"Fadilo!Min tu dît ha!"
Ketim şopa çiyê 'dilo'g haylo.' Li ber lingên ez ê peya, berfirehe dinya. Girover e, şemamokin bîr û neanînên ez ê 'dengê wî hat jixwe hûn zanin kî ye.' Ez im qeçaxcîyê piran, gurê newalan, çûkê ezmanan, wezindarê bermemikan, dizê pirteqalan. Wî. Gere min negotiba. Ma we dît? Qe nebe we bihîst? Bask bi ber min ve hatin. Zanim çav dîtibe înkar nabe. Sedeq. Xwezka. Ne gûşiyek tirî ba ma. Li serê civatan ba ma. Helke-helka kewê kişiya ye ber siya gir-daran ba ma. Xişte-xişta kûsiyê ber hûr-deviyan ba ma. Û te bang bikira ber bi çemê mûradê. Dengê te di ber guhê Eyşikan re bişeqitiya û xwe bigihanda Îslim Xatûnan. Apê Çolo! Ho Apikê Çolistano! Hişk û ziwawo, qentirê binê barê ezingawo. Deng li min venegeriya xwezka. Qorika min qalind dibe. Pîne ji hev vediçirin. Pişta xwe didim konê Apê Çolistano, dikevim şopa çiyê 'dilo'g haylo.' Wezê nemînim li Carbekiriyê, lê qereçiyayê. Wezê herim ji xwe û te re bînim heft barên şivzt-darê bêjingan. Tê bipêça di qûna kêş de. Min ê dû bikişanda û tê jî birada. 'Îkîncî bî defa' ya vêya tuneye. Weke dinyayê. Qe roka mere carekê bixeyide, careke dî naçe ava. Tu jî zanî kevoka sor û sipî ya li ber delêvan, 'tobedarê bejna te me.' Bergîra min dimeşe bi hêstiran re. Çavê xwe li dara hewşê ya bi hemdê xwe pel weşandiye digerînim. Bilind e. Xûşîna bê ye. Difîzzîne, 'dilan negirin dil meresin' dibêje. Ketim şopa lihêf û doşegên qedîfe da, haylo'g dilo. Ji xewa çiyê şiyar bûm. Li çavên wê rast hatim 'kaniya kilan.' Sîng û berên wê 'ûbe bûn, bexçê gulan. Min dît ez li 'pî kî, tu li pî kî' kewê gozel dixwend li ser gulîkî. Me rêka xwe bi nêvî kir. Wê ji 'ramûsanan re pir qelsî kir.' Encax wê gavê 'bişkok qetiya, sîngê sipî kir.' Min barê xwe gihand heta ser vî delêvî. Du movik di pişta min de şikiyan. Li ser wî zêrçinî vezeliyam. Ketim bergiya sol bemolan, 'dilo'g haylo.'
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder