"Xwedê, dibêjin, ji dilopek av heyatek û ji her heyatekê dinyayek ava kiriye. Belkî jî xwedê dibêje ew nabêjin. Nabêjin kê gotiye dibêjin xwedê kiriye."
Ev weke dengekî xeybanî ji maseya li wê qoziyê hat ket kerrika guhê ez ê li vê qorziyê. Ez bi derbekê girnijîm. Bûm perwane. Min dûmana cixarê li xwe gerand, piffî hewa kir. Di nav de wenda nebûm. Çimkî hê ciwan im, li ser xwe me. Dûxana meyxaneyan çiqas pir be jî meriv li gor wê xwe bêhtir dibîne. Bila kes derewan li bedena xwe neke û nebêje "wenda dibim di dûyê cixarê" û 'hesret kêm nabe' nizam çi. Min heta vê roja 'emrê xwe bi çar keçan re da û sitend, navê her çaran jî Hesret bû. Tenê bi vî awayî ti carî kêm nebû hesret. 'Hesret
Dilopa avê bo te çi îfade dike? -Pozê kaniyê, çip, çip, çip. Bo te? -Serê kîr, tirsa qûnê, tirsa qûnê, tirsa qûnê. Xwedê ji her qûnekê re tirsek, ji her çongekê re qudûmek çêkiriye û gewdeyê însên li ser edilandiye dibêjim. Hevalê min dikene" "me li ser kiriye dêmeg" dibêje. Ez di xwe de digrim, nakenim.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder