Vê hewala niha wê bê gotin, belbî berê pêşiyan li ser kaniyan, bin xaniyan, li ber bênderan, li serê miskaran, di bin siya darên gûzan gotibe û çûbin. Wanî ye; pêşiyên xelkê li wan xwedî derketine yên me em li rastê hiştine çûne: weke mûçingekê.
Hewal ji hewalan berêvarekê ye. Bavê mazûban li kêlekê mevanek ji ber derî peyda dibe. Bi hurmet û selamlarên mêvan û mazûbanan daxil dibin hundir malê. Mêvan çav li mûçingekê dikeve, ne li ser masê bû, ne li qerexa pencerê, ne di destê qîza çardeh biharî. Welhasil û kelam mûçing weke dûxana fîncana qehweyê tê ber çavê mêvên û diçe.
Rûdinên. Xwarin, vexwarin, ken, xirecir û civat digere hey dikele. Ji bajaran destpêdikin li aşan disekinin, ji aşan dajon dikevin rêza çem û feratan, ev çem bû ew ferat bû dadigerin pişta gundan û pala çiyan.. Civat sayîl dibe doşek û yetax tên danîn. "Xew xweş e di paşila doşegên hiriyê" dibêje mêvan.
Şev reş e. Berf e, seqem e, mij û moran e. Ji nişka'v mazûban bi nalenala mêvan bi xwe dihese. Dinêre ew mevanê weke qeterpîlekî li ser tûtikan bi herdû destan hişk çavên xwe jidandiye û hey diqirqile. Dike û nake ew dest li wan çavan sist nabe. Tu dibêjî qe ne şûjinek hezar şûjin di çavê wî rebenî çûne, eyn wihanîko xwe li hev qat dike hey qat dike. "Ya rebbî" dibêje mazûban "ya star ev çi bobelat bû?" Malbat tevde şiyar bûne li ser rebeno wîtewît e. "Keçê çer bû, kuro law bêje, kulfetê li min qirikê, lawo li min bavo-bavo" ye. Dibînin bi dengekî nizmik û lalok deng bi mêvên dikeve. Hemû hişş dibin bi derbekê guh li ser bel dikin. "Mûû.." dibêje mêvan "mûû...ûû..û..çing"
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder