28 Kasım 2017 Salı

Kundkuj

Bêhna baranê tê.

   Xanima ducanî ji êvar de di taya sermê debû. Ne zanîbû wê di tartêla xwe keve ne jî di yê zikê xwe de. Sê caran şiyar bû. Carekê tasek av vexwar. Carekê sêvek xwar û careke din rûyê xwe şil kir. Pir pê zor dihat pir. "Zayîna min wê ne zehmettir be ji vê taya sermê herhal" got.
   Niha destê sibehê ye. Mirîşk ji lûs kişiyane û xwe dane ber fisên dîkan yê ewilîn. Li hewşikê qebqibê destpê kiriye. Li hundir fişefişa bêvilê. Gumgumê avê li ser sobê piixîn e dikele. Lawikê neh-deh salî her diçe bêhtir xwe li lihêfê dipêçe li qeraxê. Kêliyek din wê şiyar bibe û vegotina vê çîrokê bidomîne, çimkî çîrok ya wî ye, ne ya min û we.

Bêhna gul û sosinan tê. 

   Xanim ne bi canekî bi herdu canan "oyyf to" dibêje "belqitiyo dê ne bes e mêşan di qûna te de bazar kirin, rabe lawo, ayyf ez mirim mirim mirim ji ber vê fişefişê,  dibêjim qe mû ji canên min dikişin, tamarên min ditevizin ayyh yarebbî tu qawetê bide."

   "Ew qaweta xwedê neda diya min ew kir para min û ez şiyar bûm. Na. Ji xwe şiyarbûm. Yanê şiyar bibûm. Yanê ne go aniha şiyar bûm. Biborin ev pitpita diya min î serê sibehan carna bera jî min gêj dike. Dibe ji loma zarokên mehelê navê min danîne Gêjo. Tev sûcê diya min e. Ewqas pitepit nekiri bûya belbî ez jî ewqa gêj nedibûm. Carek din heq didim zarokên xelkê. Belbî bera jî ji min çêtir bûn.
   Lê bi telaq na! Weke ew difikirin ez ne gêj-mêjo me û tew Gêjo, qet. Erê dibe qutikê min sor be (çimkî ne Gêjo tenê, navê 'Gêjoyê Qutiksor' jî li min kirine) lê gêj nînim. Hebe li vê dinê ji min şeytantir, ew jî dîsa ez im. Ferzîka carina xwe li xamî datînim. Îca Gêjo! Gêjo di diya we kiro!

Bêhna hêkên nîvkelî tê. 

   Çavên min bi teşta zikê diya min dikeve, ji xwe her roj van çavan wî zikê weke tankêra belediyê dibînin. Nepixiye. Bûye wek balonekê. Ez jê bi gûman bûm di hundirê diya min de tiştek heye, lê doh baş pê ewle bûm.
Ez li dû şeytaniyan bûm dîsa. Min kulî dikuştin li beyarê dor malê. Ferhanê mehela jêr carekê gotibû  qeliya kuliyan zehf xweş e, li ser qewlê kalikê wî carekê jê re gotiye "berxikê min navê qelî û kulîyan ji yek kokê tên." Min jî loma bo bikim qelî kulî dikuştin. Kulîyên di qutîka qola, hin jê nîvkuştî bûn dipengizîn xwe li asîmanê qutîkê dixistin. Gunehê kuçikan bi halê wan dihat, yê min ne ji terikê min bû.
   Min wê rojê tenê kulî nekuşt, kundekî hêlîna wî di nav bixurên şikêrê û du çêlikên wî jî, bûn qurbanên zaroktiya min. Heya di nav keviran ez gihêştim hêlînê neynûk bi min ve neman. Min ewil kundê mezin rahiştê li erdê xist, perîkên wî go pifff bi hewa ketin. Paşre herdu çîçik ketin kefa destê min. Min ew nekuştin. Pêşî min ew bera hevdû dan, seriyê wan li hev xist xist xist, lê li hev nexistin mîratan. Loma ez bêhn teng bûm û ew bi hevre li erdê xistin. Wan nego pifff, go çepp û pelixîn, çimkî pirça wan tune bû. Ez li kundê mezin vegeriyam cardin. Min dît hê diqirqile û çav li xwe beloq kiriye li min seyr dike. Hat bîra min digotin 'ew, kund li ser kîjan malê bixwîne ehlên wê malê ti car ber xwe nabînin û malik li wan xera dibe dişewite, di zinaran de wer dibin, gindir dibin ji serê çiyan, dikevin binê behr û golan, bi çavên serê xwe agirê cihenemê dibînin li vê dinê û tenê nabînin dişewitin jî di nav wî agirî de.' Ez veciniqîm. Min bi bazdan berî da malê.

Bêhna berfa zozanan tê. 

   Bi helkehelka navê û ziman ji dev kişiyayî gihêştim hêwanê. Pîra H'awê li rex diya min rûniştîbû. Di binê çavan re li min nêrîn, min wecê xwe tirş kir, wecê Pîra H'awê ji yê min tirştir. Li gor Silo yê cîranê me gotibû ev H'awê mîra pîreboka ye. Lê ez ne ji wê ne jî ji pîrebokan ditirsim, bila ew ji min bitirsin. Ez derbasî mitbexê bûm lê dengê wan dihat min qala werima zikê diya min dikirin. Di nav re zarok-marok digotin. Xwedê ev dudu ye dide. Min got ihhi diya min di zikê xwe de tiştekî vedişêre. Belbî jî kund ketibe hundirê wê. Xwedêê! Wê diyamin çîçikek kund bizê!!

   Wê ber êvarê dîsa Pîra H'awê hat mala me. Diya min ketiye nav cîh. Bavê min li derdora xwe peledar dibû. Destên wî diricifîn çav ji serî baz didan. Diya min nalenale dinale. Hingê diçe diqîre. "Avê germ bike, têê!" dibêje Pîra H'awê ji bavê min re. Ez, birayê çîçikê kund, bi heyecan li bendî me. Pîra H'awê min û bavê min ji hundir diqewirîne. Kêliyek derbas dibe derî vedibe diya min di nava xwêdanê de ji serî heta binî şilopilo ye ji xwe çû ye. Pîra H'awê di dest de zarokek serî kund û laş însan re dikene. "Mi-mi-zgîn  law e!"dibêje. Bavê min jî dest bi ken dike. Hingê diçe bi dengekî bilintir dikenin. Çîçikê serî kund laş însan wîqwîqeke ecêp derdixe,  weke digrî. Serê xwe bilind dike di himbêza diya min de çavê xwe vedike li min dinêre. Awirên kundê nîvkuştî tê ber çavê min. Ez dibizdim. Hewl didim bazbidim ji hundir. Derî bi şid digrim, xwe diavêjim derve.

Bêhna gû tê ji sikakê. "



Hiç yorum yok:

Yorum Gönder