê Hesarê xwedî hemî mafan e û vê profîlê wiha tîne ziman; "Her zilam di hesara xwe de pêxemberek e. Ez dixwazim vê hesarê zû an dereng bikim bajarek"(r. 23). Desthilatdariya xwe ji zilamtiya xwe werdigre. Her mafên ji civakê sitendiye ji xwe re kiriye amûrên desthilatdariyê. Hertişt dibêjî; di binê qontrola min de ye, ez ne li Hesarê bim jî çav û guhên min li vir in. Kî heznake jî bila here, lê: "Ez baş dizanim li derveyî vê derê wê çi were serê wan."(r. 23) Heman têgeh di "Kynodontas" de jî heye. Di vir de jî bav îkon e, lê ji "Hesarê" cûdatir alîkariya dê jî heye. Bav û dê beriya her tiştî bi ziman û paşre bi hin kodên malbatî dinyayek ava kirine. Sînorên vê dinyayê weke şûna derbên kêrê belî ne. (Melese û têgehên ziman ezê ji Deleuze û Guattari re bihêlim, va herdu camêran wextekî serên xwe gelkî bi ziman, temsîliyeta gotinan û bêcîhûwarbûnê re êşandin e.) Ziman zindan e. Me got sînorên dinyê ya malbata "Kynodontas" bi awayeke tûj belî ne. Weke fizîkî sînorên ewil, dîwarê li dor hewşê diyar dike. Li derveyî wî dîwarî esil pisîk(dijmin) hene paşre şer û mirin heye. Zarno, dibêje bav, eger hûn derkevin derve tişta berê hatiye serê xwişk/bira yên we, bi heman awayî wê were serê we jî, dijminahî ya me û pisîkan ne ji îro de ye, dijminên we yên sereke pisîkin. Ji lewma karakterên fîlm bi pêşbaziya bavên xwe weke kûçikan tevdigerin. Mînak; li hember talûkeyan diewtin, qismeke têkîliyan bi alastinê nîşan didin. Bav dijminahî ya pisîkan li ser vê metamorfozê ava kiriye. 

Kynodontas 

Heman tişt di "Hesar"ê de bi nêzikahiya dînbûnê re xwiya dibe, mîsal; "Bi şev jî xemgîn dibim, stranên serdema min a berê di bîra min de namînin û wek kûçikên bavê xwe direyim." (r.17) Sermeselê, axir malbatîyên "Hesar"ê hez bikin dikarin derkevin ji vê zindanê (her çiqas zanibin li derveyî zindanê çi li bendî wan e jî), lê malbatîyên "Kynodontas" encax bi şertê diranên wan yê kûçikan bikeve dikarin derkevin. Lewma "Kynodontas" î divê her li bendî ketina wî diranî bin û ti rêyeke din tune ye. "Hesar"î çiqas -bi tirsa zordariyên derveyî hesarê- rê li ber wan vekirî be jî vê rêyê hilnabijêrin. Karakterê Hesarê bavkujîyê -ji bi tena serê xwe çûyînê re- cazîbtir dibîne. "Kynodontas"î çareyê di rakirina wî diranî de dibîne. Tesîra hukmên dîlgirtinê rê li ber vê metamorfozê vedikin. Herdu biryar jî bi tena serên xwe hatine dayîn, lê ne bi eynî şêwazê. Bi biryara xwe ya 'bavkujîyê' re "Hesar"î derdikeve derveyî qeîdeyên lîstikê, lê "Kynodontas"î bi biryar a rakirina diran nîşan didê go ewê ti carî dev ji qeîdeyên wê lîstikê bernede an nefikire. 

Kynodontas 

Ceza an xelat. Di her avakirinên rejîmên civakî de cezakirin û xelatkirin heye. Şûrê cezayan bo serî li hember sînorên rejîmê ranebin her li ser pişta kes û kusan e û xelatkirin jî erêkirina serîtewandinê ye. Li gel gelek xelatên biçûk, xeleta mezin a "Kynodontas"iyan ewlehiya malbatê ye. Malbatî çiqas li gor qeîdeyan tev bigerin wê ewqas bi hev re û bi ewlehî bijîn. Ewlehî bextewarî ye. Li aliyê din "Hesar"î jî çiqas ji gotina bav dernekevin wê ewqas ziktêr û piştrast bin. Cezakirin axlebe ji retkirinê tê, retkirin a qeîdeyan. Cezayê "Kynodontas"iyan çiqas pirrî caran lêdan be jî cezayê herî mezin tehdîtên derxistin a ji nav malê ye. Helbet ev yek ti carî nayê gotin lê hemî malbatî jixweber zanin eger derkevin derveyî qeîdeyan wê malik li wan xera bibe. Em heman tiştî dikarin bo "Hesar"iyan jî bêjin. Malbatî zanin go eger serî hildin ewê li gor saloxên bav ji berê de daye, girrî hejariyê bibin. Piştî bav dimre jî ev sawa cezakirinê hê li ser wan e. Di sehneyeke meyt şûştinê de dayika Hebê û Eyşê ya dayika şeş keçên balixbûyî wiha dibêjin; "..ji ber ku hesar bûye cihê reqs û xweşîyê û ji kêfxweşiyê bê hiş mane, wê bavo dîsa vegere û her yek ji wan bide ber şîmaqan. Bide ber sê şîmaqan (...) Sê şîmaq yan jî sê kevirên telaqdayînê."(r. 55)


Kynodontas 

Zayend an şehwet. "Piştî wî mêrxasî, kes nema ku pisîkên nêr bixesîne." (r. 72) Ev jêgir temsîliyeta zayendiyên di "Hesar"ê de li rû dike. Ew mêrxasê pisîkên nêr dixesîne bav e. Wek pêxemberên Hesara xwe Bav, ji xeynî nêrbûna xwe (her çiqas îstisnaya hespê erebî hebe jî) ti nêrbûnan qebûl nake. Nêrbûna bav temsîliyata desthilatdariya wî ye. Ev yek xwe bi sehneyên herî tûj yên Oedîpal nîşan dide. Mîsal di sehneyekê de bav bi devlêkirinê gunên pisîkekê jê dike. Her tişt li rû ye. Kuştina zayendên hevpar eşkere ye û şehwet xwe bêhtir bi eşkerebûnê re derdixe pêş. Bo bav xesandina nêrekî; wek pisîk, kûçik, hesp, mêş, hwd. bi qansî pevşabûnekê xwedî şehwet e. Xesandin, amûreke kuştina heman zayendî ye û bi vê kuştinê re bav desthilatdariya nêrbûna xwe (ya tekane) tesdîq dike. Li ser vê rûzemînê, ger em bi nêrîneke Freudyen lê binerin (jixwe ne mumkin e mere nenêre) kuştina bav, ya bi destê law jî tesdîqkirina nêrbûneke din e. Sehneya kuştina bav bi xwe (û ji xwe wêdetir) sehneyeke Oedîpal e. Bav di wexteke pevşabûna jina xwe ya teze Rabîyê de tê kuştin; 

"Dema ku bi şehwet karê xwe dikir min baz da û ez li benda kêlîyên wî yên dawîyê bûm. Bi wêrekî min xwe gihand ser pişta wî û min nehişt di kêliyên dawîyê yên jiyana xwe de wê lezetê tehm bike. Di nefesên xwe yên dawî de, di ricifîna dawîn a bi şehwet de min nehişt maça dawiyê bide Rabîyê. Min xwe gîhand... Dema ku hemû demar, hucre û masûlkeyên wî sist bûn, min destê xwe yê ku tê de xencer hebû şidand, xencer bi qasî ku min karî rakir hewayê û wekî dînan sê caran min xencer li pişta wî da. Di kêliyên wî yên dawîyê de min xencer bi awayekî qewî di nava laşê wî re bir û anî." (r. 39)

Ev sehne li gel Oedîpal bûna xwe, metamorfoze jî. Metamorfoz çi erênî dibe çi neyînî pirî caran di sînorên şîzofreniyê de derdikeve pêş. Wek têgeheke psîkanalîtîk metamorfoz li vir dadikeve sînorên malbatî. Di "Hesar"ê de her çiqas bi rêya xesandinê re, astenkirina heman zayendan bixwaze rê li ber şehwetên din bigre jî ev mumkin nabe. Jinên xwe nagihînên nêrbûnê, bo sarkirina gonên xwe, çi rêbaz hebin dixwazin bicerîbînin. Jina bi navê Xazê di diyalogekê de vê arezûyê wiha tîne ziman:

"Jinno lome ji min nekin. Wisa li min hatiye, ji bo ku agirê min sar bikin ezê herim ba hespan. 

-Bi xwedê xwişkê tu nefam î. Vêca ji bilî hespê xwe yê erebî ma gelo tu hesp maye ku wî nexesandiye?

-Haya we ji min nîne. Welehî tehma sarkirina vî agirî ji bîra min çûye." (r. 22)

Ev dîyalog bi awayekî dî tesdîqkirina nêrbûnê ye. Di "Hesar"ê de bav 'jirêderketîyek' e. Li aliyê din di "Kynodontas" de bav "jirêderneketiyek" e. Bav ji hêla zayendî û şehwetê ve bavekî normal e û ti carî tevlî wê şehwetê nabe. Bi awayeke din desthilatdariya xwe bi astenkirina zayendiyan re bi cîh nake û bi ser de jî mîsal bo tekane lawê xwe rê li ber vê yekê vedike. Li kargeha bav alîgireke jin ya bi navê Christina heye. Tekane biyanî ya tevlî malbatê dibe jî ev jin e. Ji çendakî carekê Christina bi destê bav bo bi law re têkiliya zayendî deyne tê malê. Heman îmtiyaz bo keçên malê tune ye. Ev sedem hewcedariya nêrîneke din dike; têrkirina nerbûn û arezûyên nerbûnê. Piştî Christiana xeteyekê dike û ji malê tê qewirandin bav bo têkiliya zayendî ya law biryareke nû dide; wê êdî vê têkîliya zayendî, keça mezin bi law re deyne. Di herdu berheman de jî têrkirina nêrbûnê (ne bi heman awayî be jî) li pêş e. Di "Hesar"ê de ev têrkirin bi şehwet e û sedemên desthilatdariyê ye, lê di "Kynodontas"de misqalek şehwetê jî tune ye. Tehmsar û formalîte ye.  

 

Encam an destpêk. Karakterên herdu berhemên me (her çiqas ev di "Hesar"ê de bêhtir ber bi çav be jî) bo rizgarkirinê kêm zêde hewlekê dikin. Çiqas bo nûxuriyê "Hesar"ê kuştina bav ne tişteke hêsan be, bo nûxuriya "Kynodontas" jî rakirina diranê kûçikî ewqas ne hêsan e. Herdu jî bo rizgarkirinê (çi mezin çi biçûk) ji xwe perçeyekî didin. Bo "Hesar"ê; piştî vê hewldanê em zanin bavkujê me, xelasiya xwe ji destê kûçikên bav nake û poşman dibe lê veger jî tune. Lewma em zanin heta ew kûçik devjêbernedin ewê her dîlgirtî be. Bo "Kynodontas"iyan; em ti tiştekî nizanin, tenê emê zanibin diranê go rabû cardin nema dikeve cîh. Bo me; belbî rojekê qantir bizê û em hê nûka zanibin. 

Kynodontas 








Hiç yorum yok:

Yorum Gönder