9 Haziran 2024 Pazar

Underground

Jakub Schikaneder
Murder in the House - 1890


Qero li binê siya darê vezelîya ye. Di destê wî de cixareyeke sêpel, dû hildikişe. Wî jî dixwest ji sibehê heta êvarî li dû pinpinîkan bazbide, piffî pişpişokan bike, mêşan bixesîne, gûzan li ser hacetê xwe bişkîne... lê xem e. Dibê; "rabe, pêjn bi ser te de hatin." Saw e. Guh li ser xiştexişta ji nav pûş tê bel dike. Destê xwe dirêjî newqa xwe dike. Serê neynûkan bi hesin dibin. Deng jê nayê. Çizînî dikeve serî. Qevzê dixe kefa dest, dijidîne. Hêdîka ji ber qûşê kaş dike. Giran dibe. Giranî ewlehî ye, êdî pê pişrast e. Simbilokên serê gihakên hişk diricifin. Meraq wî kaş dike. Bi ser telpekê pûş de daqul dibe. Bi serê teqerofê dide hêlekê. Dikene. "Ne tu be ne sawa te be Kîso" dibêje "tu xêrê ji qalikê xwe nebînî." Derbek teqîn bi demançê dikeve. Gule di orta pişta kîso re dikevê lê di ku dera wî re derdikeve ez nizanim. Qero hûû dike dûmana serê namlûyê, mekînê bi du zivran li dora tiliya eşhedê badide û dixe ber qûşê. Dixwaze hilmeke din ji wî 'malê baş' bikişîne. Dimêje. Dû jê nayê. Heste dide ber bêvilê. Çerq, çerq û çerq, agir jê dernayê. Destê xwe lê dijidîne. Dil heye bişkîne, ray lê nayê. Çend dilop xwêdan ji nava tiliyan diniqutin. Diçipin ber koka sitrîyekî. Ax dimêje. Dibe rehm ji rehikan re. Pelikên hişk û ziwa kesk dibin. Xwîn di tamaran de digere. Sira bayekî tê û lêdide. Qero dikene. Sitrî digirnije. Heste ber bi ezmanan ve çeng dike, li hewa şewqa tavê dide hesinê wî, dibiriqe, têra dilê xwe hildikişe jor. Ji mêj ve ye dest li qevza demançê şidiyaye. Çawa berî dikeve rastî tava li ezmên, teqîn pêdikeve, çingînî ji heste tê, dipengize ber serê berata kîso. "Min bi xêra te de mîzto, ger agir ji te derneyê tu ji çi xirê min re ye?" dibêje Qero yê cixara pêneketî di nava herdu lêvan de. Li dora tiliyê zivreke din li xwe dixe demançe û berjêrî qûşa li navê geriyayî dibe. Kêf li vî zamotî diherime. "Jixwe ji min re zêde bû" dibêje. Qe niza zêdebûn daîm ne-lazimbûn e? Dixwazim bibêjim "ne bawer im" lê aha, ev jî ji min re ne lazim e, yanî zêde. Difikirim, li vê dinyê zêdebûnek hebe ew jî em in, dibêjim. Ez, Qero, hesteyê bi derbeke demançê teqîyayî, pelê kaxiza li dora esrarê geriyayî, ew kenê jinika wê îro bi me re binale û paşre bimire. Em zêdebûn in, kêmbûna me ji wî sitirîyê hişk re tiştekî îfade nake. Min go îfade. Emê îro biçin îfadeyekê jî. Pêşî emê îfada jinekê bigrin, paşre gere em bidin. Porspîyekî rojekê gotibû; "Her bi dest xistin ji-destkirinekê dixwaze. Çi berî xwe dibe çi paşî xwe." Ne bawerim wî ji xwe fêm dikir, lê me ev hewadîs weke doktrînekê li xwe anî bû. Li gor vê qeydê; bo me jinik bi dest xista pêşî gere me ew bikuşta. Eger me nekuşta wê xwe biavêta ber trênê, me ew kuşt, dîsa ket, eger me nekuşta belkî tiştek bi serî nehata, me kuşt, serî ket ber tekeran. Ka kê çi bi dest xist seyda? Çima ji aniha de ev tiştan ji we re dibêjim? Kêfa min wiha dixwaze. Xwezî huşbûn ji terefê xwedê de tenê para min ketibûya. Min ê ev qewlê xwe eseh bi cîh anîbûya. Carina ji xwe re dibêjim "vitik di te deye, ne vitik be jî eseh tiştek di te de heye." Ezê edî huş bibim. Tiştê di me de ye besî me ye. 

Me berê xwe da bajêr. Berjêr. Serê me xweş, bêhna me fireh e. Ji xerakirina rêyeke bêqisûr xwiyanî ye şaredarî dixebite. "Bixwe oxlim bixwe!" dibêje kalemêrekî li ser kursiyeke qehwexaneyê tizbîyê badide. Li heman qehwexanê me xwe da ser maseyekê. Du çay ji me re hatin, bû çinqîna qedeha Qero, ez dihênijim. Dengê erebeyan di guhê min re derbas dibin, digihên mejiyê min. Kêfa min ji vî bajarî re nayê. Jixwe yên kêfa wan ji vî bajarî re tên bila li xwe bipirsin ji kerema xwe, belbî kurm ketibin hişê wan. Qemyonek derbas dibe. Bi çavên xwe nabînim lê texmîn dikim ewê qemyon be. Xem nake. Ne qemyon be wê çi bibe? Nizanim. Biborin min serên we bi ev agahiyên ne lazim re êşand. Na, neborin! Eger serên we bi tiştekî wiha ne lazim êşiya be wî serîyî di cîhê cîh de qut bikin, biavêjin, belbî ber zikê çend kûçikên pirçî bigire. Naxwazim ew dîmena serên jêkirî bibînim, çavên min vebûn. Qero firta dawî li çayê dixe. Min li ya xwe nerî, tebeqeyek tozê girtiye ser devê qedehê. Ji kerema xwe hûnê li vê derewê biborin; bûye sinît, bi çakûçan naşikê. Berî ez ta bi derzî vekim bibêjim; berî niha çi hatibû serê heste heman tişt hat serê qedeha çaya min jî. Qero hûû kir dûmana serê teqerofê, li dor tiliyê du zivir û ber bi qûşê. "Lêde oxlim lêde!" got ew kalemêrê xemxurê xwarina şaredar û bêvila xwe bilind kir. Bêvil hê daneketibû erdê qerepeleyek hat ji serê sikakê. Çend kes li dû pişta jinikeke pêxwas, bazdidan. Kirasê wê li ba dibû. Li texma me destek gihêşt kiras. Kaş kir. Jinik ma tena derpî. "Kerê min te ji hev neçirand!" got yê kirasê çiriyayî di dest de mayî. Jinikê li dû xwe nenerî. Li texma me pêl qedeha şikenandî kir. Li xwe ho veneda. Em hol bûn ser lingan û me da dû wan. Jinik li kevirekî pêyarêkê hilkumî, dev û rû çû erdê. Mêrikê di dest de kirasê çirandî xwe gihandê, hişk zevt kir. Dengê erebeyan di guhê min de em nêzî wan bûn. Dengê bêhna tirse-xwêdana jinikê di bêvila min de. Zimanê min zû tevgeriya; "kuro berde!" Berneda. Destê me herduyan bi hev re çû ser qûşê, bilind bû, teqîn bi demançê ket û tepîn bi mêrik. Ket.... 


(Wê ev çîrok berdewam bike.



31 Mayıs 2024 Cuma

Bizûz

Piştî barana vê sibehê kişiyam qalikê xwe. Min go qalik hûn xelet fêm nekin. Ji kulmek perîk û çend hestiyên qurfok pêk têm. Mere bixwaze dikare bi derbekê re bibe kevir. Min xwest lê ez nebûm. Belbî miradê min ne ji dil bû. Lê hûn bixwazin. Belbî bibe çengek av ji axa gora zindiyan re. Axir hûn zanin. Hazir hûn bi pirrî tiştan zanin; nexwestin jî xwestineke, vê jî bizanin. Min go kişiyam qalikê xwe. Ûskut bûm. Kêliyeke berê çîreçîra min bû li dor hêlînê. Qirçeqirçe hêkan û çîzewîza çêlikan bû. Pêlavekê da ser sitûna konê mala min. Melisand. Wê kêliyê mere nizane çi bike. Niha jî nizanim, lê wê kêliyê min bêhtir nizanîbû. Vê carê nezanî bizûz e. Dikirûse. 

Tu li min dinerî. Bi wê tava berêvarê re. Li wê şaneşîna qatê jorîn. Mesele bû qat jixwe tu dizanî mertebeyek heye. Ez li ya ewil im. Ewilbûna min te li ya duyemîn bi cîh dike, jixwe tu zanî. Jêr û jor. Ser û bin. Dirêj û kin. Man û mirin. Ev ya talî çi mertebeyeke ne li gor me ye. Mirin. Wê rojê du çêlikên min gihan wê mertebê. Ez mam li dewsê. Dinya diguhere lê dews her li şûna xwe ye. Mîsal; dewsa pêlavê, xwîna li erdê, dengê baranê, qalikên hêkan, bêhna beratê, çingîna hesin, giranîya betonê, siya guliyê darê, kirtekirta kurmikê di pel de dixebite. Xwezîya xwe bi vêya tînim. Dewsa min her li vir e. Li ber siya vê talanê me. Bi rengê gulê û şirîna baranê re me. Hêlîna min ya hilweşiyayî ji blokên we yên betonî mezintir e. 

Min xwe daye ser qotê kevirekî û ba li perîkên min dide, ûskut im. Tu li şaneşînê yî û li min dinerî. Piştî vê kêliyê zanim ezê bi bizûz bim û têkevim rehikên te.