Rojbûna min pîroz be. Ya te jî Yadê Siltan û Mele Birahîm, bira û bavo, beqê kesk rojbûna we jî pîroz be.
Şingeşinga baranê ye dibare vê êvarê. (Çima baran?) Nû ji xew şiyar bû me, xilmaşim. Ta'jan dibim çend caran. Kujê lihêfê bilind dikim hê tiştek neguheriye. Şewqa tavê ya dawî deh deqe berê hilat. Siya bajêr hê qalind nebûye weke ya şeva doh. Belkî vê carê nebe! Qudûmê min jê dişkê. Cardin ta'jan dibim, vê carê baştir. Laşê min hino hino dijidê. Çermê min dikişe. Gewriya min bi min ve dadigere. Lingên min dirêj, pîyên min kinik dibin, ziravik. Şil dibim, şayîk. Dibiriqînim. "Wîqwîq" dibêjim bi du dengên nizmik. Ji binê lihêfê dişeqitim. Bi tirs lingên xwe dirêjî erda betonî dikim. Cemidî ye. Vedigerim binê lihêfê cardin. Li dîwaran dimêyzînim. Xanî dibe weke birkeke avê. Şewqa çavikê erebeyên di rê de derbas dibin û hemî şewqa lempeyên vî bajarî didin tawanê odeya min. Yek zer, yek sor. Yek kesk, yek mor. Yek ji xewnên zaroktiya min. Yek ji bêhtengiya bavê min. Ya din ji kenê diya min. Yên din hemî ji hebên tizbiya Mele Birahîm. Netirsin ezê vê carê ji we re behsa zaroktiya xwe nekim. Heqet çi ji we re heyata min? Bo netirsim behs dikim. Belbî hûn min bigihînin dawiya tirsa min. Biborin cardin cin hatin min. Xwedê ji we û wan razî be min ti carî bi tenê nahêlin. Na, hûn carina dihêlin lê ew qet min bernadin. Li qusura min nenêrin bêhtir ji wan hezdikim. Jixwe hûn kî ne ji we hezbikim? Bi qasî hûn min nas dikin ez we nakim. Ez we nabînim hûn min dibînin. Xurexura zikê min e. Xwe hildikişînim bo rabim. Li ser navcihê xwe noq dibim. "Wîqq" dibêjim vê carê bi dengekî bilintir. Çêtir bû ev ji ya yekem, qesta min ji 'bilintir'ê ev e esil. Carina difikirim zimanê min ne ev ziman bûya lê tiştekî din bûya minê xwe çêtir û bêhtir îfade nekira gelo? (Ev mesela 'gelo' jî tişteke din e.) Mîsal dibêjim; zimanê min ev bedilê li hember min bi dardakirî bûya? Wê reş bûya weke rengê xwe? Wê şeng bûya weke timtêla xwe? Baweriyê bi zimanê hertiştî bînin. Eger sakoyê min niha bi zimanekî weke yê min ji sewtên li ber ba, gotinên lihevnekir, mantiqê bi kêrî xwe nehatî ve pêkhatî biaxivîya dibû ji çavê min biketa. Sakoyê min aniha 'xwe' ye, bi zimanê xwe diavive, xwe li min tîne û min li xwe. Ger biaxiviya wê biba tişteke din. Baweriyê tînim bi zimanê alavan.
Xurexura zikê min e, birçî me. Cinên min dibêjin jahrê bixwe. Bi ya wan nakim. Bavê min jî bûya wê wanî bigota dibêjim. Ji lewma bedilê reş dikişînim xwe, şalê çenika qermîçokan lê tune dikşînim navê, papyona kesk dikim xengiloka qirikê, misk û ember bi ser de, xwe ditivtivînim derdikevim ji malê. Rast berê xwe didim qeraxa çem. Min go rast lê hûn bawer nekin, xwar dimeşim. Biçûkên beqan wiqewîqe govendê digerînin. Serê min diêşe. Di nigê nig de vedigerim. Min neyt heye herim cem rûcemala xwe. Erd şil e, şayîk. Ji çend gavan carekê dişemitim lê nakevim. Bûme pisporê meşa beqikî. Min nizanî bû yekî rojekê ev nav li meşa min kir. Jixwe hew nav li vêya nekiribûn, wekî din ti tiştek ji destên wan nefilitî ye, çi dîtine mirandine, çi nedîtine tirsîne heta navekî nedîtî lêkirine, wiha roj bi roj dinyaya min pûç dikin, ava heyata min zuha dikin, xwînê ji mejiyê min dikişînin. Digihêjim qesra berdilka xwe. Çend sûte li ber devê derî cixarê dikişînin. Dixwazim yekê bidin min. Didin. Dikşînim kezeba xwe. Di camê re çavê xwe li rûcemalê digerînim, ne li cihê xwe yê her car e. Cixareyek din dixwazim ji birçîyên xezalan. Min ev nav li wan kiriye. Kengî hatime yek dudu ji wan li vir in. Li bendî ne parîyek ranekî bibînin. Jê wêdetir ger xwedê li wan bê rehmê belbî serê pêsîrekê. Xwedayo tu xwedayê hemû evdan î. Bi vê minasebetê carek din Mele Birahîm bi bîr tînim. Papyona xwe dijidînim. Keçik xwiya dibe li ber camê, xwe weke pêlên bahrê dihejîne, ji biniya çongan zirav hingê berjor diçe pêlên wê bilind dibin heta digihên qirikê me tev de şil dike em ên li peravê camê. Dicemidim. Bi qomçeyekê sako li xwe dicivînim. Çawa derbasî hundir bûme nizanim. Li ser kursiyê rûdinêm, keçik li ser dîwanê dirêj bûyî ye. Li min dinêre, dikene.
- Tu qet naguherî qey?
- Ez? Ez ê êvaran dibim beq û sibehan belalûk?
- Behsa wê nakim. Ez jî dikarim evarekê bibim Medusa sibehekê bibim marê bi tenê.
- Naxwe behsa çi dikî?
- Rûniştin û nêrîna te.
- Dişibim çi bi te?
- Kevirekî bi papyoneke kesk.
- Li binê vî kevirî binêre hela bê çi heye?
- Çi?
- Beq.
Bi kenekî ciwanok dikene. Pêsîrên wê dihejin. Pêleke nazik li bedena min dikeve. Yarebî dibêjim ji te bawer dikim bo te min ji dîtina vî kenî bêpar nehiştiye. Sayil dibe. Bi dilrehmî dinêre. Naxwazim ti kes bi va awiran li min binêre.
- Rehmê li min neke. Dibêjim.
- Naxwe tu çi dixwazî?
- Min bike kevir.
- Tê wiha pak bibe qey ?
- Na.
- Lêw..
- Nizanim. Hema wanî dixwazim bibim kevirekî li ber qeraxan. Ew nebe jî êzingek, belbî kitêbek, şûşeyek araqê, destîbivirek, fîncaneke qehwê, qûnikeke cixarê, seriyek pîvaz, gustîlek, firaqeke ber destê diya xwe, destmaleke serê govendê, perîkeke mirîşkê, têleke tembûrê, dengê Ciwan Haco, kofîya Omar Silêman..
Dikene. Pêleke din li min dixe. Min carekê di romanekê de xwendibû niha tê bîra min, yek diçû kerxaneyekê, weke min bi keçikekê re hevaltî dikir, di rewşeke wiha de dîsa rûniştibûn, mêrik bi carekê dest xistibû qirika keçikê wê kuştibû. Gelo çi min heye ji wî kêmtir. Dikarim aniha xwe ji mijûlîyeke dinyayê pak bikim. Nakim. Çima mere nake, nizanim. Ditirsim ji xwe. Naxwe gere mere bi dawî bike. Nabe. Radibim.
- Papyona kesk li te hatiye, ne ji wê be jî mere nizane tu beqî.
- Rojbûna min e îro.
- Rojbûna te pîroz be beqê tazî.
Dikenim. Rast û çep dimeşim. Derdikevim ber baranê. Li ezmanan dinerim. Çend dilopên baranê li lêvên min dikevin. Kuçikeke gurî tê kêleka min. Em bi ber halana bajêr ve dimeşin. Na. Em nameşin. Diwîqînim bi du dengan.
Rojbûna te pîroz be sakoyê reş, ya te jî somiyê li hêwanê, papyon, lempeyên bajêr, dilopên baranê rojbûna we jî pîroz be.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder