5 Ağustos 2020 Çarşamba

Serhişk

Kevir. Kevirê ber serê wî sipî bû. Ji gewrîya min sipîtir. Pir ji kevir hezkir di saxiya xwe de. Ji kevir hişktir bû serê wî. Bi pîjan nedihat qelaştin. Di mirina xwe de jî ji kevir neqerîya. Kevirê ber serê wî reş dibû. Ji dilê wî reştir. Ji serê wî nermtir. Eynî mîna min. Axê nerm dikir kevir. Baranê şil, firtonê li ba dikir. 

Dar. Dara ber lingê wî çillîkesk bû. Kulîlkên sor vekir. Ji deqên birînên min sortir. Kulîlk weşandin ewil. Qeşê hişk, tavê ew zer kir. Payîzê ji pel, biharê ew ji dar kir. Tu carî ji daran heznekir. Ne jî ji min. Mîna wê dara ber lingên wî min jî ro bi ro kulîlk diweşandin. Girtina fêkîyan nebû para min ti carî. Min xwe ji bîr kir. Ne li wê sibeha ewil. Ne jî li rojên dîtir. Bi her şeveqa sibê, li binê her siya êvarê. Min xwe ji bîr kir. 

Dest. Qermotên destên wî ez diguvaştim bi movikê tilîyên hişkîhola. Terk li min diketin. Zûha dibû termê min. Diqelişîm. Nedifelişîm. Dikişiyam xwe. Dijidiyam. Dibûm pir-felqe. Nedigîhaştim hevdû. Digirîyam baş, nedigiriyam şaş dibûm. Hêdî û hêdî aş dibûm. Kêm caran baş dibûm, pir caran ji bêxewiyê xilmaş. Roja ew mir ez bi dilê xwe raketim. Min meytê wî ji cîh nelivand. Ez jî qet nelivîyam. Di cîh de temirîm. 

Çav. Çavên wî yên bûmokî emrek ji min birin. Bi derba destîbivir re xwîn bi ser de hat. Nerijiya çav. Sor pejiqî bi ser ferşikên erda hêwanê de xwîn. Şil kir kevir. Reş kir kêliyeke din. Nerm bû kevir. Ji serîyê wî nermtir. Bi derba destîbivir û ketina wî serhişkê emrek ji min bir. 

26 Temmuz 2020 Pazar

Huşş


Jinikê kitêb di cîh de bernixwûm danî ser çonga xwe. Li çavê Mêrik nerî. Mêrik huş bû. "Tu tiştekî nabêjî qey?" got Mêrik. "Tu têra me herduyan axivî jixwe" got Jinikê. Lê weke zanibe ne tenê têra herduyan, têra cîran, gund û bajaran tev de axivî be berê xwe guherand hêla şibakê Jinikê. Serê xwe bilind kir. Bi serê xwe re jî pozê xwe. -Ji xwe re fikirî Jinik; ji hev qut nabin mîratan. Serî ne eynî serî be jî poz eynî poz e. Mîsal serê wê yê vê sibehê û yê berêvara aniha ne yekserî ne. Sayîl bû. Fireh bû. Dinya di nava xwe de dihewand. Niha biçûk e. Hişk e. Nikare heba nîskekê jî bihewîne. Dicive ser hev. Deng bi ser de tê. Bêhtir dikişe xwe. Serê xwe yê vê sibehê ji bîr dike. Radihêje serê xwe yê nikîtop. Dike bin çengê xwe. Sivik dibe. Jê bê wê bifire. Pozê xwe datîne şûna serê xwe. Hilmekê jê distîne. Hilhhmm. Şewqa tavê dide derveyî firnikên wê. Siya kejiyê dadigere ser herdu qulan. Lêvên wê nayên bîra wê. Lê bêriya guhên xwe dike. Ne ji vî dengî re. Ji dengê avê re. Têla sazê re. Qebqeba kewê re. Ji sûsirka sûsikan re bêrî dike. Ne ji vî dengî re. Bêriya çavên xwe dike. Lê ne ji vî rengî re. Destê xwe datîne ser serê xwe. Yanî seriyê di bin çengê xwe. Hêdîka miz dide.- Hilmeke din distîne. Radihêje kitêbê. Dixwaze bixwîne. Nikare. Serî jê re lazim e. Bi destekî hewl dide seriyê xwe deyne ser sitûyê xwe. Serî ji nav dest dikeve. Digindire. Jinik li teqlên seriyê xwe dinêre. "Seriyê bê poz çi xweş dizivire" dibêje. Li lingê mêrik disekine. Mêrik nabîne. Diaxive. Deng nayê jinikê. Guh jê re lazim e. Kitêb cardin bernixwûm li ser çonga ye. Jinik dixwaze rahêje serê xwe dîsa. Lê qudûm jê re lazim e. Li kitêbê difikire. Dixwaze ew keçika bîst û çar salî be. Ew a rahişt serê xwe û çû. Ew a bû xewn û xeyal ji gund û maliyan re. Û ew a bi gur re gur, bi şivên re şivên. Dixwaze bi ya xwe bike. Bi serê xwe bike dixwaze. Neg ew bi serê wê bikin. Ne jî serê wê bi ya wan bike. "Ev serê min ê bi ya min nake, çawa ewqas sal bi ya wan kir?" dibêje. "Temam" dibêje Mêrik, "min fahm kir, tu êdî min naxwazî!" Dikene Jinik. Mêrik nabîne. Huş dibe. Radibe diçe. Gumîna derî tê guhê Jinikê. Serê wê li rastê ye hê. Dilê wê diçe qehweyekê wê êvarê. Radibe. Kitêb ji ser çongê dikeve. Daqûlî serê xwe dibe. Serî giran e, pê re nayê. Bêyî wî diçe mitbexê. Bi destpelînkê qehweyekê dikelîne. Vedigere. Li serê xwe dihulkime. Bê dev û rû dikeve erdê. Bi dev û rû radibe ser xwe. Kitêb li ser çongê. Dengê çirçirkên êvarê di guh. Devê fîncanê li ser lêvê. Qehweya ewilîn ya jiyana xwe yî duyemîn vedixwe.


11 Temmuz 2020 Cumartesi

Toq

Me hişt zemên çîrokên me nehêle.

Heyata min li ber serê min e. Ya hinan li dû wan e. Ew kore rê ne. Hinîn din li pêş wan e, ew heyata badilhewa. Ew dibînin lê kortir in. Ya min di sitûyê min de ye. Qinhetê tînin wê vê havînê bi dawî bibe. Ew dibên, ez nizanim. Dibên ev pergendel wê xwe negihîne payizê. Kurm û nexweşiyên havînê bêhtirin, loma. Payîz baran e. Zivistan sipî ye, berf e, cemed e, pûk û paqijî ye. Bihar ji xwe hûn zanin ne ti demsal e, xav e, kêm xwê ye, ne germ û ne sar e, ba ye - tav e - baran e. Carna ji xwe re difikirim; ewqa berf bi ser min de biheliya, ewqa ba li nav pirça min xista û ewqa baran bi laşê min de biherikiya minê jî weke biharê kulîlk vekira. Lê ka? Naa. Ne ti merîfet e vekirina kulîlkan bi min. Dîsa jî hûn ji xwe re zanin. Helbet hûn zanin. Vê jî zanibin; ez kerengek bûma ti carî li beyarên we şên nedihatim. Ji xwe li beyaran kereng kêm şên tên hûnê bibêjin ne? Nebêjin, ez zanim. Ne ji xwe, ji we zanim. Hûn, yanî yên pel û kulîlkxwir, hûn bi xwe zanin, lê va ye min dîsa jî a xwe got. We dît belkî neyê hesabê we lê sûncê we ye ev bobelat. Hûn, yanî yên zivira çerxê bi saya serê xwe dihesibînin, we kuta çerxan (yaniş fêm nekin, na wele bikin). Yanî qe nebe ya min. Dawiya biharê nêz e. Serê havînê jî anegore. Qirik li min dijidê. Jan jê dihere carna. Derna jî çend dilopên xwînê. Vê toqa di sitûyê min de çikiyayî kê kir sitûyê min çawa kir nizanim. Zemên hişt ez çîroka xwe ji bîra bikim. Lê toqa heyata min her li qirika min dijidê.

Ez ne ji ewên li ser serga me. Lê çi bikim ji her derê hatim qewirandin. Digerim, dibînim, direvim. Hoşto me. Bi pirranî xwedê nehişto. Min carekê neyt lê xera kir xwe bikujim. Derketim serê zînê herî bilind. Bayekî li sînga min da. Gavên min sist bûn. Bo gava dawî min lingê xwe bilind kir. Ricifî. Ricifîm. Nava min re'ilî. Xwêdan bi dora guhê min ket. Firnikên bêvila min fireh bûn. Bêhna min neçikiya, çû û hat - çû û hat. Wê rojê ji min re bû meraq,  hilma ewilî mere dide an distîne? Tu nedî nikarî bistînî. Nestînî nikarî bidî. Serê min giran bû. Lingê min ma li hewa. Weke hestî pêve tunebe bi min ve daliqiya. "Kuzzz" min go. Kazz min zanî bû lê kuzzz cara ewilîn bû. Wek têla tembûrê di hundirê min de be çizzînî ji nava min hat. Merheba tecrûbeya yekem. Min wê rojê xwe nekuşt. Lê tiştekî muhîm elimîm; mere carna ne ji kuştinê ne jî ji hiştinê re dibe. Qirika min zuha bibû. Min xwe gihand avê, şelp û şelp min vexwar. Berî da tavê, vegeriyam gund. Di rê de mirîşkek pêrgî min hat. Min xwe çeng kirê zevt kir. Bi bextewarî wegeriyam meskanê xwe. Min mirîşka xwe hêdî hêdî xwar. Çend caran pelçimokên hestiyan bi qirika min ve aliqîn. Jan jê çû. Serê du gundiyan xwiyanî bû. Perîkên mirişkê li dora min dîtin. Daqûlî erdê bûn. Hê serê xwe ranekiribûn min bazda. "Wê toqa ji te re hindike" gotin "xwedê jê re nehişto." Kevirê ewil li paqê min ket. Serê teriya xwe min bi çavên xwe dît. Toz û dûxan min li dû xwe hişt. Wê şevê qudûmê min nehişt ez wegerim warê xwe. Li ber çem mam. Heta sibê min du kevjal, sê kevjalan jî ez xwarim. Sibehê bi şeveqê re vegeriyam gund. Warê'm wêran bibû. Sergo hildabûn. Ez mexloqatekî hem bi war hem bê warim êdî. Warê'm wêran e. Toqa vî zemanî di sitûyê min de ma ye.


18 Haziran 2020 Perşembe

Meş

Dereng e li me. 'Esira teng e.

Ne li vê palê, li paleke din emê bigihên qonaxa xwe. Qonaxa me li wir e. Ne li vê palê, li paleke din. Em li vir in. Ne li wê qonaxê, li qonaxeke din. Emê bimeşin, weke aniha, berî niha, piştî niha. Qonaxa salan e em dimeşin, li me sefer e. Kalkê min bû digo; şevan distêrkan bijmêr, sibehan dengê çûkan. Sitêrk neman bijmêrim, çûk cîk in hê, dicîkinin. Av bi me re dimeşe, niza em bi avê? Sitêrk bi me re vedimirin, niza em bi tavê? Tava li malê. Ber êvarê. Berfa li navê. Himbêza te. Heyva li pişta çeqilê darê. Qonaxa me yek bû. Welatê me çar, xeyala me yek bû. Ha li vê, ha li wê palê. Ji her kulîlka biharê. Li binê her dara hinarê. Me pirsî; ev rê bi ku de diçe? Gotin. Negotin. Pirseke li cab a xwe digere, rêwiyeke li qonaxê.

"Bû êvar, ro li me çû ava."

Şevekê em du kes bûn. Şeva din jî du kes. Em di rêyekê de dimeşiyan. Rêka me yek bû.  Rojekê em di xewnekê de bûn. Xewna me yek bû. Sibehekê em şiyar dibûn. Sibehên me pir bûn. Roja me yek bû.


28 Mayıs 2020 Perşembe

Qehr


Çîroka min zarok e hê, wê mezin bibe. Ev çend 'emir e xwedî dikim. Ger nebêjim wê bibe zirecêba çîrokan. Bajêr bi ser min de tê. Çîrok nema di min de hiltê. 

Zemanekî pişta me di binê piştiyên hejan de xilûs bû. Zeman jî xilûs bû. Hefsar di destê mere de bû. Te berê zemên bida ku derê diçû wir. Niha em ji ber pişta xwe piştrastin, ji ber nexilûsbûna vî zemanî riprastin. Wî zemanî zilamê min berê xwe dabû memikên min. Ew dest hêdî hêdî nema ev memik dîtin. Jixwe ev memik êdî nema ew destan bibînin. Neman. Du memik ji çar destan re nabin, ne jî ji çar dest û têrkirina çar zarokan. Wî zemanî milên wî li bedena min dihatin hevdû. Nizanim mil dirêj bûn an ez tenik bûm, ev hertim meraq e ji min re. Ez di nava destên wî de li hev digeriyam, zîvalzîvalî dibûm. Bîr bûm. Bi binî bûm. Di bîra xwe de werdibûm. Difitilîm, difitilîm, difitilîm  li binê xwe asê dibûm. Dikişiyam, dikişiyam, dikişiyam jor, li qirika xwe diwarqilîm. Diqirqilîm. Çendakî dibûm girêk di cihê xwe de divizvizîm. Çendakî digiriyam, çendayek din nedikeniyam, çendek din dijiyam. Min wiha çîroka xwe mezin kir. Wiha roj bi roj biçûk bûm. Wiha ji nav milên wî zilamî reviyam. Li xwe vegeriyam, li hewş û sikaka xwe. Bişirîm li xwe, li memikên tune, li kenê sê zarokan, li rengê çar(yek)welatan.

Wî zemanî keçika min di bîra hewşê de werbû. Bîr bi binî bû. Ketina wê deqayekê derketina wê seetekê ajot. Piştî li pişta min bû, pişt xilûs bûm. Zeman bi pişta min re ditewîya. Zilam bi diranên xwe yî zengarî dikeniya. Ne ji qehra, ji kêfa.

Keçika min zarok e hê, wê mezin bibe. Ev çend 'emir e xwedî dikim.