Min xwe zor û bela gihand heta ber derîyê malê. Dibe destpêk ne wiha be lê gere mere ji cîhekî destpê bike.
Vê sibeha biharê min xwe avêt çol û beyaran. Salê carekê xwe li geryanê radikişînim. Berî bi ser rê kevim min haziriyek biçûk kir. Min termosê nîv lître tije fîltre qehwe kir û li rex wî lîtreyek av. Du hêk di cezwik de keliyan. Mixabin ez hîna wek diya xwe hêkan di cezwik de dikelînim. Hin amûr jê carina dikarin li derveyî xwezaya xwe bên bikaranîn. Ev cezwik jî yek ji wan e. Cara yekem min li kampeke du rojane hêk tê de kelandibûn. Wê rojê hevalan henekên xwe bi min kiribûn, lê min hîna jî tiştekî şûna wî bigire nedîtiye. Hin kes jê hêkan di çaydankekî biçûk de dikelînin. Ev hin kes wa hevalên henekên xwe bi min dikirin bûn. Min bêhtir henekên xwe bi wan kir. Aniha difikirim. Hîna jî nizanim ya rast çi ye lê min ti carî dev ji cezwikê xwe berneda. Nizanim belkî elimandin be. Her elimandin bi awayekî din cehimandin e jî. Ez vê yekê ji kalkê xwe zanim. "Lawo" digot "elimandin heye û elimandin heye. Tişta baş jixwe ji xwedê ve eyan e. Lê ya ne baş? Ew dibe cehimandin. Meyla dinyê hertim bi ser xerabîyê ve xwar e. Lewma divê em hewl bidin bo qencî rêya xwe bibîne." Derewan nekim, min çend wextan hewla xwe da ser qencîyê, lê meyla vê mîratê neguherî. Hertim bi hêla xerabîyê ve takêş dibû. Nizanim çima ye. Dibe bargiran be, lewma. Lê bargiranbûn tenê bi serê xwe bes e, nizanim.
Bavê min dibêje: "Na, ne bes e."
"Çima bavo?" Dibêjim.
"Çimkî aqil jî lazim e jê re." Dibêje. "Ew çiiqas barê te giran be jî go aqilê te têrê bike ewê barê te di cîh de sivik bibe."
"Ya aqilê min ji barê min girantir be bavo?"
"Aha wê çaxê nabe. Ezê niha ji te re tiştekî bibêjim. Hertim ji min re dibêjin: aqilê mirovên berê ji yên aniha çêtir bû. Çima? Çimkî dibêjin tu li wa avahiyên wan dinerî, danîna kevirên wan, zexmî ya kelehên wan, tu li hêbeta pramîtên Misrê binêre hela!"
"Heqeten bavo, çi aqilekî mezin e" dibêjim.
"Na lawo" dibêje "bifikire em berê bi keran diçûn êzingan. Di vegerê de wexta barê kerê me bi hêlekê de dadigeriya me radibû kevirek dixist hêla sivik ji bo barê me rast bibe û ew kevir bi me re dihat heta malê. Eger aqilê me hebûya me yê ji dêleva kevir êzingekî din li barê xwe zêde bikira. Çima wê ew kevirê çolê bi me re bihata malê?"
"Heqeten aqilê we sivik bû ye bavo" dibêjim. "Lê dîsa jî Misrîyan hin avahîhên pir bedew çêkirine."
"Belê, çêkirine lê ne bi aqil, bi pişta koleyan çêkirine. Niha tu gorên wan veke û hestiyên wa koleyan bişîne laboratuvaran, tê bibîne 'fitixa' hemûyan heye. Hemû bi êşa piştê mirine."
Hestiyên koleyên Misrîyan niha di çi rewşê de ne nizanim lê hêdî hêdî min tûrikê xwe dagirt. Niha di tûrik de termosek qehwe, yek av, du hêkên kelandî, firingîyek, nîv nanek, çend zeytûn û du serî penîr hene. Min vê sibeha biharê berê xwe da daristanê. Berê daristana me bêhtir ji darên berû û giwîjan pêk dihat. Niha ji ber polîtikayên wezareta daristanê ya dewletê bêhtir ji darên çaman pêk tê. Li nav bajarîyan dihat gotin; wezaretê hin ajalên êdî qelha wan hatine jî berdaye nav daristanê. Wek wehş, kîvroşk, sîxwur, mirîşkên bejî, çend heb gur. Min ti carî ev ajal nedîtine lê rojekê li qehwexanê min dît neçirvanan behs dikir. Yekî wehş dîtibû, roja din yekî kîvroşk, rojtira din yekî sîxwur. Herî dawî gundîyekî gotiye: îşev wehşek ketiye nava riwekên min û ti awahî tê de nehiştiye. Çend rojan li ser hevdu wehş hatiye serdana bexçê wî. Talî xelasiya xwe ji destan nekiriya çend xefk li ber vedaye. Çendekî xwe daye bendê lê tu encam bi dest nexistiye.
"Tu dibêjî qey haya wî ji xefkan heye mîrato, ji roja min ew xefk danîne berê wî neketiye nav bexçê min" dibêje.
"Baş e" dibêjim "dêmeg tu gihêştiye armanca xwe."
"Na" dibêje "ma hema wiha bi qûna sax bifilite dibe qey? Gere têkeve wê xefkê û hestiyên lingên wî hûrik hûrikî bibin. Xenzîr e kuro!"
Çendek din min bihîst ne wehş lê rovîyek ketiye wê xefkê. Lingê wî yê talîyê di ber re qut bûye. "Heta min xwe gihandê jî lingê qutbûyî di devê xefkê de tevdiliviya" dibêje xwediyê xefkê. Paşre kuçikan xwe gihandiyê û wî ji hev perçe parî kirine lê wehş hîna jî bi qûna sax li newalan digere.
Ew wehşê bi qûna sax filitî niha xwe li têlên kîjan bexçeyan radikişîne nizanim lê ez vê sibehê giham nav dar û berên daristanê. Bêhna çaman diket bêvila min. Carna difikirim; em êdî bixwazin jî nikarin vegerin xwezayê. Çûna xwezayê tiştek e û xwezayîbûn tişteke din. Em berê xwezayî bûn niha nizanim em çi ne. Carekê em jê veqetîyan û tu carên din em lê venegeriyan. Hin çûyîn jê bê veger in. Dibe ev jî yek ji wan be. "Em pê nehatin ser" digot kalkê min "me paşê xwe dayê û em careke din lê venegeriyan. Lewma, bi min êdî ne mimkun e em lê vegerin. Ji ber go em êdî ne xwezayî ne. Lê xweza her weke xwe ye. Ew ji xwe naçe. Darek heta dawiya emrê xwe darek e, kulîlkek heta diçilmise kulîlk e. Kîvroşkek heta dawiya emrê xwe jî kîvroşk e û reşbelekek çûkê heta dawiya emrê xwe reşbelek e. Giyayek heta diseride giya û kêzikeke gûgerînkê heta hetayê kêzik e. Top dike û digindirîne. Lê em? Yanî însan? Em hem weke xwe namînin hem jî nahêlin ti tişt weke xwe bimîne. Li vê xakê xerakirin ji me tê pirsîn. Qaşo em berpirsiyar in.”
Ez hîna li nav dar û berên daristanê de digeriyam. Hêdî hêdî ji rojhilat ewrên reş belav dibûn. Min xwe gihand serê zînekî. Li nezarê wî zînî qulipîm. Ewran da dû min. Çend çipikên baranê li ser bêvila min ketin. Min kumê xwe avêt serê xwe û lezand. Baranê zor dayê. Wek tu kuzê avê serberjêr bike dibariya. Min nerî xelasiya min ji dest tune. Heta giham ber deriyê Şikefta Xemikê taqet di min de nema. Bêyî li derdora xwe binerim ketim hundir. Şirîna avê bû di devê şikeftê re diherikî. Min hinekî li derdora xwe temaşe kir. Guhekî min li dengê baranê. Dawiya şikeftê tarî bû. Çend deqeyan wiha sekinîm nizanim. Baranê venekir. Hela çi min xwe zû gihand hundir ya na niha ti awayî di min de nemabû. Bi qandî seetekê sekinîm. Bû xurexura nava min. Birçî bûm. Min devê tûrikê xwe vekir. Termosê qehwê vala bibû. Jixwe êdî ji min re ne lazim bû. Min hêk, firingî, penîr, nan, û zeytûn li ber xwe raxist. Paşê min li hundir, berê min li derve. Hinekî ji xwe çû me, lê zû li xwe vegeriyam. Hat bîra min careke din wiha li ber baranê mabûm. Dîsa li vê daristanê bûm, lê ne di hundir vê şikeftê de. Wê çaxê darên çama tune bûn û dewlet dûr bû. Niha em di himbêza hev de ne. Em û dewlet. Kêliyekê diçim demên zarokatiya xwe. "Qey wî wextî dewlet jî hîna zarok bû" dibêjim. Min hîna dest bi xwarina hêka duduyan nekiribû. Fişefişa bêvilekê hat ji pişta stûyê min. Sawekê girt ser dilê min. Tirsîyam. Matmayî mam. Xwarin di qirika min de ma. Nehat xwarê. Bi tirs li xwe fitilîm. Çavên min û wî hirçê bi qasî dewletekê bû li hevdu nêrîn. Çend kêliyan min bêhna xwe girt. Hew mabû ruh ji min biçe. Kêliyekê ber çavên min reş bûn. Dinya zelûl bû. Min xwe nedî. Çend dilop girêza wî heywanî bi ser min de niqutîn. Dikir hûmehûm. Hêlaw ji devê wî hildikişiya. Diranên wî dibiriqîn. Bi derbekê re xwe dirêjî min kir. Bê hemdê xwe ez jê vekişiyam. Gindirî jêrê şikeftê bûm. Pişta min li kevir û daran ketiye. Kêliyekê ji xwe çû me. Wexta hatim ser hişê xwe min dît hirçê min ketiye ser xwarina min. Qûna qûna vekişiyam. Rabûm ser xwe. Hirç bi awirekî li min nerî. Hêrs bû. Rabû ser du lingan û bi ber min de reviya. Hemû qaweta min li ser lingên min kom bû. Min paşê xwe dayê û reviyam. Zor û bela giham heta ber derîyê malê.
Gelî xwendevanan; çend rojan min li qehwexaneyê behsa vê serpêhatiya xwe kir. Kesî bawer nekir, ji lewma niha ji we re behs dikim. Zanim hûnê ji min bawer bikin. Bi min xerîb tê; însanên go ji wehşan û dewletê bawer dikin çima ji hirçêkî bi tenê bawer nakin?