25 Temmuz 2023 Salı

Romaneke Berbad: Şador

Şador - Dilawer Zeraq
Weşanên Lîs / 2023



Metnek baş, çawa zane wê xwendevanê xwe aciz neke? Bersiv: nizane. Metnek nebaş, çawa zane wê xwendevanê xwe aciz bike? Bersiv: nizane. Metnê baş vê nezanbûnê ji xwe re nake derd, ya rast meraq jî nake. Tu ji metnên baş bipirse; "bê tişta baş û xerab çi ye?" wê devjihev, sewsî, êtîm-êtîm li te binere. Çimkî nedîtiye, pak e, paqij e. Ji bingehên xwe de wanî ye. Xem ji metnê baş re tune ye. Bo metnê baş çîrok çi be ew e, qet û bileh ne sentetîk e, bi xwe re heye, ne bo xwe heye. Li aliyê din, metnê nebaş vê nezanbûnê ji xwe re dike derd, lewma her teqlomeqlo ye. Li her cîhekî qerpolekî bi xwe ve girêdide, hingê dimeşe dibe zirecêbeke pel û potan, lê axir heta digihê ber lingên xwendevan ji metnbûnê derdikeve, dibe serqotekî hişk û ziwa. Metnê nebaş beriya nizanibe çawa xwendevanê xwe aciz bike, nizane aciz dike an nake jî. Bi metn bimîne; dibêje qey ew tiştekî baş dike. Ev qenheta metn dike go hinekî din pêde biçe. Êdî otoqontrol pê re namîne, ger jê be ew ecêbeke agir e. Bi min mafdar e, çimkî nizane. Dibêje; ez çiqasî bi ser de bimeşim ezê zexmtir bibim. Nabe. Wele nabe, bileh nabe. Meşa metnê nebaş heta ber lingê xwende ye. Ji xwe tekane meşa wî jî ev e. Li wir ditefe. Ji xwe de şax bernade. Qerpol jê diweşin. Dimîne serqotekî hişk û ziwa. "Şador" bo min metneke wiha bû û ezê bi vê nêrînê li ser çend xalên vê romanê biştexilim. 

1. Karakter gişk qurbaniyên vebêj in. Di vê romanê de tenê vebêjeke 'nexwiyayî' heye û ji min be "nêr" e. Roman li ser fikrê wî ava bûye û bi nêrînên wî dimeşe. Lewma erasa meydana çîrokê tev bi xwîna qurbaniyên karakteran dibiriqe. Karakter hemû bo fikrê wî dixebitin lê ti carî bikêrnayên. Yek ji wan jî bo xwe naxebite. Hemû di bin desthilatdariya wî 'nêrevebêjî' de ne. Di edebiyatê de mesela vebêjiyê bi 'kîjan karakter diştexile re' ne girêdayî ye. Çîrok dikare bi devê sed karakterî bê vegotin û dikarî bi devê yekî tenê jî. Ev di çîrokê de ti carî nabe krîtera pirvebêjiyê. Pirvebêjî ne hejmara devan ya rengan e. Mîsal; em vê çîrokê wek Besna vegotibe dixwînin lê şêwaz bi devê her karakterî yek e. Ziman jî yek e. Hertişt bo fikir û tevgerên Rizgan pêk tên. Ev fikir û tevger di heman wextî de aqilê 'vebêjê nexwiyayî' ye. Yek karakterek tenê jî heta dawiyê ji xeta xwe şaş nabe. Her roleke bi destê vebêj li sitûyê wan hatiye barkirin yek bi yek tên bi cîhkirin. Lê bela go ne bi destê xwe ne ti carî bikêrnayên. Bêruh, xav û pasîf in. Vebêj wek 'pêker' berê wan dabe ku ketine wî rengî û ji qalikê xwe dernayên. 

2. Çîrok gişk qurbaniya fikrekî ye. "Helbet tu dizanî. Min daye ser wê rêyê. Rêya kuştina nêrtîya har û rep." (r.150) Fikir ev e; "kuştina nêrtîyê." (Ev nêrbûn; desthilatdariya mêra ye, hikimdarî ya bava ye, şûrê li ser sitûyê mêbûnê ye, qetilê xwe û dinyê ye, zilma dewletê ye, çi dibe bila bibe me eleqedar nake, ne hewceye em wek naverok an temsîlkirin lê binerin û ji xwe ev mijar tenê îro nehatiye rûkirin, bi hezar salane tê gengeşekirin û hêviya min jê ew e bila her were perçekirin.) Ev hewldan karakterê me yê qurbaniyê 'nêrevebêj' xistiya 'nav êş û azaran'. Ev êş û azar li tevahiya romanê belav bûye; "Ez naxwazim tiştekî li cem xwe bihêlim. Êdî... Giran e. Barê wê. Barê min." (r.46). Derdê Rizgan ewqa zor e, bo bîne ziman gere her carê Besna li ber bigere; "Heyran de bêje... Te ez tetirxanî kirim!" (r.132). Wiha rihet nabêje helbet, her carê, gere ewil du an yek cixareyekê bipêçe, belkî yekê bide Sûskewa xwe, paşre bi kesereke kûr bikşîne kezeba xwe, ha belkî vê carê bêje lê pirrî caran nabêje. Besna tetirxanî bû an nebû nizanim lê em têra xwe nepixîn. Kezeb û pişik li me reş kir ev ruhiyeta karakterên romantîk-mîstîk. Eger ev metn bi vê mîstîkbûna ruhiyeta karakterên xwe tenê bimîne jî 'nêremetn'e. Di çîrokê de fikrê "kuştina nêrtîyê" zêdeyî xwe beloq dimîne. Ev beloqbûn hingê mezin dibe êdî bi tena serê xwe dibe 'nêr'ekî beloqtir û di çavê xwendevan de radibe. Mesele êdî ne kuştina nêrbûnê lê qewîkirina nêrbûneke din e. Her çiqas fikra tekane, ji qewlî metn; kuştina nêrbûnê be jî, ev dibe antîtezek û dikeve kirasê metn. Êdî ew 'nêrbûna' qewlê kuştina wê hatiye dayîn bi vî kirasî re mezintir dibe û (li min biborînin) xwe li xwendevên diboqîne. Ji xeynî vî fikrê tekane metn rê nade ti hewldanên din. Ev rewş karakteran pasîf, îmkanên vegotinê qels û heqê teheyulkirina xwendevan xesp dike. Nêrbûna metn esil ji vir tê. 

3. Mêbûn gişk qurbanîyên avakirina nêrbûneke qewîtir in. Her çiqas Rizgan bêhtir serdest be jî herdu karakterên me yên sereke bi her tiştên xwe wek amûrên 'nêrevebêjê nexwiyayî' tevdigerin. Ev ne destpêk û ne jî talîya qurbanîkirina wan e. Jixwe ew di hişê vebêj de her wiha bi cîh bûne. Xwiya ye qet ji ferzkirina vê hişmendiyê xelas nabin û jixwe wek du karakterên pêker vê xelasiyê naxwazin jî, qe nebe em ti hewldaneke bi vî rengî nabînin. Besna, ewil pêgirtiyê 'nêrevebêj' û paşre yê Rizgan e. Lewma di her kirin û gotinê de wî tesdîq dike. Mîsal; "Rizgan, qurbana te, tu çi xweşik guherîyî..." (r.123). "Mabû wek kur' û niha, ew kur, wekî mêrekî ku bi mejîyê xwe ve, bi dilê xwe ve, bi ruhê xwe ve, bi tevlîbûn û feraseta xwe ve, pirî caran dikir ku ez bi jinbûna xwe dilgeş bibim." (r.87). "Mêrik çi dilrast bûye." (r.82). "Her tim ez dihiştim şaş û metel." (r.71). "Rizgan ji alî sehkirin û baldarîyê ve xurt bû." (r.57). Ev gotin hemû û bi dehan gotinên din bi devê Besna bo Rizgan tên gotin. (Lê em ti carî nabînin Rizgan bi vî hawî pesnê şexsiyeta Besna dide.) Ew metelbûn heyranbûn e û heyranbûn tesdîqkirin e. Bi vî awayî karaktereke wek vê jinê, du caran 'pêgirtî' ye. Carekê bo bîr û emelên vebêj û carekê jî bo qewîkirina nêrbûna nû. Tenê tesqîq jî nake, li gel ewqas tunebûna hebûna xwe, pirrî caran xwe sûcdar û kêm jî hîs dike; "Tu yê heta kîngê û çi qas bi tirsa xwe ya bêwate û nelicî vî zilamî bibehecînî.." (r.132). Ev xwesûcdarkirin ne dilnizmîyek an bîrbirinek e, bi giştî ferzkirina hişmendiya 'nêrevêbej'e bo qewîkirina nêrbûneke nû û qurbanîkirina mêbûna vegotinê ye. Ev der qonaxa mêbûneke kuştî ye. 

Em berê xwe bidin karakterê 'nûnêr.' Rizganê go ji ber hewldana 'kuştina nêrbûnê' di kûrahiya êş azaran de ye di heman wextî de 'qurenêr' e jî; 

- "Ez baş fam nakim tu çêla çi dikî. Ka hinekî din jî bo min berfireh bike..."

- Ez ê berfireh jî bikim, dorfireh jî bikim, bêhnfireh jî bikim..." Rizgan, ji nişkê ve gotina xwe birî û bişirîneke mizirî li ser lêvên wî da der.(r.54-55). 

Zirzopiya karakterê go dike û nake ji kûra êş û êşikên guherîna xwe dernakeve ye ev diyalog. Bi heman awayî ev quretî, jixwebaweriya 'nêrevebêj' e jî. 'Nêrbûna' bi mezinkirina êşên guherînê re serdest, piştî wextekî aîdiyetên xwe qewîtir dike û pê re li kirasê nêrbûna nû dike. Xalek ji metn, vê rewşê gelkî beloq û şelaq dide xwiyanî. Carekê, delaliyê Besna yê berê, li hember Rizgan, wê ji sitûyê wê maçî dike. Ev bûyer tirsekê dixe dilê Besnayê. Gelo wê Rizgan nebêje çi? Wê neheside? "Heta ku ez gêhiştibûm nik Rizgan, laşê min seranpê li lerzê ketibû û min nikaribû xweşikî li ser dara lingên xwe bimînim."(r.130). Wiha di nava xwe de dikeve heftûheyştan. Diteyise heta go tîne ziman. Rizgan ewil wek nedîtibe diştexile, lê em zanin xwe li xamî datîne. Axir dev ji vê min-dît-û-nedîyê berdide û piştî qure-diyalogekê wiha dibêje; "Tu dizanî, ger wî ji alî çepê yê stûyê te, yanî ji wê dera ku ez tim maçî dikim, tu maç bikirayî, ez dibêjim qey ezê di wê gavê de têk biçûma. Lê na, wî ne got alîyê çepê ye, ne jî got alî rastê ye; wî tenê tu maç kirî. Wî xwest çêja canê te hilde. Wî berê xwe da laşê te. Teww jixwe belkî tu carî haya wî ji ruhê te çênebûye jî. Tu dizanî heyran, ez di wê gavê de kêfxweş bûm."(r.139). Mêr çi nêr be û çi 'nêrbûnkuşt' îlhes wê xwedî li tiştekî derkeve. Ev fikir û nêrîn ne kuştin lê qewîkirina nêrbûneke nû ye. Nêrbûneke ji nêrbûna beriya xwe reptir e ev. Kompleks û her di xwe de aktîf e. Hezkirin, êdî hezkirineke nêrane ye û bi min hemû meşrûbûna xwe wenda kiriye. Dawiya vegotinê li kuştina nêrbûnê nesekiniye, axlebe aîdiyetên nêrbûneke nû bi dest xistiye. Mixabin, wê kuştina ev nêrbûna nû ji ya berî xwe ne hêsantir be. Ev biriqîna li erasa meydanê ne ji ber guherîneke nû lê biriqîna xwînê ye û ev xwîn; xwîna mêbûna edebî ye. 



 

9 Temmuz 2023 Pazar

Xelek û Hin Dîmenên Mînîmal

Xelek - Şems Qemer 
Weşanên Avesta 
2021


"Xelek" mijûlî ye. Bo vî metnî gotina min ya ewil wê ev be. Naxwe mijûlî çi ye? Li gor min bo wexteke kin 'neyînîkirin'a rasteqîniyên heyînê ye. Dinya axlebe kombûna van neyinîkirinan e. Bi aweyeke din temamiya mijûliyan e û tişta ji ber mijûliyan maye jî em in. Em, yanî loqek goştê di nav diranên vê garanê de cûtî. Her mijûlî rê li ber yeka din vedike. Lewma însên kêm caran bi dinyê ve dibe. Di "Xelek"ê de ev 'kêm-car-bûn' bi hin dîmenên mînîmal metn bi dest û ling dikin. Li gor vebêj ev metn qidqida mirîşkê ye. Bi gotina min dengê jibîrnekirinê ye. Her dîmeneke mînîmal rê li ber yeke din û her mijûlî rê li ber mijûliyeke din vedike. Qidqida mirîşkê ya piştî hêkkirinê heta mijûliyeke nû ye. Piştî tevlîbûna wê mijûliyê hêk tê jibîrkirin. "Naxwe mijûlbûn e dermanê jibîrkirinê." (r.29) Ji vê gotinê re "Na" dibêjim. Derman, weke Derrîda gotî 'di eynî wextî de jehr e jî' û dibe mijûlbûn hertim nebe alîgirê jibîrkirinê. Bi vê nêrînê re "Xelek" êdî mijûliya jibîrnekirinê ye. 


Çend dîmenên mînîmal: 

1. "Rojeke havînê, nava rojê, di bêdengiya li nav mezel de, çizîniya kêzikê." (r.55) Çiqas dîmeneke jibîrnekir! Di vê dîmenê de 'hebûn' weke çizîniya kezikê di guh de digere. Vegerîna li wî dengî lîstikeke mijûliyê ye bo jibîrnekirinê. 

2. "Xuşêniyek hat guhê min; rojek havînê, nava rojê li biniya deviyekê; pûşê li derdorê bi rê re dire'elî, li ser tehtê hinetîtkek gewrikî û ezmanek mîna behrê, ziwa. Di ber tehtê re striyek mîna kulîlkekê jî dihejiya, torbeyek naylonî lê aliqî.' (r.55). Eger hevoka ewil qiddidîka mirîşkê be ya duyem jî hêka li rex modikê ye. Ew torbeyê li strî aliqiye jibîrnekirin a vê dîmenê ye. 'Te xelekek li xwe xist û tu cardin hat li min warqilî' dibêje torbe. Naxwe mijûliyên te yên dermanê jibîrkirinê bi kêrî çi te hatin? Lewma dibêjim, torbeyekî vala bi vê jibîrnekirinê dikare ji du torbeyên tije, tijetir be. 

3. "Li devê dikanekê, li ser pûş lodek şebeş, yek jê du felqe û kêr tê de çikandî, sor, wek kulîlkekê. Mozqirkek li ser şebeş daniye, yek jê jî li dorê." (r.18) Dinya weke xwe li wêda hanê ye, lê jehra mijûliyê weke wê mozqirkê vingîne di hiş de digere û hin jê jî li dorê. Weke Heidegger gotî 'çi be ew e dinya' bê peyam û bê şîret. 

4. "Bizmarek ji nav lêvan hat kişandin û tevşo di text de kuta." (r.36) Zimanê cîhana binehiş, zimaneke bê gotin e. Em vê yekê axlebe ji Proust zanin. Gotin hinekî jî jibîrkirin e. 


Vincent Van Gogh - Cotek Pêlav
1886

5. "Li ser xalîçeya dîwêr xezalek li ber avê; çavek li avê dinere, ê din li revê." (r. 16) "Vê tabloya Van Gogh, cotek pêlavên qube yên gundîkî, wekî din ne tiştek in" (Heidegger) Ev tablo li gor Heidegger tu tiştî îfade nake, li wir e û her weke xwe ye. Lê axir tu dikarî bibêjî; wexteke derengiya payîzê ye, li rex agirê pixêriyê betilandin û tenêbûn e jî'. Naxwe xezala çavek li avê û yek li revê dikare çi îfade bike? Bersiva min; hertiştî. Ew dîmena li ser xalîçeyê ji niha û wêde tenê ne dîmenek e. Çavê xezalê yê li revê vê dîmenê zindî dike. Dîmen êdî daxilî hiş bûye. Xezal berî revê di hişê vebêj de vezeliya ye. Em êdî zanin tenê bi tepîn, reqîn an xûşînek biçûk bimîne ewê xezal ji tabloyê bipengize, lê axir dîmen wê her di hiş de be.

Mijûlî derman e, bi awayeke din jehr e jî, bi dîmenekê dikare bi singilkê hiş de bialiqe û weke benîştê li hiriyê geriyaye qet ji hev safî nebe. Bi min xelek a sereke ya vê "Xelek"ê ev e. 

2 Temmuz 2023 Pazar

Berxwedêr

Derketim. Di nava herdu lêvan de cixare. Berî li quble. Yê min li rojhilat. Bayê pêşîn duxan kişand û ber bi bakur de firand.

-Apo, erebe kengî bi rê dikeve?

- Di pêncan de. Yanî şeş kêm şêşt deqe û çar jî zêde şêşt. 

- Baş e. Pêşî vala ye? 

- Dawî jî vala ye.

- Dawî jî vala be pêşî tewtew vala ye. 

- Birazê, erebe vikîvala ye. 

Rêwî me. Zêviyên geniman çendek berê li dar bûn. Mişmiş kesk bûn. Ger hebûna niha zer bibûn. Mîratan îsal tunebûn. Di nav pirêzeyên genim û di ber siya darên mişmişan re derbas dibim. Li derekê disekine şufêr. Bêhna axa avî tê. Piştxilusek destê xwe ji çavên xwe re dike sîh. Xwe di bin guliyên daran re diqelizîne. Min nasdike. Dikene. Diranên zêr dibiriqin. 

-Ho xwarzî, tu dikî bi ku de biçî? 

- Diyarbekir xalo. 

- Baş e. Zû here, dereng venegere. 

- Waa xalo! Tu li vir çi dikî? 

- Darên bê mişmiş av didim. 

- Bereket be xalo. 

Destê xwe di camê re bilind dikim, weke destên oxirê, bi rast de dibim, bi çep de vedigerînim. Germ e. Binçengên min xwêdan da ye. Camê datînim heta nêvî. Bayê çemî li nav tilîyên min dide. Dirêjî ba dibim. Zevt nakim. Pinpinîkek hewka bi bêvila min re dişeqite. Kelmêşek li sipîka çavê min dikeve. Difirkînim, derdikeve. Destê min bi ba re hê dilîze. Bêhtir dirêj dibim. Vê carê wek zevt dikim. Dolmîş di ber qemyonekê re derbas dibe. Piyê min ji enîşkê berjêr bi xwe re dibe. Hew carekê dileqim. Xwîn dipijiqe ser sipiya dolmîşê. Ji enîşkê berjêrtirê min li rex pirêza genim tevdilive. "Ûfftt, pit kir law!" dibêje şufêr. 

Wê berêvarê, wiha bi du destan çûm, bi dest û nîvekî vegeriyam. Nîvê min hê li rex rê ye, nîvê din hê di ber xwe dide. Berxwedêr e.