Piştî barana vê sibehê kişiyam qalikê xwe. Min go qalik hûn xelet fêm nekin. Ji kulmek perîk û çend hestiyên qurfok pêk têm. Mere bixwaze dikare bi derbekê re bibe kevir. Min xwest lê ez nebûm. Belbî miradê min ne ji dil bû. Lê hûn bixwazin. Belbî bibe çengek av ji axa gora zindiyan re. Axir hûn zanin. Hazir hûn bi pirrî tiştan zanin; nexwestin jî xwestineke, vê jî bizanin. Min go kişiyam qalikê xwe. Ûskut bûm. Kêliyeke berê çîreçîra min bû li dor hêlînê. Qirçeqirçe hêkan û çîzewîza çêlikan bû. Pêlavekê da ser sitûna konê mala min. Melisand. Wê kêliyê mere nizane çi bike. Niha jî nizanim, lê wê kêliyê min bêhtir nizanîbû. Vê carê nezanî bizûz e. Dikirûse.
Tu li min dinerî. Bi wê tava berêvarê re. Li wê şaneşîna qatê jorîn. Mesele bû qat jixwe tu dizanî mertebeyek heye. Ez li ya ewil im. Ewilbûna min te li ya duyemîn bi cîh dike, jixwe tu zanî. Jêr û jor. Ser û bin. Dirêj û kin. Man û mirin. Ev ya talî çi mertebeyeke ne li gor me ye. Mirin. Wê rojê du çêlikên min gihan wê mertebê. Ez mam li dewsê. Dinya diguhere lê dews her li şûna xwe ye. Mîsal; dewsa pêlavê, xwîna li erdê, dengê baranê, qalikên hêkan, bêhna beratê, çingîna hesin, giranîya betonê, siya guliyê darê, kirtekirta kurmikê di pel de dixebite. Xwezîya xwe bi vêya tînim. Dewsa min her li vir e. Li ber siya vê talanê me. Bi rengê gulê û şirîna baranê re me. Hêlîna min ya hilweşiyayî ji blokên we yên betonî mezintir e.
Min xwe daye ser qotê kevirekî û ba li perîkên min dide, ûskut im. Tu li şaneşînê yî û li min dinerî. Piştî vê kêliyê zanim ezê bi bizûz bim û têkevim rehikên te.