2 Ağustos 2023 Çarşamba

Berxweş

Bi rohniya agirê li derve pêketî re sûretên gulîyên darê direqisîn li ser dîwarên odeyê. Wî wextî şiyar bûm. Qerepeleyek hebû li derve. Bo zanibim ne di xewnekê de me gere rabûma ser lingan. Diteyisîm. Eger hestiyê bêvilê min nexapîne, bêhna şewatekê dihat. Tep û repa lingan bû ber bi heman hêlê ve bazdidan. Bi pêhisîna laşê xwe ne bawer bûm lewma serê min ket balîfê cardin. Kêliyekê jixwe ve çûm. Hingê bêhna şewatê tûjtir bû min nema xwe girt. Çavên min ziq man li ser sûretê guliyên darê. Min ev sûret şiband keriyekî qulingan ewil, paşre guherî silûetê pisîkekê. Rast li min nerî. Ji min be li tazîbûna min dinerî. Min xwe nixumand hinekî. Dest bi alastina lingên xwe kir. "Pişşt" min go, serê xwe bilind kir û cardin li reşika çavên min nerî. Bi destekî, min hêdîka balîfa li ber serê xwe kişand û dawşandê. Deng ji dîwêr nehat lê pisîka li ber pencerê pengizî. Nikarim di vî 'emrî de derewan bikim, hinekî tirsîyam. Ev hinekbûn jî hinekî derew e lê ezê serên we neêşînim. Hinek tişt hene carina mere hinohino dikin xwe. Vê carê belkî nebim lê wexta min şimika xwe xist pê, li ber pencerê şipiya sekinîm û li derve nerî; min ê ji ku zanibûya ezê bêhtir li xwe hayê bibim? Mere carina nizane. Nezanî taqeta can e bi min. Ew ê bi hertiştî zanibe wê çawa taqet bike gavek nû biavêje? Nizanim. Lê zanim min şimika xwe kir pê û şipiya li ber pencerê sekinîm. Ew kî bû digot nizanim; "mere hinekî jî kirinên zanebûna xwe ye." An zanebûna kirinên xwe bû? Çi ferq heye? Pir e, hûn zanin. Welhasil, min nerî agir bi mala cîranan ketiye. Şêniyên taxê lê peledar bûne. Her hinek bi qasî derfetên xwe çengek av davêjin wî agirî. Min tena derpê û pîjeme bazda derve. 

Kengî lê hayê bûm, nizanim. Tenê dengê jina min hîna di guhê min de ye; "Sebrî! rabe agir bi mala cîranan ketiye." Wexta ez derketim ji min pêve tu kes li derve tunebû. Di destê min de satileke tije av û bi matmayîneke tenê eyidî wê kêliyê, ber bi agir ve meşiyam. Bi hişê xwe ne bawerim lê dibêm qey destê sibehê bû. Wek şîrqeşîrqa dengê çûkên sibehê dihat guhên min. Lê cardin jî hûn pê ne bawer bin. Ez nizanim cîranên din dibêjin; weke cebilxaneyeke avê bi min re be li agir peledar bûme. Mumkin e. Hê min satila ewil li êgir nereşandiye di cîh de ketime erdê. Weke çav ruhsitîn ketibim ji xwe ve çûme. Min çi dît? Ezê niha ji we re bibêjim. Di dexlê we de me min çawa ji xwe bawer nekiriye hûn jî eynî wiha bawer bikin. Ew kî bû digot nizanim; "bawerî li ser nebaweriyê ava dibe." Bi min gû dixwe, naxwe nebawerî jî dikare li ser baweriyê ava bibe. Lê ezê cardin jî îro bi vê gotina qerase emel bikim. Nizanim. Hema wiha tê hesabê min. Min dît, Qeyso yê reşîqemer bi kazekaz ji nav agir bazdide. Ne ji serê wî bûya min ew nasnedikir. Agir ji serî wî pêve xwe li hemû laşê wî pêçabû, heta serê terîyê. Çav ji serî bazdidan. Li pişt wî Xanima Sureyya, bi kizirokên tayê serî li erdê pahn bibû. Li rex wê Emer Beg ê mêrê wê tevlî bedil û qerewata xwe çik û tenê disekinî. Tiliya xwe ya eşhedê hêdîka bilind kir û li pêşiya herdu lêvên xwe bi cîh kir. Go; "hişşş." Tenê tê bîra min çongên min lerizîn. Ava di satilê de jî lerizî lê nebêjin qey ji ber lerza laşê min bû. Hin jê dibêjin te bi xwe de mîz kiriye lê hûn bawer nekin. Ew peşkên avê bûn li teşkên min ketibûn, ji vêya bawer bikin. 

Bayekî payîzî dihat xwe li nav û guhê darên hê pelneweşandî dixist. Xuşêniya sikakê bû. Wê şevê xew li min tune bû. Lingek min li hêwanê yê din li şaneşînê bû. Destgirtiyê min vê mexreba roja reş ji min xeyidî bû. Çavek min li dûmana cixarê yê din li serê sikakê bû. "Ewê vegere" min ji xwe re digot, "Eger şiyar bimînim wê teqez vegere." Beriya çend salan em guldesteyek ji evînê bûn. Çawa bû, çi bû em guherîn gulsitrîyekî. (Ev gulsitrî gere nêr be, wek hûn jî zanin min karîbû bigota "gulsitrîyeke" jî lê hin nav li bejna zayendên xwe nayên.) Ev serê çend wextan bû balîfên me ji hev cûda bûn welhasil. Serê pakêta cixarê ya sêyem û dawîka ya duyem bû. Tam berxweş bibûm. Wê gavê çavê min yê li serê sikakê bi agirê li pencereya Emer Begê ket. Agir bi perdeyan re hildikişiya. Bû teqîna dengê caman. Piştre Sebrî yê mêrê Wesîlekê di dest de satilek ji malê derket. Satila weke min tam berxweş Sebrî bi hêlekê ve xwar dikir. Bi delkan xwe gihand ber agirê mala Emer Begê. Kazekaza kûçikekî dihat lê qajewaja jinikekê dengê wî heywanê sewsî ditepisand. Sebrî xwe li ber agir xweş kir. Dengê du teqînan hat. Bi va herdu teqînan re agir gurtir bû. Weke teqînên di nava me herdu destgirtiyan de bûn, piştî wa teqînan agirê me jî gur dibû. 

Bi destê wê sibeha hêlhele re baranekê ji ewran da rê û bariya bi ser xweliya vê taxê de. Encax wê gavê agir tefiya. Ji xaniyê destbirakê min Emer Begê xweliyeke komirî mabû û çend sûretên nîvşewitî yên bi teqînan re firîyane derveyî malê. Li ser wa sûretan, bişirîneke di bin simbêlan û ewtîneke kûçikê di paxila Sureyya Xanê mabû.

1 Ağustos 2023 Salı

Fîlmek: Das Weisse Band

Das Weisse Band / Michael Haneke
2009

Min  cara ewil texrîben heft sal berê li vî fîlmî temaşe kir. Piştî wê bi salekê li zankoyê bû mijara dersên me yên sînemayê. Bi vê mebestê min careke din temaşe kir û niha bo vê nivîsê bû cara sêyem berê xwe didim sinematografî ya Michael Haneke. Maşalê vê carê xelasiya xwe ji dest bikim, lê ne bawer im. Bîranînên vî fîlmî weke têleke nexwiyanî ne, li ber lingê temaşevanên hêja û nehêja xefk vedane. Xefkek e ev fîlm û weke her xefkê zane ewê te ji ku dera te zevt bike. Tu ewil weke xwe derdikeve ber ekranê, paşre bandeke sipî li milên te tê girêdan. Tu bi wê bandê re vedigerî malê lê ji te pêve tu kes wê bandê nabîne. Emê paşre ji vê rewşê re bibêjin huner. Huner bo min bi vî rengê xwe hinekî jî kedîkirin e. Weke her binavkirinê û paşre binaxkirinê. Binavkirin li ser vî celebî hinekî jî binaxkirin e bi min. 

Das Weisse Band 

Bila fîlm destpêbike. Em li gundekî Alman in. Wext beriya herba cîhanê ya yekemîn e. Li ser qenheta vebêjê fîlm ev çîroka niha wê ji me re were gotin bi temamî rast e an nerast e em nizanin. Jixwe ev ne muhîm e. Doktorê gund, li ser  pişta hespê xwe, ber bi gund ve tê. Hesp li têlekê dihulkume û tevî siwariyê xwe dev û rû dikeve erdê. Ew têl xwiya ye bi destê hinan hatiye danîn. Doktor birîndar dibe. Ew hê nehatiye ji bîr kirin, piştî wextekî jineke karçî tê kuştin. Paşre lawê baron tê revandin û hin şikence li ser laşê wî tên kirin. Piştre carekê agir bi êxurekî dikeve û  zarokekî din merûzî hin şikenceyan dimîne. Her çiqas gundî zanibin ev ê va xerabiyan dikin ji nav wan e jî tu kes li xwe eşkere nake. Fîlm hingê diçe hişktir dibe. Haneke bi her diyalogeke nû kêra hunera xwe bêhtir disûte.

Das Weisse Band 

Şideta li pişt deriyên girtî, xwedî ziman e êdî. Heta ziman bi xwe dibe şidet û li sitûyê wijdan siwar dibe. Şideta fîzîkî li ber ev a ziman nerm dimîne. Êdî wext destpêka herbeke mezintir e û gund dinya ye. Çiqas evqa bûyer diqewimin jî her yek ji yeka beriya xwe zûtir tê jibîrkirin. Jibîrkirin li vê nuxteyê hinekî dikeve eyarê efûkirinê. Lê dengê tûtîkekê, dilxelînîya ji jinekê, diyaloga zarokekî bi xwedê re, lêmikurhatinên gunehên bavekî, qurbanî kirina çûkekê, cezakirinên bavekî û hwd. nayên jibîrkirinê û pê re efûkirinê. Axlebe zarok bi destên dê û bavan têne cezakirin. Bi vê cezakirinê re di çavê gelek rexnegiran de "dê û bav dixwazin barê gunehên xwe li sitûyê zarokan bikin." Mumkin e. Hin jê jî li ser avakirinên kodên faşîzmê disekinin. Eger şîroveya ewil mumkin be ya duyem mumkintir e. Bi qewla şîroveyê, faşîzm, bi destpêka zarokbûnê re dikeve hucreyên ev jiyana ji mişt xerabiyê pêk tê. Di vê astê de ji ber go hemû qeîdeyên civakî sereqûnkî dibin, hikimdariya qencî û merhametê ji serî de têkçûyî ye. Xefka vî fîlmî ewil ji vir tê. Her çiqas em temaşevan (weke laş û  hişmendiyekê) li derveyî vê lîstikê bi cîh bûbin jî bi kutakirina lîstikê re emê jî piştî mihasebeyeke wijdanî wê banda sipî bi milên xwe ve girêbidin. Ew band semboleke pak û paqijî, rengeke masûmiyetê ye. Bi vê re,  qesasê derew, bêexlaqî, hesûdî, zexelî û gunehên bi her awayî ye. Keşayê gund xwedî çend zaroka ye. Piştî go dibîne zarokên wî tevlî çend cûre gunehan dibin, ji nûka ve (berê jî wiha kiriye) biryara girêdana bandê dide. Di heman wextî de ev band jî bi vê temsîliyetê cûreyeke cezakirinê ye. Yek ji vî cezayî jî îfşakirin e. Ev band her çî bibe sebeba bêgunehiyê jî bi heman awayî sembola gunehkariyê ye jî. Çi go, band di milên kê de be emê zanibin ew kes gunehkarek e. Axir em ji fîlm zanin, ev band jî wê rê li ber gunehkariyê negire. 

Das Weisse Band 

Bi min di vî fîlmî de masûmiyetek tenê heye û ew jî bê band e. "Xwekuştina" wî bavê karmend. Fîlm li ser vê mirinê nasekine. Tenê dîmeneke biçûçik em dibîbin: mêrik di hundir de dardakirî ye. Heta ev mirin liyaqî jibîrkirinê jî nayê.  Nayê bîranîn go heta were jibîrkirin. Li hember ewqa zûjibîrkirinan ev bo tu kesî nabe bîranînek biçûçik jî. Hinan kuştiye an wî xwe dardakiriye? Fîlm li ser vê pirsê tu agahiyan nade. Lê ev nehêjabûna jibîrkirinê dihêle go em bibêjin ev camêr "xwekuştî"yeke. Lewma ye, bi min bêgunehkariya saf ev e û tu band nikarin şûna vê paqijî ya zêdeyî hedê xwe  zelal, bigirin. 

Michael Haneke 

Haneke bi vê çîrokê re, rê li ber "hay ji xwegunehkariya" me vedike. Bi rasteqîniyek hişk emê lê hay bibin go heman gunehkarî li ser milên me ye jî. Lewma ne mumkin e em bê band ji ber wê ekranê rabin. Amenna. Lîstikvanan cîhê xwe girt, em li barê xwe hayê bûn û sînorê çîrokê guherî sînorê dinyayê, vêca pirs ev e; Haneke, di dest xwe de bi qedeheke şeraba Frensî û di nav herdu lêvan de bi qelûneke prototîp a rewşenbîriyê re li ku dera vê dinyayê bi cîh dibe? Jê wêdetir em, li rex yar û yarikan piştî derketinên sînemayê, di milên me de bandeke sembola bêgunehiyê, emê çiqasî karibin pak bin?

Das Weisse Band 


Nîşe: Ev kurtenivîs bo min kurteheqareteke li vî fîlmî. Di çavên min de ev fîlm liyaqî gengeşiyên hê firehtir e lê niha wê culhetê di xwe de nabînim. mixabin. Belbî di wexteke firehtir de û li dinyayeke din.