2 Ağustos 2023 Çarşamba

Berxweş

Bi rohniya agirê li derve pêketî re sûretên gulîyên darê direqisîn li ser dîwarên odeyê. Wî wextî şiyar bûm. Qerepeleyek hebû li derve. Bo zanibim ne di xewnekê de me gere rabûma ser lingan. Diteyisîm. Eger hestiyê bêvilê min nexapîne, bêhna şewatekê dihat. Tep û repa lingan bû ber bi heman hêlê ve bazdidan. Bi pêhisîna laşê xwe ne bawer bûm lewma serê min ket balîfê cardin. Kêliyekê jixwe ve çûm. Hingê bêhna şewatê tûjtir bû min nema xwe girt. Çavên min ziq man li ser sûretê guliyên darê. Min ev sûret şiband keriyekî qulingan ewil, paşre guherî silûetê pisîkekê. Rast li min nerî. Ji min be li tazîbûna min dinerî. Min xwe nixumand hinekî. Dest bi alastina lingên xwe kir. "Pişşt" min go, serê xwe bilind kir û cardin li reşika çavên min nerî. Bi destekî, min hêdîka balîfa li ber serê xwe kişand û dawşandê. Deng ji dîwêr nehat lê pisîka li ber pencerê pengizî. Nikarim di vî 'emrî de derewan bikim, hinekî tirsîyam. Ev hinekbûn jî hinekî derew e lê ezê serên we neêşînim. Hinek tişt hene carina mere hinohino dikin xwe. Vê carê belkî nebim lê wexta min şimika xwe xist pê, li ber pencerê şipiya sekinîm û li derve nerî; min ê ji ku zanibûya ezê bêhtir li xwe hayê bibim? Mere carina nizane. Nezanî taqeta can e bi min. Ew ê bi hertiştî zanibe wê çawa taqet bike gavek nû biavêje? Nizanim. Lê zanim min şimika xwe kir pê û şipiya li ber pencerê sekinîm. Ew kî bû digot nizanim; "mere hinekî jî kirinên zanebûna xwe ye." An zanebûna kirinên xwe bû? Çi ferq heye? Pir e, hûn zanin. Welhasil, min nerî agir bi mala cîranan ketiye. Şêniyên taxê lê peledar bûne. Her hinek bi qasî derfetên xwe çengek av davêjin wî agirî. Min tena derpê û pîjeme bazda derve. 

Kengî lê hayê bûm, nizanim. Tenê dengê jina min hîna di guhê min de ye; "Sebrî! rabe agir bi mala cîranan ketiye." Wexta ez derketim ji min pêve tu kes li derve tunebû. Di destê min de satileke tije av û bi matmayîneke tenê eyidî wê kêliyê, ber bi agir ve meşiyam. Bi hişê xwe ne bawerim lê dibêm qey destê sibehê bû. Wek şîrqeşîrqa dengê çûkên sibehê dihat guhên min. Lê cardin jî hûn pê ne bawer bin. Ez nizanim cîranên din dibêjin; weke cebilxaneyeke avê bi min re be li agir peledar bûme. Mumkin e. Hê min satila ewil li êgir nereşandiye di cîh de ketime erdê. Weke çav ruhsitîn ketibim ji xwe ve çûme. Min çi dît? Ezê niha ji we re bibêjim. Di dexlê we de me min çawa ji xwe bawer nekiriye hûn jî eynî wiha bawer bikin. Ew kî bû digot nizanim; "bawerî li ser nebaweriyê ava dibe." Bi min gû dixwe, naxwe nebawerî jî dikare li ser baweriyê ava bibe. Lê ezê cardin jî îro bi vê gotina qerase emel bikim. Nizanim. Hema wiha tê hesabê min. Min dît, Qeyso yê reşîqemer bi kazekaz ji nav agir bazdide. Ne ji serê wî bûya min ew nasnedikir. Agir ji serî wî pêve xwe li hemû laşê wî pêçabû, heta serê terîyê. Çav ji serî bazdidan. Li pişt wî Xanima Sureyya, bi kizirokên tayê serî li erdê pahn bibû. Li rex wê Emer Beg ê mêrê wê tevlî bedil û qerewata xwe çik û tenê disekinî. Tiliya xwe ya eşhedê hêdîka bilind kir û li pêşiya herdu lêvên xwe bi cîh kir. Go; "hişşş." Tenê tê bîra min çongên min lerizîn. Ava di satilê de jî lerizî lê nebêjin qey ji ber lerza laşê min bû. Hin jê dibêjin te bi xwe de mîz kiriye lê hûn bawer nekin. Ew peşkên avê bûn li teşkên min ketibûn, ji vêya bawer bikin. 

Bayekî payîzî dihat xwe li nav û guhê darên hê pelneweşandî dixist. Xuşêniya sikakê bû. Wê şevê xew li min tune bû. Lingek min li hêwanê yê din li şaneşînê bû. Destgirtiyê min vê mexreba roja reş ji min xeyidî bû. Çavek min li dûmana cixarê yê din li serê sikakê bû. "Ewê vegere" min ji xwe re digot, "Eger şiyar bimînim wê teqez vegere." Beriya çend salan em guldesteyek ji evînê bûn. Çawa bû, çi bû em guherîn gulsitrîyekî. (Ev gulsitrî gere nêr be, wek hûn jî zanin min karîbû bigota "gulsitrîyeke" jî lê hin nav li bejna zayendên xwe nayên.) Ev serê çend wextan bû balîfên me ji hev cûda bûn welhasil. Serê pakêta cixarê ya sêyem û dawîka ya duyem bû. Tam berxweş bibûm. Wê gavê çavê min yê li serê sikakê bi agirê li pencereya Emer Begê ket. Agir bi perdeyan re hildikişiya. Bû teqîna dengê caman. Piştre Sebrî yê mêrê Wesîlekê di dest de satilek ji malê derket. Satila weke min tam berxweş Sebrî bi hêlekê ve xwar dikir. Bi delkan xwe gihand ber agirê mala Emer Begê. Kazekaza kûçikekî dihat lê qajewaja jinikekê dengê wî heywanê sewsî ditepisand. Sebrî xwe li ber agir xweş kir. Dengê du teqînan hat. Bi va herdu teqînan re agir gurtir bû. Weke teqînên di nava me herdu destgirtiyan de bûn, piştî wa teqînan agirê me jî gur dibû. 

Bi destê wê sibeha hêlhele re baranekê ji ewran da rê û bariya bi ser xweliya vê taxê de. Encax wê gavê agir tefiya. Ji xaniyê destbirakê min Emer Begê xweliyeke komirî mabû û çend sûretên nîvşewitî yên bi teqînan re firîyane derveyî malê. Li ser wa sûretan, bişirîneke di bin simbêlan û ewtîneke kûçikê di paxila Sureyya Xanê mabû.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder